Sorxwîn Koçer: Rêber Apo Ji Bo Giştî Cîhanê Bo Hilmek, Hilmek Azadiyê

  • Endamî Federesyona Gaziyên Bakur û Rojhelatî Suriyî Sorxwîn Koçer derbarî tecrîda li ser Rêber Apo û 19 tîrmehê de axiviya û got pêvîste hemû kes li derdora Reber Apo de bibe xelek û ji bo azadiya Rêber Apo mîsoger bikin emê nava tekoşîn û hevildanan de bin. Pêviste her kes li derdora Rêber Apo de bibin xelek.

Sorxwîn Koçer di axaftina xwe de wiha dibîje:

“Ez destpêkî de slavî xwe lehengên Rojhelata Navîn û Rêber Apo re dişînim. Wî daviyê ji bo Rêber Apo gefên kuştin hatibû. Ez waya şermezar dikim. Ez bang mirovên cîhanî dikim ku yên Rojhelata Navîn, mirovî ku dixazin bi awayek azad jiyan bikin, di bin sîvana neteva demokratîk de , konfederalîzma demokratik de jiyan dikin, pêviste li derdora Rêber Apo de bibin xelek. Ew gefên ku hatine bi awayek çalak şermezar bikin. Taybet banga min civana heye,  Rêber Apo ji bo civana jiyanek azad afirand, hişt ku civan xwe nasbikin û nasnama xwe nasbikin. Ji ber wî barî ku herî zîde dikeve ser milê civana û jinan bikaribin xwedî li Rêber Apo derkevin. Ji ber ku Rêber Apo rêberekê gerdoniye.  Rêber Apo ne tenî rêberekê rojhelata navîn û rêberekî gelê kurd e. Rêberekê gerdonê ye. Ji bo wî ez bang dikim ku hemû kes derdora Rêber Apo bibe xelek û ji bo azadiya Rêber Apo mîsoger bikin, emê nava tekoşîn û hevildanan de bin. Her wiha di şexsî Kemal Pir, Akif Yılmaz, AliÇiçek, Xeyri durmuş de, ez giştî şehîdên şoreşî bejna xwe li ber wan şehîdan ditevînim û wan şehîdan bibîrtînim.

Çirûska 14 tîrmehê hişt ku bi awayek herî mezin şoreşa Rojava pêk were Çirûska 14 tîrmehê ji bo şoreşa 19 tîrmehê gelekê grînge û rolekî gelek mezin lîstiye. Di şexsî wan lehengên Kurdistanê û lehengên enternesyonal de şoreşa Rojava geş bû. Şoreşa Rojava bûye hêviya azadî, bûye hêviya wekhevî. 2011 an heya niha şoreşa Rojava tê meşandin. Ez şoreşa Rojava dîsa serîde lehengên berxwedidin, Rêber Apo re, gelê ku ji bo azadiyê tekoşîn dikin û berdêl didin ji malbatên şehîdan re piroz dikim.

Gelek Qehreman ê n Jin Yên Enternesyonel Şehîd Ketin

Şoreşa 19 tîrmehê rastîjî di milê Jinê de gaveke pir xort avêt. Dema mirov lê mêze dike ne tenî jinên Kurd, giştî jinên cîhanê dema te lê mêze dikir nava çar dûvaran de bûn. Bi şoreşa Rojava azadiya jinê, xwe naskirina jinê, jinên wekî nasnama xwe dîtin rastîjî gihişt asta herî bilind. Dema şoreşa Rojava pêk hat ne tenî jinên kurd rahiştin çek şer kirin, jinên enternesyonel jî hatin şer kirin, ji Avrupa hatin, ji Amerîka hatin, li Tirkiye hatin li her çar parçeyên Kurdistanê hatin.  Li hember çeteyên Daişê şer bikin û bikaribin azadiya giştî cîhanê bidest bixin dest avîtin çek şer kirin. Ji bo şoreşa Rojava Gelek Qehremanên jin yên  enternesyonel şehîd ketin.

