Têkildarî Çanda Satî analîzek
Emel Welat

Wek me di sernivîsa xwe de jî got: Em ê ji bo we xwendevanên hêja re li ser Çanda Satî ku me lêkolîn, kiriye şîroveyeke dewlemend bikin. Wek tê zanîn ev demeke ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li ser mijara, Çanda Satî lêkolîn tên kirin û nirxandin û nivîsandin jî wek berhem derketine. Ji bo me jî wek lêkolînvanên jin bûye berhemeke qedirbilind ku em lêkolînên xwe hîn xurtir bikin û ji bo bêbandorkirina wê çandê têbikoşin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî dahûrandineke gelekî xurt e. Herî dawiyê jî di nameya xwe ya 8’ê Adara îsal de ya ji bo tevahî jinên têkoşer û çalakvan, careke din pirsgirêka jin û çavkaniyên wê yên dîrokî vekir û nirxand. Rêber Apo wiha jî got, “Divê jin Çanda Satî binasin û xwe ji bin bandora wê xelas bikin. Pêdivî heye ku hûn wek jin wê çandê pir baş lêkolîn bikin û bandora wê di nava jin û civakê de rakin.”
Jixwe dema ku em rewşa jin û civakê dahûrandin dikin em pir zelal bandora wê ya di nav gelê Kurd de jî dibînin. Herî zêde jî Rêber Apo di şexsê birêz Pervîn Buldan de dahûrandin kir. Hewl da peyama xwe bigihîne hemû jinan û civakan. Bal kişand ku heya xwe ji wê çandê rizgar nekin wê xencera di pişta civakê de jî dernekeve û wê ti guhertinên demokratîk çênebin. Niha em wek jin û civaka Kurd tişta pêdivî pê heye divê em fêm bikin û pêk bînin. Em hemû jî dizanin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Manîfestoya nû ya weke duyem Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê bi nav dike de got, “Wek tê zanîn fîlozof Buda gotiye ku heyanî civak wê xencera di pişta xwe de dernexe nikare xwe bi tevger bike. Ez jî li ser gotinên Buda wiha zêde dikim û dibêjim, ‘Xencera di pişta civakê de koledariya jinê ye û heya jin azad nebe wê civak azad nebe!’”
Dema ku ez jî wan hevokan dixwînim û li ser lêhûrbûn dikim, dibînim ku jin û civak birîndar in. Ewqasî birîna wan kûr bûye ku adab girtiye û divê ew bi xwe birîna xwe paqij bikin, dermanê wê yê herî rast jêre deynin. Bêguman sedem jî ewe ku yê ji destpêkê de jin û di şexsê jinê de, jî civak birîndar kiriye mêr bi xwe ye. Hîn jî ew xencera xedrê di pişta civakê de ye û herî zêde jî jin wek zayend zerarê dibinîn. Hîn jî ji birîna wan xwîn dirije û li benda dermankirine ye. Jixwe qet jî nayê bawerkirin ku ew kujerên kastîk birîna civakê derman bikin û pirsgirêkên koledariya jinê jî çareser bikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekez dike ku wê jin pêşengtiyê ji civakê re bikin û sedema wê jî wiha dide diyar kirin: “Jin ew netewe ye ku ji destpêkê de hatiye mêtingehkirin û hîn jî mêtingeh e!” Ez jî wek jinek çalakvana siyasî û azadîxwaz ez dibêjim ku tekez divê em gotinên Rêber Apo bikin guhar û têxin guhê xwe. Ji ber hemû ji bo feydeya me gotiye û hîn jî dibêje.
Her çendî me perspektîfên Rêberê xwe bi temamî wek jin pêk neanîne jî, derfet heye em pêk bînin, lêkolînên xwe xurt bikin da ku em bigihêjin qinyata ku derfetên serkeftinê hene. Berhemeke pir mezin ji mîrateya jinên cîhanê û yên Kurdistanê ya ji her hêlî de heye. Divê em jî wek jin û civak xwe di nava hewcedariyeke mezin de bibînin da ku em ji dil û can xebat bikin, bibin jinên jîr, zana û jêhatî. Em azadiya xwe û civakê misoger bikin û xwedî li têkoşîn û keda Rêber Apo ya zêdetirî 50 salî derkevin. Em azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe pêk bînin. Divê di serî de em wek jin xwe bigihînin qinyata ku azadî girêdayî daxwaz û têkoşîna me ye. Li gorî vê tekez pêdivî heye em xwe zana bikin, ji xwe bawer bin. Nexasim jî di warê fikrî, zanebûn û xwerêxistinkirinê de divê em têkoşîna xwe pêş bixin. Di vê mijarê de hewldana min heye ku ez fikir û ramanên xwe bi rengekî zelal bi we xwendevanên hêja û qedirbilind re, parve bikim.
