Têkildarî maddeyên hişbir semîner

Li Hesekê bi mijara “Hişyariya li dijî madeyên hişbir” ji hêla Navenda Têkoşîna li Dijî Hişbirê ji bo gaziyên şer semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de girîngiya xweparastina ji maddeyên hişbirê hat bibîrxistin û hat diyarkirin ku ji bo rêgirtina li hemberî belavbûna madeyên hişbir gaziyên şer dikarin bi roleke aktîf rabin.

Bi sernavê “Hişyariya li dijî madeyên hişbir” li Komeleya Şehîd Hogir a Gaziyên Şer a Hesekê bi tevlîbûna gelek gaziyên şer têkildarî metirsiyên hişbirê û têkoşîna li hember wê semînerek hat lidarxistin.

Semîner ji aliyê Hevserokê Navenda Têkoşîna li Dijî Hişbirê ya Hesekê Ebdurehman Ebdilfetah Şêxalî ve hat dayîn.

Semîner bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê Ebdurehman Ebdilfetah Şêxalî bal kişand ser xeteriyên maddeyên hişbir ên li ser beden û hişê û mirov û got, “Hêzên xêrnexwaz ji bo civakan ji hundir ve birizînin, vî karê qirêj dimeşînin. Têkoşîna li dijî hişbirê ne tenê berpirsyariya saziyekê, berpirsyariya her kesî ye. Ji bo parastina ciwanên me û siberoja civaka me divê her kes hişyar û tevkar be.”

Endamê Navenda Têkoşîna li Dijî Hişbirê Ebdurehman Ebdilfetah Şêxalî , di têkoşîna li hember maddeyên hişbir de bal kişand ser erk û wezîfeya ferdên civakê û wiha domand, “Ji bo rêgirtina li hemberî belavbûna madeyên hişbir xebateke hevpar pêwîst e. Di vê mijarê de gaziyên şer dikarin bi roleke aktîf rabin.”

Gaziyên şer ên mafê axaftinê wergirtin jî diyar kirin ku ji bo civaka azad û bi tendurist wê kar û xebata xwe bidomînin û gotin, “Di têkoşîna li hember madeyên hişbir de çi ji destê me bê em ê bikin.”

Hate diyarkirin ku ji bo gaziyên şer ên li qadên din jî wê bi heman armancê semîner bên lidarxistin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button