Di Şoreşa 19 T î rmeh ê De Tevl î bûna Jinan, Em Deyndar î Rêber Apo Ne

Taybet mirov ji bo şoreşa Rojava tenî parçeyek çek bigre dest têra nake. Ji ber ku şoreşa Rojava rastijî mînakekî herî mezin e ku rojhelata navîn û cîhanê de tê kirin. Em bibîjin gelekî pêşeng derketine wekî Marks û Lenîn. Gelek şoreşên din jî pêk hatine wek şoreşa Vîetnam,  şoreşa Bolşevîkan, şoreşa Sovyetan e. Lê wek şoreşa Rojava a 19 tîrmehê ew qasî jin bi aktîf cihê xwe negirtiye. Di aliyê leşkerî de bigre, di aliyê siyasîde bigre, di aliyê dîplomasî de bigre bi giştî aliyan de jin bûn pêşengên cîhanê, bûn pêşengên jinên cîhanê. Jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi awayek herî azad bikaribe xwe bawer bike û bi wêrekî xeta şehîd Beritan de, xeta şehîd zilan de, xeta şehîd Semayan de, xeta şehîd Arîn û Silavayan de berxwedidin û tekoşîn dikin. Di Şoreşa 19 tîrmehê de tevlîbûna Jinan, em  deyndarî Rêber Apo ne.

Rêber Apo Ji Bo Giştî Cîhanê Bo Hilmek, Hilmek Azadiyê

Di warî azadiyê de Ji bo jin bikaribe gelekî kara bike, ji bo jin xwe nasbike û îradeya xwe nasbike xeta jinê pêşxist. Ji ber wî jî em deyndarî Rêber Apo ne. Em çiqas heqî Rêber Apo bidin jî brastî em kêm dimînin. Hem wekî jin û hem wekî gelê kurd, hem wekî gelê Rojhelata navîn û cîhanê em çiqas deynên Rêber Apo bidin jî em nikarin. Ji ber ku Rêber Apo ji bo giştî cîhanê bo hilmek, hilmek azadiyê. Beriya Rêber Apo kurd û jinên kurd astek gelek ketî de bûn. Rêber Apo civaka Kurd dişibîne jinê, ji ber ku gelek hatibû xistin. Lê bi derketina Rêber Apo re çawa roj radibe jor û ji bo giştî cîhanê germahî dide, nefesekî dide, Rêber Apo jî ji bo giştî rojhelata navin û gelê kurd, ji bo jinê jî wisa bû.

Şoreşa Rojava Bû Hêviyek Ji Bo Gelên Cîhanê

Rolê Rêber Apo şoreşa 19 tîrmehê de gelekî girînge. Ji ber ku Rêber Apo 20 salan li Rojava da xebatekî gelekî mezin da meşandin. Kedekî pir mezin da. Li Rojava gel perverde kir û hişt ku gel rêxistinbûna xwe bide avakirin. Bingehî şoreşa Rojava keda Rêber Apo a 14 tîrmehê digre. Şoreşa Rojava rastijî em bêjin bi jineolojî, bi neteva demokratîk, bi paradîgma neteva demokratîk, bi biratiya gelan rengek mezin dide avakirin. Dikarim wir de mînakek bidim, dema rejîma Suriyê li wir bû, gelên ku li wir jiyan dikin tenî bi zimanê erebî diçûn dibistanan û nasnama erebî hebûn. Niha to lê mêze dike ku gelê kurde, gelê suryane, gelê ezîdiye, gelê ermena ye, gelê çerkeze, her kes dikare bi nasnameya xwe di şoreşa Rojava a Bakur Rojhelatî Suriyê de cih bire û bi nasnameya xwe jiyan bike. Ew modelek no ye ser rûyê cîhanê ku Rêber Apo diyarê rojhelata navin kiriye. Ji ber wî şoreşa Rojava bû hêviyek ji bo gelên cîhanê. Ji ber wî şoreşa Rojava şoreşek ew qas mezine ku dikare giştî mirovahî bigre nava xwe û hindirê xwe, ji bo bikaribe gavên mezin bawîje.