Divê mirov di nêrîn û rexneyên xwe de zelal be. Ji ber em di warê hişmendî de guhertin û veguhertinê çêdikin. Ev guhertin û veguhertin jî wê bi kesayeta Emel Welat, çênebe. Dibe ku denge wê negihêje her kesî. Bêguman ku dengê me hemûyan bi hev re be wê stûnên qewîn ên arşê asîmanan bihejîne û guherînên dîrokî çêbike. Di mijara Çanda Satî de eger em niha pirsek wiha jî bikin, tekez em ê ne poşman bin. Ji ber pêdivîyeke pir lezgîn bi fêmkirina vê çandê heye. Divê em di serî de wek jin pir baş lêkolîn bikin û bi civaka xwe bidin fêmkirin. Wek tê zanîn li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kovara Jineolojî tê weşandin, ji hejmara kovara Jineolojî ya vê carê jî çalakvana jin Fîgen Aras li ser Çanda Satî gelek mijar nirxandin û hewldaneke pir xurt kir ji bo ki me xwendevanên vê kovarê bide fêmkirin bê ka, mijar çi ye û çareserkirina wê jî wê çawa were kirin.
Min gotara birêz Fîgen Aras xwend û ez ji keda wê re hurmet raber dikim. Lê ji me her kesî tê xwestin em wiha lêkolîna xwe xurt bikin da ku çareseriya me jî rast û guncav be. Birêz Fîgen Aras dibêje, “Ev çanda mijara gotinê di seranserê dîrokê de li ser erdnîgariyên cuda bi guhertinên cuda derketiye pêş. Gelo Satî dikare dîsa wekî xwedawendek were naskirin?” Fîgen Aras têkildarî pênaseya hebûna jinan a bi rêya mêran dibêje, “Ev mijar bûye yek ji rêbazên ku newekhevî di nava jin û mêran de hîn kûrtir bibe. Jin di tevahiya dîrokê de kirine kole.” Ev pênase di her erdnîgariyê de xwe bi awayên cuda daye nîşandan. Yek ji awayên herî berbiçav jî “çanda Sati” ye, ku li Hindistanê weke kevneşopiyeke Hindî tê zanîn. Jixwe dema em li ser wê çandê lêkolîn dikin û dixwînin wê demê em hîn baştir haj li Çanda Satî dibin.
Wek tê zanîn Çanda Satî di van demên dawiyê ketiye rojeva tevgera jinên Kurd û her kes dibîne ku erkdar e wê çandê wergerîne çandeke hemdem û demokratîk da ku xencera di pişta civakê de derkeve û hişmendî ji koledariyê xelas bibe. Divê em di serî de wê rastiya ku veguherîna ji çanda xwedawendê ber bi koletiya jinan ve çawa çêbûye lêkolîn bikin û li çareseriya wê jî bigerin. Satî, kevneşopiyeke kevnar a Hindî ye ku niha qedexe ye, tê wateya “jineke ku xwe ji bo mêrê xwe feda dike”. Li gorî felsefeya çîna Rajput, Satî tê wateya jineke rastgo ku xwe wekî diyariyekê pêşkêş dike. Di vê kevneşopiyê de, jineke ku mêrê wê miriye û ew jî, xwe li ser agirê cenazeyê mêrê xwe jî xwe dişewitîne, di vê rewşê de, jin bi zindî tê şewitandin. Lê belê, ev çand ji bo mêran derbasdar nîne. Bandorên çanda Satiyê îro jî li Rojhilata Navîn û li çar aliyê cîhanê tên dîtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî daxwaz dike ku hemû jin vê çandê lêkolîn bikin û diyar bikin ka wan ev çand heta çi radeyê tecrûbe kiriye û çiqasî jî xwe jê rizgar kiriye.
