Em hêza xwe ji Rêbertî, şehîdan û gaziyên şer digirin
Selena Dêrik

Yek ji rûspiyên herêma Koçerat Ebû Ehmed Koçer ê salên 1990’î li Lubnanê çûye cem Rêber Apo got, “Em hêza xwe ji felsefeya Rêbertî, ked û têkoşîna şehîdan û gaziyên şer digirin. Tekez em ê bi ser bikevin.”
Li Rojhilata Navîn, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ku pêşketinên dîrokî rû didin, yek ji rûspiyên herêma Koçerat a Dêrikê Ebû Ehmed Koçer ê du zarokên wî di nav Tevgera Azadiyê de cih digirin, di heman demê de bavê gaziyeke şer e. Ebû Ehmed Koçer têkildarî Rêbertî û têkoşîna tê meşandin nêrînên xwe bi me re parve kirin.
Ebû Ehmed anî ziman ku di salên 1980’î de Apocî nas kirine û got, “Dema me navê Apociyan, şêwazê wan ê têkoşînê û fikra wan bihîst bêguman hezkirineke me ya pir zêde ji wan re çêbû. Sala 1990’î bi komek rûspî û welatparêzên herêma Koçeratê re em çûn Lubnanê cem Rêber Apo. Heybet, sekn û kesayeta Rêber Apo bandoreke zêde li me kir.”
Ebû Ehmed Koçer bal kişand ser nêzîkatiya Rêber Apo ya têkildarî parastina nirxan û ev anî ziman, “Yek ji taybetmendiya Rêber Apo ya herî zêde bala min kişand û hê jî ez wê ji xwe re esas digirim, parastina nirxan bû. Rêbertî ji hevalên kadro yên li cem xwe re digot, ‘Ev nirx ne yên min û yên we ne. Ew nirxên gel in. Divê hûn ziyan nekin.’ Her wiha Rêbertî ji sekn û nêzîkatiya mîna koleyan pir hêrs dibû. Dema kesek sertewandî didît, jêre digot ku xwe rast bike.”
Ebû Ehmed têkildarî Şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî got, “Ev şoreş li ser esasê fikir û têkoşîna Rêber Apo pêk hat. Bi sedan rûspî, kesayet, rewşenbîr û şoreşgerên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryan ên li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê diçûn cem Rêber Apo. Fikra Rêbertî bû haveynê xwişk û biratiya ku îro li Rojavayê Kurdistanê heye. Ev şoreşa îro ji cîhanê re bûye îlham li ser esasê hevgirtina gelan ava bûye. Ciwan û jinên ji pêkhateyên cuda xwîna xwe ji bo vê axê rijandine.”
Rûspiyê herêma Koçeratê, Ebû Ehmed Koçer anî ziman ku ew bi xwe bavê gaziyeke şer e jî wiha dewam kir, “Ji bo me şehîd û gazî pir bi qîmet in. Heya em sax bin em ê deyndarên wan bin. Em hêza xwe ji felsefeya Rêbertî, ked û têkoşîna şehîdan û gaziyên şer digirin. Tekez em ê bi ser bikevin. Em ji şervanên xwe bawer û piştrast in. Weke welatparêzekî 76 salî ji bo azadiya gelê xwe û jiyaneke pêkve ya bi hemû gelan re, ji niha û şûn ve jî çi bikeve ser milên min ez ê bikim.”




