Şehîd Argeş ji aliyê gaziyên şer ve li ser gora xwe hat bîranîn

Şehîd Argeş Serhed di yekemîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê gaziyên şer ve hat bîranîn. Di bîranînê de soza şopandina şehîdan hat dayîn.
Milîtanê Apoyî û kedkarê ragihandina HPG’ê Argeş Serhed ê 10’ê Tebaxa 2025’an şehîd bû, di yekemîn salvegera şehadeta xwe de li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişlo ji aliyê bi dehan gaziyên şer ve bi merasîmeke bi heybet hat bîranîn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Qamişlo Hisên Ebdurrehman axivî. Hisên di axaftina xwe de di şexsê şehîd Argeş de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî û got, “Şehîdên me ji bo parastina xak û gelê me têkoşîn dan û gihiştin mertebeya herî bilind. Em ê ti carî şehîdên xwe ji bîr nekin. Em ê timî di rêya şehîdan ji me re rohnî kiriye de bimeşin.”
Hisên Ebdurehman di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rola gaziyên şer a di nav şoreşê de jî û ev anî ziman, “Îro bi dehan gaziyên şer ji bo bîranîna heval û hevrêyê xwe Argeş kom bûne. Gaziyên şer ji bo azadiya me ji bedena xwe parçe dane. Em timî bi şehîd û gaziyên xwe serbilind in.”
Piştre jî li ser navê gaziyên şer Laleş Êzidî mafê axaftinê wergirt. Laleş di destpêka axaftina xwe behsa jiyan û têkoşîna şehîd Argeş kir û got, “Heval Argeş di nav refên Tevgera Azadiyê de weke milîtanekî fedaî şer kir. Bi salan li çiyayan ji bo azadiya gelê xwe û nîşandana rastiya şoreşê xebitî. Piştî birîndar bû jî bi heman îrade û hêzê tevgeriya. Min heval Argeş li qadên cuda yên têkoşînê jî nas dikir. Her tim bi moral û coşa xwe çavkaniya hêzê ya hevalan bû.”
Laleş Êzidî di dawiya axaftina xwe de jî soza şopandina şehîdên azadiyê dubare kir û ev anî ziman, “Weke gaziyên şer em ê timî şopdarên şehîdên xwe bin.”
Merasîma bîranînê bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
Li dû merasîmê gaziyên şer li ser gora şehîd Argeş Serhed mûm pêxistin.





