“Pirtûk Di Nav Pirtûkên Min De Hatiye Rêzkirin”

Rustem Cudî:

“Ev roman rastî ye û ne hêlîna xeyalan e, ev rastiyeke ku piraniya ciwanên temenê min jiyane, çîroka min ne xerîb e, wekî ku doza gelek ciwanên vî welatî ye. Di roja yekemîn meha sisiyan di sala 1992an de, ez hatim vê cîhanê, û min jiyana xwe di malbateke gundî de dest pê kir û malbata min bi çandinî û xwedîkirina sewalên mijul dibûn, em eslên xwe Erebin. Di destpêka jiyana xwe de min ji temenekî biçûk ve bala xwe dida xwendina Şerîatê (zagona îslamî), û min li mizgefta gund dest bi xwendinê kir û, mamoste min şêxê mizgeftê bû. Wî ez rast bi Îslamê da nasîn û li ser vî esasî mezin bûm, rojên pir xweş bûn. Me kîn û nefret nedizanî, Ne bi cureyeke nijadperestiyê bû, yan jî em dikarin rasttir bibêjin ku ti cih ji bo îfadekirina ramanê tune bû ez nizanim Kurd çi ye, Ereb, Xirîstiyan, Êzidî an jî Aşûrî Ermenî dihat wateya wê demê. Ev gotin hemû di bin banekî de kom dibûn. Em dixebitîn, dilîzin, dixwin, vedixwin, bêyî cudahiyên olî û etnîkî dijîn. Niha min hîs kir ku ew rojên xweş xewneke xweş bûn û di bîra min de asê bûn.

Pirtûk Di Nav Pirtûkên Min De Hatiye Rêzkirin

Di destpêkê de dema ku min di pêşgotinê de ji we re behs kir, ev hevgirtin di nava civakê de hebu, di zaroktiya min de tu cudahî û nijadperestî ne bû, lê dema ku ev nifş bi awayên cuda yên jiyanê hate dabeşkirin, min rêya xwendinê di dibistanên hikumetê de hilbijart û dest bi çuna dibistanê kir, Hin hevalên min rêya perwerdeyê di saziyên olî de hilbijart û yên din jî awayê jiyana xwe di kar û çandiniyê de xurt kirin û perwerdeya xwe temam nekirin, û her rêyek li gorî mirovan negatîf û pozitîf heye, ez xwendekarekî pir jîr bûm di dibistanê de, li tiştê ku min meraq dikir ew e ku pirtûk di nav pirtûkên min de hatiye rêzkirin. Min navê pirtûka (Pirtûka Netew) fêm nekir Neteweperwerî tê çi wateyê û têkiliya me bi vê pirtûkê re çi ye? Ew pirtûk ne xema min bû. Mamoste min çi ji min dixwaze ji vê pirtûk ê ezber bikim min ezber dikir li min ne dixwest fêm bikim. Min normal vê materyalê re mijûl dibûm wek ku pirtûkeke xêzkirinê ye. Lê ev pirtûk di hemû rêzên ku ez lê digerim de bi pirtûkên min re ma, û tiştê ku tê de heye ew bû ku serkeftinên Erebî ne, û navê hin şervanên di şerê nûjen de û tiştê ecêb ew e ku pirtûk pîroze û divê her tiştê di nava wê da were xwendin, lê belê ev meteryal li cem me ne girîng bû. Dema ku hişmendiya min di ciwantiyê de dest bi zêdebûnê kir, min dît ku li dibistanê ji ber cudahiya ziman bi hin hevalên min ên Kurd re zilm dihat meşandin, û wan li hevalên min dixistin dema ku bi zimanê xwe yê dayikê diaxvîn, ev yek min pir aciz dikir, ji ber ku min bi vî zimanî dest bi jiyana xwe kir û di wê demê de ji ber ku bapîrê min bi jineke Kurd re zewicî bû, min ji temenekî biçûk mezin kir. Ji ber ku zarokên wê tune bûn û ez neviyê yekem ê malbatê bûm, û ez pir bi wê re rûken bûm û gelek caran ez dibirim malbata wê û wan gotinan fêrî min dikir û pismamên min ên din ji tevliheviya, Kurd û Ereb hez nedikir ku tu ferq di navbera me de heye , û apê min jî bi jineke Kurd re zewicî ye û heta keçên me jî ji vê pêkhateyê zewicî ne şaş e ji ber ku ol yek e û adet yek in, lê hin aliyin siyasî û partiyê din jî hene ku naxwazin ev pêkhate azadiya xwe ya tam bijî û netewperestiya xwe ya tinebûnê di wê demê de derbasî nifşên me bike, û di wê demê de jehrên fikrî dixistin mêjiyi me da ku em bê hizir û pêşbikevin da ku hemû nifşên pêşiya me ji bilî dîroka sexte û ew serkeftinên ku tu Sûdeke xwe ji niha re nagirin tu tiştekî nizanibin û heman tişt ji bo pêkhateyên mayî jî ew e, ji ber ku her pêkhateyek li vî bajarî xwedî dîrokekê ye ku pê serbilind be û adetên xwe yên ku divê ew bijî.

