Hozan Serhed: Ev Şoreş Bu Hêviyên Gelan

Endamî Federasyona Gaziyên Bakûr û Rojhilatê Sûrî Hozan Serhed, bi boneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê de diyar kir ku "Ez dikarim bêjim ku Şoreşa Rojava yek ji şoreşên herî pîroz yên ku di dîrokê da hatine meşandin e, ji ber ku ev şoreş, şoreşa exlaqî, wijdanî û mirovahiyê ye"

” Serîda 11 e mîn salvegera şoreşa Rojava yê Kurdistanê ya 19 tîrmehê, di serîda li Rêber Apo, şehidê şoreşa Rojava, şehidê tevgera azadiya Kurdistanê, gîrtîyê azadiyê Kurdistanê yê kû di zindanên dagirkeriyê de berxwedanekî bê hempa didin meşandin, şervanê Rojava û hemî gelê me yê welat parêz kû ked dane û jî bu vê oxirê de hemû jiyana xwe feda kirine hemû yan dil û can pîroz dikim.
Dî dîrokê de heya roja me ya îro gelek şoreş hatin meşandin yek jî wan şoreşan jî şoreşa mirovahî ya şoreşa rojava yê 19 tîrmehê bû. Şoreşa Rojava taybet ji bo Kurdistanê û ji bo gelê kûrd yê Rojava û ji bo hemû pêkhatiyê Rojava û gelê Sûriyê kû ji bo azadîya xwe daxaz dikirin, şoreşa 19 tîrmehê heviyek pir mezin di nava dilê gelê Kurdistanê û gelê Kurd yê Rojava û Sûriyê de da awakirin.

Dewlet Ewqas Qels Bûye Ku Vê Şoreşa Me Ditirse

Piştî şoreşa 19 tîrmehê gelê Rojava tu carî li hemberî desthilatdariya ku bi hezaran sale dixastin mirovahiyê bike koleyê xwe serî netevand. Taybet piştî şoreşê jî xastin ev bê wijdantiya xwe bidin meşandin, lê gelê Rojava serî li hember wan û hertim nava berxwedanî de bûn, bi berxwedaniyên pir mezin şoreşa xwe pêşxîst.
Ji ber vê yekê jî ev şoreş bu hêviya gelên bindest. Her çendî êrîş û gefên dewleta faşîst ya tirk li ser Rojava û Şoreşa 19’ê Tîrmehê hebe jî, ji wê yekê ye ku ev dewlet ewqas qels bûye ku û ji vê şoreşa me ditirse.
Di nava van 11 salan de li rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriye yê gelek bûyerên ku li Rojhilata Navîn de di sed salan de pêk bihata, di demek pir teng de di nava Şoreşa Rojava de çêbûn û ew bûyerene berdewam jî dikin. Wek şahî, êrîş û tevahî êşên mezin jî bi serê gelê Rojavayê Kurdistanê de hatin û anin, lê gelê Rojava bi berxwedaniya xwe ya 11 e mîn da rêya heqîqetê nîşanî dijminê xwe yê bê exlaq da.

Ev Şoreş, Şoreşa Exlaqî, Wijdanî Û Mirovahiyê Ye

Şoreşa rojava ya 19 tîrmehê êşa kû gelê Kûrd û gelê kû li Sûriyê bi sedsalla êş kişandin bûn xwe bi xwe hember dîjmînê xwe yi hov rêxistin kir û bersivek xurd û tûnd li hember dijminê xwe baw û kale xwe sedsala dan nişandan û heyfa xwe ya bi sedsala ji dijmînê bê exlaq û hov hildan. Ez dikarim bêjim ku Şoreşa Rojava yek ji şoreşên herî pîroz yên ku di dîrokê da hatine meşandin e, ji ber ku ev şoreş, şoreşa exlaqî, wijdanî û mirovahiyê ye.
Di roja me ya îro de tevahî mirovahî û neteweyên cîhanî çawê wan li şoreşa Rojava yê Kurdistanê ye. Ji ber çi evqas Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şoreşa rojava dişopînin, ji ber kû pivanê mirovatî yê exlaqi û polîtîq çiye, bi xêra fikir û ramanê Serokati û piratikê xwe bi netewa demokratik û ramanên xwe raxistin pêşberî cîhanê.
Ez dikarim bêjim şoreşa 19 tîrmehê ya Rojava, nûnertiya xeta heqîqeta û civaka ku cewherê wê ji rastiya mirovahiyê tê digire û netewa demoratîk ku bingeha wê civakbûna rastiyê digre û dide avakirine.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button