Hewce ye mirov wateyê li jiyana xwe bar bike
Ezîme Kobanê

Di roja me ya îro de rewşa jin, ciwan û bi giştî civakê pir xerab e. Ji ber şer û pevçûnên li gelek deverên cîhanê û hovîtiya pergala kapîtalîst jiyana mirovan û nexasim jî ya jinan ji dojehê jî xerabtir e.
Xemsarî û bêhelwestî civakê û jinan di nava koletiyeke pir kûr de dihêle. Mijara herî bingehîn jî ew e em hemû bi rola xwe rabin, şoreşa xwe bi serkeftinê tacîdar bikin. Bi rastî rewşa şer û tundiya li ser jin û civakê gihiştiye asta herî bilind. Ev rewş roj bi roj hîn gurtir dibe. Eger wiha berdewam bike wê cîhana me bibe weke mehşerê. Jixwe pergala sermayeparêz şerê xwe yê taybet bênavber li ser jin û civakê dimeşîne. Hewl dide wan ji exlaq û siyasetê dûr bixe.
Erka me hemûyan e ku em xwe ji hişmendiya pergala xasûk û xwînmij rizgar bikin. Pêwîst e em civaka xwe serwext bikin û bigihînin asta karibe xwe bi xwe bi rê ve bibe. Rêber Apo li ser mijara pirsgirêkên jin û civakê gelek tesbît kirine û diyar kiriye ku heya jin azad nebe civak jî azad nabe. Ji ber pirsgirêka jinê mîna xencera di pişta civakê de ye. Hewce ye em wê xencera di pişta civakê de derxin. Ji bo em ji xwe û her kesî re azadî û wekheviyê bînin, mirovahiyê ji zilm û zordariyê rizgar bikin, divê ji her demê zêdetir em bixebitin. Ev 30 hezar sal e jin û di şexsê jinê de jî koletiyeke pir mezin li ser civakê berdewam dike. Mirovahî ketiye rewşeke gelekî xerab û li benda rizgariyê ye.
Divê hemû mirov yan jî piraniya mirovan xwe bikin yek û têkoşîneke pir xurt pêş bixin. Ji bo xwe ji nav qefesa pergala sermayedar rizgar bikin, divê timî em di nav berxwedanê de bin. Eger wiha nebe wê azadî jî pêk neyê. Naxwe pêwîst e di serî de jin û ciwan hemû beşên civakê li her devera cîhanê xwe rêxistin bikin û çalak bibin da ku pergala hewl dide hikum li ser wan bike tine bikin û azad bijîn. Ez bi xwe xwedî hêvî me û baweriya min bi ked û têkoşîna Rêber Apo ya zêdetirî nîv sedsal e didome heye. Heya hebim jî ez ê jiyana bikim xizmeta jin û civakê.
Em ji bo azadiya Rêber Apo û mirovahiyê dijîn. Her çi ji destên me bê jî em ê bikin. Me jiyana xwe fedayî gel, welat û mirovahiyê kiriye. Vîna me timî xurt e. Baweriya me bi me heye. Yan divê mirov azad û wekhev bijî yan jî divê mirov nejî. Hewce ye mirov wateyê li jiyana xwe bar bike. Jiyan bê kar, bê xebat û bê têkoşîn nabe. Weke gaziyên şer em hewl didin jiyana xwe watedar bikin. Pêwîst e were zanîn ku jiyana bê wate ne ti jiyan e. Ji bo me lêgerîna azadiyê bi qasî hebûnê gelekî girîng e.