Tiştekî fikirê heye ku civaka me tenê makîneyên ku tenê li debara jiyana xwe digerin û piraniya hişên ku gihiştine rastiyê dişopand lê ji ber hin zagonên şaş ti îmkanên wî tunebûn ku bi azadî biaxivin, li vî welatê xweş ez ji dibistanê nîvco hiştim ji ber ku ez alîkariya jiyana malbata xwe bikim, dibistan tiştek nebû ku min teşwîq bike da ku ez temam bikim. Lê ez xwendekarekî jîr bûm û ez bi hin tiştan rabûm ku min teşwîq kir ku ez wan pirtûkên jehrî rastîya wan zanebim, û min xwendina xwe bi dawî kir. Bi awayekî din û bi awayekî rast ji pirtûkên navnetewî yên ku ji derveyî van welatan in û li vir dîroka sextekar, sûcên şer, êrîşên mirovî, berxwedana welatê Ereban a sexte, gelên çewisandî, desthilatdarên ku ji desthilatdariyên ku alîgirê hikûmetên din siyaset dikirin, lê di vê navberê de ez di artêşê de bûm leşker û gel li dijî hikûmetên xwe dest bi rabûna ser piyan kir. Rêveberiyên wan, her yek li gorî xwe, hinekan welatê xwe wêran kirin, hinekan jî bi aqilê xwe şer kirin, û hin ji wan xwe wek tawankarekî mezintir hilbijartin, û welatê min jî di van bûyeran de xwedî beşek bû, lê mixabin di nav vî gelî an jî hin komên wê de hişmendî kêm bû û ev welat bi ser çend beşan de hate dabeşkirin, her parçeyek ji aliyê rejîmeke taybet ve tê birêvebirin ku dijminahiya hemû rejîmên din dike û her aliyek li gorî bawerî, berjewendî, siyaset, an jî ji bo berjewendiya welatên din, şerê aliyê din dikir, karesatê dest pê kir û xwîna bêgunehan li kolanan rijiya, perestgehên bedew hatin hilweşandin, malbatên xizan bi temamî hatin koçberkin, hin tebeqe bi temamî hatin çiwsandin û çekên metirsîdar li ser herêmên sivîl hatin bikaranîn. Li welatê min navên ecêb derketin holê. Piraniya wan komên ku digotin îslamî ne û yên din jî daxwaza azadiyê dikin bûn, lê mixabin ev hemû kes ji welatê min nebûn û di nav wan de mirovên derve hebûn ku dixwestin îslamê be wêneyekî şaş be kar bînin ji bo berjewendiya xwe, û dixwazin dewlemendiyên vî welatî kontrol bikin, û ev hemû herêma min hê jî ewle ye heta ku ew lehiya qirêj hin dever ji hev hat veqetandin. Li vir em bi rêz û hurmet bejna xwe li hember lehengên ku li hember wê bahoza ku gef li vê parçeyê welatê min dikir rabûn, van lehengan li hember wê xeteriyê li ber xwe dan û ew xerabî ji gelên herêmê têk birin, bi hemû mêrxasî û bi çekên pir sivik ev partî dest bi xuliqandina rojê kir û rêgezên wê zelal bûn. Di wan şeran de gelek ciwanên me şehîd ketin, ez dibîjim serî gelê me saxbe. Em bi wan qehreman heya wan rojan hatine. Şehîd Ronahiya me ne. Şehîd ji bo pêşerojî û ji bo Ronahiyeke baş cane xwe feda kirin. Em mîneddarî şehîdane. Şehîdên me qehremanên me ne.

