Di pêşengiya Rêber Apo de em ê bi ser kevin
Cûdî Cizîr

Êdî bibihîzin! Çavên xwe vekin! Li pişt her bilindbûna berbanga rojê, qîrên me yên hêviyê bilind dibin. Belê em dibêjin, Kurd û Kurdistan. Kurdistan dewlemend e, her kesî berê xwe daye welatê me. Eger erdnîgariya me ne dewlemend bûya, wê hêzên emperyalîst û dagirker neketibana xaka Kurdistanê. Ey mirovahî! Di zîhniyeta kapîtalîzmê de welat, milk e. Li ser wê bazara xwe pêş dixe. Cîhana kapîtalîstan koletî, xwînmijî, talankirin û şewitandina mirovan ji xwe re bingeh girtiye. Em hem bazara kapîtalîzmê û kolekirina mirovan, hem jî milkirina wê red dikin. Li ser erdnigariya em lê dijîn, dîrokek me heye, jiyanek me heye. Em bi vê mantiqê erdnigariya xwe re dibin yek û dibêjin ya me ye! Bi qasî em dibêjin ya me ye, neyarê me jî dibêjin ya me ye.
Cîhan têra me hemûyan dike. Mirov dikarin bi hev re bijîn. Kurd bi Kurditîya xwe, her kes bi netewe û nasnameya xwe dikarin pêkve bijîn. Dijminan Kurdistan kirine çar parçe. Gel parçe kirine. Gel ji pîrozbûnên wan dûr xistine. Lê belê bi têkoşîna zêdetirî 50 salî ya Rêber Apo re pîrozbûna bi hêza civakê re pêk hat, zêdetir xwe eşkere kir û efsûniya xwe nîşan da. Her wiha em qebûl nakin ku serwer ji Kurdan re bêjin, “Ew Tirk, Ereb û Fars in.” Em Kurd in û Kurdistanî ne. Em parêzvanên welatê xwe ne. Me hemleya xwe ya destpêkê û ezmûnên xwe yên şer li welatê xwe pêş xist.
Ey Kurdistan ez ê ji te re stranan nebêjim. Lê ez dikarim dilê xwe bikim helbest û mîna baranê bibarînim. Kurdistan warê evîn û hêviyê ye. Welatê me bi heybet e, giyan e. Dema hez kir, tam hez dike. Dema hez neke jî bêdudilî bi mirovan dide hiskirin ku hez nake. Welatê me Kurdistan cihek te yê taybet di jiyana şoreşgeran de heye. Me rojên herî xweşik di hembêza te de jiya. Welatê me Kurdistan hezar caran te silav dikim…
Di vê çarçoveyê de şoreşgerên Apoyî hêjayî xweşikbûnê ne û xweşikbûn jî li şoreşgeran tê. Her cihê şoreşger diçinê rêkûpêkiyê didin wir. Şoreşger xuliqkar e, hêzeke ji xwe bawer e. Şoreşger, xwedîderketina erdnigariya mirov lê dijîn e, parastina û pêşxistina wê ye.
Bila tevahî cîhan zanibe ku welatekî me yê wiha xweşik heye. Em welatê xwe yê xweşik di destên mêtingeran de nahêlin! Em bimirim jî gelê me layîq e. Heta em mêtingeran ji welatê xwe derxin, em ê têkoşînê bidin berdewamkirin. Her xeyala min e, dema em gihiştin serkeftinê dixwazim li her devera Kurdistanê bigerim. Dîmenên wê bigirim û nivîs binivîsim. Bila kes şaş fêm neke, em ji welatê xwe hez dikin. Neyarên mirovahiyê nexşeya welatê me di bin betonê de veşartibûn. Di demeke wiha de Rêber Apo mîna teqîna volkanekê derket meydanê. Ramanên Rêbertiya me ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo tevahî cîhanê ne. Em têkoşîn didin ji bo cîhaneke bedew ava bikin. Em dizanin ku wê ev roj were û bi misogerî em ê xeyalên xwe pêk bînin.
Dema van rêzîkan dinivîsim jî henaseyek kûr ji dilê xwe dikişinim. Ji bo ku gelê me di rojên azad de bijî, me xwe ji bê dawîbûna şoreşê re kir yar. Em mirovên pir bextewar in ku di nava Tevgera Apoyî de dijîn, xwediyê xeyalên mezin in û em dinirxînin. Tevgera me aktîf e û pêşengiya guhertinên demokratîk dike. Em ê li ser xeta Apoyî têkoşîna azadî û demokrasiyê bigihînin serkeftinê. Em di jiyanê de bi qasî ku digihin wateyê, mezin dijîn. Barê me giran be jî, em di ramanên Rêber Apo de li ber hêviyên mirovan ên bi rûmet zêde dibin. Em neçar in rastiya heyî û tabloya dilê xwe xêz bikin.
Em li ku derê ne û çi dikin? Xwîna di damarên me de diherike asî ye. Em ê bibezin û bêyî biwestin. Em soz didin, heta xaka me azad bibe, em ê lêgervaniya jiyana azad a bêdawî bêteredut bidomînin…
Em bi têkoşîna jinên azad ên Apoyî digihîjin asteke hîn bilindtir û tola xwe ya pênc hezar salî radikin. Em di nava hewldaneke balkêş de ne. Divê xwîn, rondikên çavan û zilm êdî nebe çarenûsa gelê me û jinan. Yên herî zêde xwedî li xwişk û biratiyan gelan, azadî, demokrasî, aştî û xwezayê derdikevin em in. Yên herî zêde bi hêvî li pêşerojê dinêrin em in.
Em dixwazin li ser axa welatê xwe azad bijîn. Ev xwestek me neçarî têkoşînê dike. Di pêşengiya Rêber Apo de şoreşgerî û welatparêzî pêş ket, yekîtiya neteweyî tê afirandin. Her çiqasî gelê Kurd demeke pir dirêj e ji azadiyê dûr mabe jî, her tim ji bo jiyaneke azad li ber xwe daye. Di vî alî de de hemû rêyên lehengî, wêrekî û fedakariyê raber kirine.
Di dîroka neteweya gelê Kurd de mînakên qehremaniyê gelek in. Tevgera me jî her çû li tevahî cîhanê ji bo jinan û azadîxwazan bû mînak û hêvî. Li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa di pêşengiya jinan de ev hat piştrastkirin. Weke heval û hevrêyên gaziyên şer ên dilsozên xaka xwe û gelan soz didin em ê teqez di pêşengiya Rêber Apo de bi ser kevin û jiyaneke azad diyarî hemû gelan û jinan bikin. Li ser vî bingehî pêwîst e ji her demê zêdetir em xwedî li YPJ’ê û derfetên bi berdêlên mezin hatine afirandin derkevin.




