Vejîn Û Barînê Bi Dengên Xwe Yên Zîz Eniyên Berxwedanê Gur Dikirin

Şoreşa Rojava li qelîştekên serpêhatiyên gelek jinên ji bo azadî û parastina welatê xwe tiştên herî giranbuha feda kirine û gihaştine asta şahadetê, veşartiye.

Du hevrêyên jin; Semîre Osman û Dünya Bekir jî ji wan jinanin ku têkoşiyane û bi berdêla canê xwe heta kêliya dawîn welatê xwe parastin. Semîre û Dünya du jinên ciwan ên hunermed, hevrê û şervan in. Her du heval ji Efrînê bûn û bi malbatên xwe re li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi cih bûbûn. Her du hevrê di Sibata 2018’an de di Berxwedana Serdemê de, li warê xwe Efrînê şehîd bûne.

Semîre û Dünya damezirînerên yekemîn ên koma stranan bûn

Semîre û Dünya di 2013’an de bi avabûna Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê re tevli navendê dibin. Wê demê Semîre 12 û Dünya jî 13 salî ne. Bi hunermend û endamên navendê re Koma Stranan a Şehîd Nûr El-Dîn ava dikin.

Di wê demê de koma wan yekemîn koma stranan ya taxa berxwedanê bû. Semîre û Dünya ji ber dengên xwe yên zelal û behreyên xwe yên hunerî bûn pêşengên komê. Semîre û Dünya 3 salan di komê de kar kirin û tevli hemû karan dibûn.

Dema ku di 2016’an de çeteyan êrîşî taxa Şêxmeqsûd kirin, şêniyên taxê bi hevgirtineke mezin li ber xwe didin û piştgiriya zarokên xwe yên li eniyên şer, dikin. Semîre û Dünya jî ji bo taxa xwe biparêzin berê xwe didin eniyên şer û li dijî êrîşên hovane yên çeteyan li ber xwe didin.

Her du hevrê bi rojan di eniyan de li kêleka şervanan çeperan çêdikin. Her wiha bi rojan li ser bendên kontrolê disekinin û ji şervanan re dibin çavkaniya moralê.

Birayê Dünya, Mihemed Bekir ê bi nasnav Dilşêr di eniyên berxwedanê de şehîd dibe. Şehîd Dilşêr wê demê endamê Hêzên Asayîşê bû û di parastina taxê de şehîd dikeve. Şehadeta birayê wê bandoreke mezin lê dike. Dünya soza şopandina rêya birayê xwe dide û çeka wî hildide.

Dünya di 10’ê Hezîrana 2016`an de bi nasnavê Barîn Dilşêr tevli şerê Şêxmeqsûd dibe. Semîre jî bi tevlêbûna hevrêya xwe pir bandor dibe û piştî 10 rojan bi navê Vejîn Elî Şêr tevli refên YPJ’ê dibe. Her du heval heta serkeftina berxwedana taxê di eniyên şer de li ber xwe didin.

Bi dengên xwe yên zîz di Berxwedana Serdemê de amade bûn

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî kantona Efrînê dike, şervanên YPG û YPJ’ê yên Şêxmeqsûd cihê xwe di eniyên Berxwedana Serdemê de digirin. Barîn û Vejîn jî tevli berxwedanê dibin. Her du hevrê heya mehekê bi lehengî şer dikin.

Semîre (Vejîn) cihê xwe di eniya gundê Meimila yê girêdayî navçeya Recoyê de digire û piştî berxwedaneke bêhempa di 12’ê Sibata 2018’an de şehîd dibe.

Dema ku Semîre (Vejîn)  şehîd dikeve, Barîn di eniya gundê Mosaka yê navçeya Racoyê de ye. Barîn jî piştî hevala xwe bi 6 rojan yanî 18’ê Sibatê şehîd dibe.

Her du hevrêyan mîrateyeke tijî têkoşîna jinên Rojava li pey xwe hişt. Ew tevli karwanên jinên berxwedêr ku destan bi lehengiya xwe nivîsîne, bûn.

“Em di komê de 6 kes bûn û me bi yek giyanî kar dikir. Tebeqeyên dengê Semîre (Vejîn) û Dünya (Barîn) taybet bûn. Her du ji aliyê her kesî ve dihatin hezkirin û gelek ji kar hez dikirin. Tevî karên xwe di komê de her duyan di eniyên şer de alîkariya şervanan dikir û çek rakirin.” Dema ez her duyan bi bîrtînim, israra min ya berdewamkirina têkoşînê di warê hunerê de zêde dibe. Beriya ku Dünya (Barîn) tevli YPJ’ê bibe, hat xatir ji me xwest. Wê demê ji me re got ez hêvî dikim hûn rêya hunerê berdewam bikin.”

“Dema ez tevli komê bûm, hejmara me temam bû. Lê hebûna Dünya (Barîn) di nav me de atmosferek şadî û hêviyê çêdikir. Têkiliya di navbera Dünya (Barîn) û Semîre (Vejîn) de xurt bû, her du heya saetên dirêj di perwerdeyê de diman û em jî teşwîq dikirin. Me li navendê demên dirêj bi hev re derbas dikirin.” Dünya (Barîn) û Semîre (Vejîn) bi tevlêbûna nav refên YPJ`ê de îspat kirin ku wan parastina welat ji xwe re wek berpirsyarî dabû ser milên xwe. Ji ber ku di berxwedana serdemê de jî bi rihê herî wêrek li ber xwe dan. Ji bona vê jî bi rastî jî berxwedana serdemê ji ber wî rihî ewqasî berdewam kir.

Efrîn rizgar kirin ji bona me ji her tiştî girîngtire. Em ê Efrînê rizgar bikin xeyalê Vejîn û Barînê pêk bînin.

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button