Min Kadroyên Wê Nas Kirin, Min Ji Wan Hez Kir

Ez çûm malê û silavê xwe bi malbatê re bi dawî kir û tevlî tevgera azadiyê bûm, tu fikarên min li ser vê tevgerê tune bûn, min kadroyên wê nas kirin, min ji wan hez kir û ez ji wan fêr bûm ku divê ez çi fêr bibim û çi bikim, me çek bi hevdu re parve kir û me dest bi paqijkirinê kir. Di destpêkê de tevgereke Kurdî bû û piştre bû tevgereke ku hemû mezheb, nijad û zaravayan dicivîne. Em bûn perçeyekî hunerî ku bi rengên herî xweşik hatiye xemilandin.  Di vê tevgerê de min gelek tiştên ku di jiyana xwe de xizmetê ji min re dikin fêr bûm. Girîngiya hevaltiyê û girîngiya mafên wekhev ên malbatê. Min xwend, nivîsand û pirtûkên wê da civakê. Min dîroka rastîn û lehengên wê yên rastîn keşf kir, me kêliyên ku nayên jibîrkirin û hestên germ ên rastîn jiya. Destkeftiyên rasteqîn û pêşketina fikrî, leşkerî û rêxistinî ji raya giştî re dest pê kir, serketinên ku dewletên herî bi hêz di cîhanê de nikaribûn bi dest bixin û tevgera geşbûnê dest pê kir, ev hemû jî ji ber rêveberiya mamosteyekî zana. Li pişt girtîgehê, yê ku jiyan zû fam kir û karibû bi hin xetên fikrê xwe ji dilê me re ragihîne, gotinên wî gihîştin zaroka herî biçûk a vî welatî û karîbû bi hêsanî wan fam bike. Em hemû bira ne, em xwedan maf in! Ez dikarim jiyan bikim ku ez mirov im ez ne pût im, Gelê Ereb rastiya xwe fam kir. Gelê Erep bi saya fikrê Rêber Apo hebuna xwe naskir. Gelê me rastiyê jiya û got ez ne xulamê kesekî me. Serketinên balkêş û pêşketineke berbiçav, encamên biratiya gelan a rast ji ber guhertin û tevlîhevkirina netewêndin em ji gelek cih û herêmên din hatin koçberkirin. Me rastiya xwe û hebuna xwe bi saya fikrê Rêber Apo naskir. Rêber Apo rastiya me ji me re da nasîn. Em serbilindin û gelek keyfxweşin. Rêber Apo Ronahiya me ye. Gelê Erep heqiqeta edî nasdike û li gorî wî dimeşe. Ew fikre fikrê me tevaye. Rêber Apo Rêbereke gerdonî ye. Komployên mezin ji bo rûxandina rêya ku em tê re derbas dibin, ez û lehenga em bawer in ku niyetên wan derewan li talan û talankirina dewlemendiyên vî welatî dikin, û radestî hêzên derve dikin ku dixwazin ziyanê bidin welatê me. Rola min û yên li gel min qehremanan ji bo ku dirûşma azadiyê li ser nifşên pêşerojê bihêle divê pirtûkên ku rastiyê hildigirin û di dilê xwe de îlhamê didin, hezkirina fêrbûn û evîna vê axa bedew ku  ji xwîn û xwêdana me yên beriya me, şehîd in ku lehengên rasteqîn ên vê romanê ne. Ez xemgîn im ku min behsa van lehengan nekir, pênûsa min nikare wan pênase bike, ez li ser rêya wan im. Rêberê me ji me re dibîje şehîdê zindî û ez bi vê serbilind im û tu carî poşman nebûm, lê carinan ez poşman dibim ku ez ji rêya çekên rastîn dûr im, û niha tenê çeka min ev pênûsa min ya kû niha ez bê dinvisînim.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button