Şoreşa 19 Tîrmehê Ji Bo Giştî Mirovahiyê Bo Diyariyek Û Xelatek

Em dikarin bêjin şoreşa Rojava ne tenî ji bo perçeyê Rojava,  ji bo 4 parçeyên Kurdistanê, ji bo gişti rojhelata navîn e.  Eger em bêjin şoreşa Rojava tenî şoreşa Rojavaye wî şaş be. Ji ber ku şoreşa ku mirovên ku dixaze bi awayek azad jiyan bike, bi nasnameyek azad jiyan bike, bi nasnama xwe jiyan bike, dikarin nava wî de cihê xwe bigrin. Ji ber wî şoreşa Rojava mînakek herî yekaneye ku giştî gel bikaribin bi fikrek azad, bê ku fikrê kapîtalîzm bikaribe wî esîr bigre, bê ku bikaribe şerê taybet re rûp rû bimîne, bê ku bi qirkirina fîzîkê û çandîre rûp rû bimîne dikare şoreşa Rojava de nefesek bistîne. Ji ber wî şoreşa 19 tîrmehê ji bo giştî mirovahiyê bo diyariyek û xelatek. Ez dibîjim wekî jinên kurd, wekî jinên erep, wekî jinên çerkez, wekî jinên suryan, em bi gelekî bi şansin. Ji ber ku modelek wisa heye ku şoreşa Rojava pêk hat. Ji ber wî em bi şansin ku em tevlî bûne, em bîrindar jî bûne, ji ber ku ew rê rêyeke şeref û namûsiye, cihê rêyek rûmetî ye.

Yê Ku Digotin Kobanê Ket Ê Bikeve , Ew Bi Xwe Ketin

Dema çeteyan berî xwe da Rojava xwastin şoreşa Rojava di Kobanê de bifetisînin. Lê ew ne bû, bi saya lehengên neteva demokratîk, şervanên leheng ê ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo bandor bûyî nehiştin heya roja îro şoreşa Rojava tesfiye bibe. Yê ku digotin Kobanê ket ê bikeve , ew bi xwe ketin. Ew mînak li her derî de hat ispatkirin. Yên ku gotin Kobanê wî bikeve, şoreşa Rojava tesfiye bibe nekarîn. Ji ber ku îradeyek wisa heye ku to carî ew îrade  tûne nabe û naşkî. Ew îradeye Rêber Apo daye şervanên azadiyê, daye YPG , YPJ û QSD, daye giştî gelê kurd ê ku dixazin bi hebûna xwe jiyan bikin.  Di şexs bigre heya civakê, di civakê bigre heya malbatê perverde tên dayên. Şoreşa Rojava di kesayeta şexs de malbatî azad bike, kesayeta civakekê de welatekê azad bike. Ji ber wî şoreşa Rojava şoreşek ew qas bingehîne ku giştî gel dikarin, wek ferd bikaribin bi îrada xwe jiyan bikin, bi nasnameya xwe jiyan bikin, bikaribin wekhew jiyan bikin.

Em Deyndarî Rêber Apo Ne

Şoreşa Rojava a 19 tîrmehê ji bo gelan şoreşek gelekî grînge. Mirov wateya wî şoreşê bizanibe, bê ku berjevendî tê de hebe, bê ku madiyet tê de hebe, bê ku berjevendiyên şexsî tê de hebe bi civakek komînal, di şoreşa Rojava de azadiya şexsî esas girtin, azadiya jinê esas girtin. Ji aboriya Komînal a civakê bigre heya koperatîfan, ji wexfên jinê bigre heya mala jinan, bi giştî şoreşa Rojava de hat avakirin.  Ji komîna bigre, ji meclîsan bigre, ji edeletî bigre, ji wekhewî bigre, di şoreşa Rojava de mirov bikaribe ê ku rastijî Rêber Apo fêm kiriye, felsefeya Rêber Apo fêm kirine, bixazin tê de cih bigrin. Dikarin gavên mezin bawîjin. Ji bo azadiya Reber Apo mîsoger bikin jî, wî di şoreşa Rojava de kedeke mezin bidin. Ji bo bikaribin azadiya Rêber Apo mîsoger bikin. Ji ber wî yekî ez dîsa şoreşa Rojava Rêber Apo pîroz dikim. Ez dîsa dibîjim em deyndarî Rêber Apo ne. Em çiqasî ji bo Rêber Apo û hevalên şehid ked bidin wî kêm bimîne”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button