Çanda Satî bi xwe wek nîşanekê ye li ser hebûna jinan e. Fîgen Aras çanda Satî bi gotinên “Li Hindistanê, ev tê wateya ku jinekê diavêjin nav agirê mêrê wê yê mirî, yan jî jin xwe diavêje nav agirê mêrê xwe terîf dike û dibêje, “Ji hêla têgehî ve Satî wekî jinekê ku piştî mirina mêrê wê, civak wê davêjin nav agir an jî ew xwe davêje nav agir, tê zanîn.” Lê niha li vir pirsek tê hişê mirovan ku ew gelo armanca mebestkirî ya çanda Satî çi ye? Ev çand di jiyan û nasnameyên jinan de çi nîşan dide? Tam di vê çarçoveyê de em rastî wê ramanê tên ku jin berdewama mêran in, cîgir in, hebûnek in ku aîdî wan in, girêdayî wan in û divê bêyî wan nejîn. Ji ber vê yekê, heke mêrê xwedîker bimire, divê jin jî bi wî re bimire. Ji ber terikandin tê wateya bêmêr mayînê. Ji vê perspektîfê ve, Çanda Satî nîşaneyek tirsnak e li ser hebûna jinan. Ev kevneşopî bi hezaran salan li Hindistanê dom kiriye. Veguherîna ji xwedawenda serhildêr Satî bo jineke kole.
Fîgen Aras dide zanîn ku Satî xwedawendeke li Hindistanê ye, xwedawendeke hezkirî, bihêz, enerjîk, afirîner û dilsoz e. Lê ji karaktereke erênî veguheriye karaktereke neyînî, pasîf, neçalak û girêdayî. Fîgen vê veguherîna balkêş wiha şîrove dike, “Di mîtolojiyê de, Satî xwedawendek e ku dema bavê wê nahêle, bi mêrê jê hezdikir re bizewice, xwe diavêje nava agir.” Wek ku Xwedawend Satî li dijî biryara bavê xwe, derkeve û nerazîbûna xwe bide nîşandan û li wir serhildan heye, li wir hêrs heye, nîşaneya îradeyê heye. Bavê Satiyê naxwaze ku keça wî bi kesekî wek wî xwedayî re bizewice. Em dikarin vê yekê wekî pêvajoya biryardayîna jinê bi nav bikin. Bêguman xweavêtina nav agir, kuştina xwe, girêdayî çerxa jiyanê ya di mîtolojiyê de ye. Divê ev wekî xwekuştin neyê fêmkirin. Lê belê, ev mîtolojî ewqas belav dibe ku berevajî wê kevneşopiyek tê destpêkirin da ku jinan di şexsê Satiyê de veguherînin hebûnên ku bi ‘mêrên’ xwe ve girêdayî ne, bêyî wan nikarin bijîn û bêyî wan bêqîmetin.
Bi vê kevneşopiyê re piştî mêr, jin tên şewitandin. Mîtolojiyek wek bi awayê ramanê ketiye destên kesên desthilatdar. Fîgen Aras tekez dike ku di seranserê dîrokê de gelek mînak hene rastiyên jinan hatine berevajîkirin yan jî serûbinkirin. Bi raya wê mîtolojiyeke awayekî ramanê ketiye destên kesên desthilatdar. Fîgen dide zanîn ku di mîtolojiyên Hindiyan de, pêkhatin û hebûn bi nirx û bandorek mezin di pileya felsefî de têne vegotin û wiha pê de diçe, lê belê, wekî ku me diyar kir, hilweşandin, berevajîkirin û tarîkirina rastiyên jinan bi rastî ve girêdayî ye ku ev mîtolojî ji wateya xwe têne derxistin, serûbin dibin û li gorî îro têne nirxandin. Ji ber ku mîtolojî rêbazek ramanê ye û dema ev rêbaza ramanê dikeve destê desthilatdaran, dibe yek ji mezintirîn avantajên parastina hêza wan. Li vir Satî ji xwedawenda bilind, hêja, rêzdar û afirîner vediguhere jineke kole, ya girêdayî ‘mêrê’ xwe ye, piştî wî, wê jî diavêjin nav agir.
