PÊNÛSA AZAD

Cûdî Cizîr

Dema  pênûsê dixim nav tiliyên xwe, dikevim nav xeyalan û hizrê min gerdûnî dibin. Di têkoşîna me de ti cudahiyek di navbera teqandina çek û bikaranîna pênûsê de tine. Li hinek cihan pênûs, zimanê fikr e, ji çekê hezar qat zêdetir şer dike. Di encam de di bingehê hestên me de xizmeta ji armancekê re heye. Ji ber wê bi pênûsa xwe re şer dikim û bi hevrêyên xwe re parve dikim. Her wiha  mirovahî bi derketina nivîsê re gavek mezin avêt. Beriya nivîsandin derkeve kîjan civakê çi dikir, mirov dikarê bêje di tariya dîrokê de dima. Bêguman pêşveçûna mirovahiyê çareserî anî holê ku hin cureyên nivîsandinê afirand. Bi wê yekê re tişta jiyane û fikirîne gihandin rojên pêşiya xwe. Her nifşekî ji serpêhatiyên nifşê berê feyde girt. Bi vî awayî civaka xwe pêş xist..

Divê mirov rast bihizire, mezin bihizire. Hewce ye mirov mezin dest pê bike û mezin encam bigire. Em mehkûmê serkeftin û azadiyê ne. Şoreşa me zêdetirî nîv sedsalê ye di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Çanda civaka Kurd ji her alî ve xwe bi koka xwe ve da girêdan. Li ser vê çanda bi kok xwe ji nû ve, di her qada jiyanî de afirand û pêş xist. Em milîtanên Rêber Apo ne. Em milîtanê fedayî ne, weke Rêbertiya xwe. Ji ber Rêbertiya me rêbertiyeke fedayî ye, em jî milîtanên Rêbertiyê ne. Bi Rêbertiyê re hevaltîkirin, bi Rêbertiyê re hatina girêdan, bi axaftinê nabe. Ev bi çi çêdibe? Bi awayê mirov taybetmendiyê Rêbertiyê ji bo xwe esas bigire çêdibe.

Derketina Rêber Apo li hemberî tinekirina Kurdan e. Gelê Kurd bilez hewl dide xwe nû bike. Xwe di warê netewe, azadî, jiyan û fizîkî de nû dike. Xwe hêdî hêdî ji mirin, derew, xew û rezaletên hezar salî rizgar dike. Naxwe mirov bêje,  “Heke têkoşîn û pênûs nebe Kurd nikarin serkeftî bin. ” bêguman li cihê pênûs û fikir were astengkirin, wê têkoşîna çekdarî bikeve rojeva mirovan.  Bi vî rengî hemû mirovên ku destê wan pênûsê digire,  bila Rêber  Apo hîn ji nêzîk ve binasin, li ser şoreşgeran binivîsin in, hizir û ramanên Rêbertî li cîhanê belav bikin.  Mînak, em bêjin civaka Kurd, gelê Kurd, Kurdistan dayika me ye. Divê mirov ji bîr neke ku pêşketinên di nav Tevgera me de xwedî karaktereke pêngavker e.

Bi Tevgera me re, serwextbûna Kurdan hêviyê dide hemû cîhanê. Astên hatine qezenckirin di asta biryarên girîng ên merheleyî de ne û hin encamên pêkanînê bi xwe re tîne. Mirovên nû berxwedêr e. Mirovên berxwedar, mirovên rêxistinî ne. Mirovên rêxistinî mirovên şerker in û ew jî azadîya gel pêş dixin. Gelo, hûn dizanin çima welatê me  mirovên li ser xaka xwe mezin dike, bi xwe ve dide girêdan? Çima gelek jin û xortên leheng li efsaneyên xwe yên dîrokî zêde dike? Çima mirovan evîndarê xwe dike? Ji ber welatê me di nav bedewiya ramanên Rêber Apo de xwe pêçaye.

Li Mezopotamyayê  bi bedewiya dilê şoreşgerên Apoyî re, jiyan nazik û narîn diherike. Kurdistan yek ji welatên herî xweş e ku her çar demsal bi hev re lê tên jiyîn. Di biharan de hemû cureyên gulan, kulîlk, sosin, beybûn, nêrgiz û rihan reng didin. Rastiya welatê me her demê bi bedewiya  xwe ber bi hêviyên dilê mirovan ve dirêj dibe.

Bingehê paradîgmaya me ya nû nirxên civaka komînal esas digire. Nirxên civaka komînal jî afirîneriyên jinê ne. Di rojevkirina wê de jî mîsyona pêşengiyê ji jinê re hatiye dayîn. Bi her mirovên girêdayî serkeftinê re jiyan nirxdar e. Îro di civakên weke herî pêşketî tên pênasekirin de jî, pir cidî ji cewhera mirovatiyê dûrbûnek tê jiyîn. Meta weke hinceta hebûna îdeolojiya kaptalîzmê ya bingehîn, ketiye şûna her tiştî. Ev dûrbûna di cewherê xwe,  mirovahiyê ber bi felaketên ne diyar ve dibe. Di vê qonaxê de tişta herî zêde pergal bi kar tîne jî jin e. Ji ber pergal xwedî felsefe, kesayet û feraseteke nêr e.

Tevgera me li cihê ku cara yekemîn mirovahiyê lê jiya ye, şerekî bingehîn ê ji bo afirandina vejîna nû û cewherê mirovahiyê pêş xist. Berxwedana Rêbertî piralî ye. Tenê ne di warê bedenî de ye. Bi salan li hemberî şert û mercên pir giran berxwedanî, bi saya berxwedana piralî pêş ketiye. Rêber Apo nêrîn û fikrên xwe gihand me û dijmin vala derxist. Diwarên zindanê nas nekir. Tevî qûtbûna fizîkî, gihiştina fikrî pêk anî. Em bi fikrên Rêbertî dikarin bi Rêbertî re bijîn, bigihîjin hevdu û sînoran rakin. Eger mirovek dibêje “Ez xwedî kesayetekê azad im” pêwîst e xwe îspat bike. Eger îspat neke di jiyana me de cihê wî nîne. Azadiya beden, giyan û hizirandinê gelek pêwîst e.

Azadbûna şoreşgerî dikare xwezayîbûnê bi dest bixe. Em dizanin ku her şoreşek şerê afirandina xweşikbûnên xwe dide. Di rastî de şoreş ji bo xweşikbûnê ye. Ji bo jiyaneke ku zêdetir tê pejirandin e. Naxwe mirov bêje ku pênûsa me bi qasî çeka me  pir xurt e û nivîsên me jî nirxên pîroz in, divê dilsozbûn were zanîn. Eger em  weke Rêber Apo dixwaze bijîn, şoreşa hişmendiyê ku daniyê pêşiya me pêk bînin, di aliyê fikrî de tiştên nû ava bikin, tê wateya em bi Rêbertî re dijîn, em azadiya fizîkî ya Rêbertî pêk tinin. Rêber Apo  dibêje,  “Mirovê bi min ve girêdayî, mirovê ku min bi zanistî fêm dike û dixe piratîkê ye.. Divê em ji vî alî  ve baş fêm bikin.  Fêmkirin, di zanebûna azadiyê de pêşxistina gaveke mezin e. Di rêxistinbûn û çalakiya wê de gav avêtin e, serkeftin e.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button