Jixwe pêdivî heye were zanîn ku li her herêmekê ‘Satiyek’ cuda heye. Bêguman, Çanda Satî ne tenê bi herêmekê ve sînordar e. Wekî rêbazek têgihîştinê ye, ew di herêmên cuda de bi navên cuda xuya dike. Fîgen Aras çend mînakan ji herêmên cuda dide û dibêje, “Bêguman, guhertoyên cuda yên pratîkên wiha bi awayên cuda li herêmên cuda xuya dibin.” Di lêkolînan de li gorî xuya dibe li Çînê, jin neçar diman ku pêlavên hesinî yan jî dar li xwe kin û yên du hejmar piçûktir li xwe bikin da ku xweşiktir bimeşin û lingên wan qalibê xwe zirav û biçûk bigire. Li Afrîkayê, jin dema hîn zarok in li dora stûyê xwe zengilan bilefînin da ku ew dirêjtir bibin û sinetkirina jinan ku hîn jî li 25 welatan pêk tê û hwd. rû didin. Sinetkirina jinan jî cureyek ji çanda Satî ye û hîn jî berdewam dike. Wek nimûne, sinetkirina jinan jî guhertoyek ji kevneşopiya Çanda Satî ye.
Peyama li vir tê dayîn ew e, jina sinetkirî berî her tiştî garantiyek e ku ew heta zewaca xwe bi ti mêrekî re têkiliyeke cinsî nake, yanî ajoyên jinan ditepisînin û berevajî wê jî yên mêran wek sinetkirin ji bo ajoyên wan ên cinsî xurtir bibin û neslê xwe zêde bikin. Divê were zanîn ku jin êşeke pir mezin ji ber wê sinetkirinê dikişînin. Ji ber bedena wê derfetê nade vê mijarê û nexweşiyên giran li wan peyda dibin. Em dizanin ku bi qasî 30 milyon jin hatine sinetkirin û gelek ji wan jî dikevin rewşa mirinê. Ev kiryar hemû li welatên Misilmanan diqewimin. Dema ku em dipirsin çima kiryarên sinetkirina jinan, bersiv jî ew e, ji ber ew milkê mêr, malê mêr, kelûpelê mêr e -pênaseya rastî ya divê mêr çi be- tê bîra mirov. Wekî çandekê, Çanda Satî bi avêtina nav agir an kuştina piştî mirina, mêrê xwe nesekinî ye ew heta îro bi awayên curbicur berdewam kiriye.
Di ol, felsefe û zanista yekxwedayî de jin çawa tê têkilîkirin Fîgen Aras diyar dike Sati jî îdeolojiyek e, ev îdeolojî jî destnîşan dide ku divê mêr li jor jin werin pênasekirin û mînakên pênaseyên jinan jî di ol, felsefe û zanista yekxwedayî de dide wiha ye. Fîgen Aras tîne ziman ku dema mêr tên mezinkirin, mêranî bi rêya polîtîkayên curbicur tê avakirin û wiha berdewam dike: “Ev bi pêvajoyekê re têkildar e ku bi piranî bi keda jinan, vîna wan û bedena wan çêdibe. Ji ber vê yekê, tê gotin ku divê jin qet nebin û nikarin bibin yekane. Tê gotin ger ya kesekî din be, ev hebûn tenê dikare xwe îfade bike. Me behsa mîtolojiyan mînak dema ku ev polîtîka tên pêkanîn kir. Lê em di olên yekxwedayî de jî gelek mînakan dibînin. Tiştê ku em jê re dibêjin dirêjayîkirina mêrekî, cîgirê mêrekî, girêdayîbûna bi mêrekî di felsefeyê de jî tê xuyakirin. Mînak, felsefeya Yewnanî dibêje, ‘Jin mêrek kêm ji dayîk bûyî ye, Jinek, heywanek ku seqet ji dayîk bûyî ye.’”
Dema ku em li zanistê dinêrin, tê dîtin ku ew jî heman metodek ramanê ye. Di her warî de ji biyolojiyê bigire heya zanistê, jin her gav wekî duyemîn, her gav bêqîmet têne dîtin. Lê tişta girîng li vir çi ye? Tekez yekîtî, rêxistinkirin û çalakbûna jinan e. Divê jin xwe bikin yek û ji bo bidawîkirina Çanda Satî ku li her deverê xwedî bandor e têbikoşin. Pêwîst e jin û civak xwe bikin yek. Destpêkê wê çandê û hişmendiyê ji nava xwe rakin û xwe di warê fikir û ramanê de azad bikin. Divê her yek ji me jin û mêr xwe di warê fikrî de kûr bikin. Li hember wan kiryarên dermirovî yên li ser jinan û civakê têkoşîn bikin û dawiyê li Çanda Satî bînin. Hewce ye mirov vê reşatiyê ji ser fikir û ramanê civakê rake da ku pergala civaka demokratîk were avakirin.




