Şengal Rûmeta Gelê Kurd e
Medya Kobanê

Komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an a ji aliyê DAÎŞ’ê ve li Şengalê pêk hat, di sedsala 21’an de, komkujiya herî hovane ye ya li dijî Kurdan hatiye meşandin. Dîlgirtina hezaran jin û zarokan û kuştina bêsînor a xelkê Şengalê, hovîtiyeke wiha ye ku di bîra mirovahiyê de wekî rûyê reş ê pergala hegemonîk cih girtiye.
Ev êş û azar di bîr, hiş û wijdanê Kurdan de bi ti rengî nayên jibîrkirin. Jenosîda Şengalê birîneke wiha kûr e ku ti carî kêm nabe. Ji bo Kurd careke din rastî komkujiyeke bi vî rengî neyên, îro li ber ezmûneke pir mezin in. Bi lîstikên qirêj dixwazin Kurdan bêparastin bihêlin. Hewce ye were zanîn ku xweparastin mafê mirovî yê herî bingehîn e.
Bêparmayîna ji vî mafî, tê wateya windakirina jiyana bi rûmet. Şengal ne tenê herêmeke erdnîgariyê ye û li wir ne tenê hejmarek Kurdên Êzîdî dijîn; Şengal bîr û xaneya kok a gelê Kurd e. Ji ber vê yekê, êrîş û komkujiya li ser Şengalê jana tevahî Kurdan e.
Xelkê Êzîdî di dîroka xwe de rastî gelek fermanan hatiye ku armanca piraniya wan Misilmankirina bi darê zorê, koçberkirin û tinekirin bû. Tevî van hemûyan jî gelê Şengalê karîbû hebûn û baweriya xwe biparêze. Dewleta Îraqê jî bi polîtîkayên xwe yên înkarê Şengal bê statû, bê xizmetguzarî û bê parastin hişt; her wiha ji bo xweparastina gel jî her cure astengî derxistin pêşiya wan.
Şengal ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû piştguhkirin û xelkê Êzîdî di nav civaka giştî ya Iraqê de ji ber ola xwe ya kevnar rastî neheqiyê dihat. Di heman demê de, polîtîkayeke rast û xurt a PDK’ê jî ji bo parastina vê koka qedîm a Kurdan tinebû. Piştî DAÎŞ’ê Mûsil girt, her kesî dizanibû wê êrîşî Şengalê bike, lê Şengal bê parastin hat hiştin. DAÎŞ’ê Êzîdî wekî xeleka herî lawaz û bêxwedî dît da ku hovîtiya xwe li ser wan bimeşîne.
Ji ber girîngiya erdnîgariya di navbera Iraq û Sûriyeyê de û li ser bingehê dijminatiya li dijî koka Kurdayetiyê, Şengal kirin armanc. Jin û zarok dîl girtin, mêr kuştin. Kesên karîbûn xwe xelas bikin berê xwe dan Çiyayê Şengalê. DAÎŞ bi van êrîşan dixwest tirsê bixe dilê tevahî Kurdan û rêya dagirkirina herêmên din veke.
Di van rojên reş de, Rêber Apo ji bo parastina Şengalê hişyariyên girîng dan û komeke biçûk a gerîlayan li gorî derfetan derbasî Şengalê bû. Li Şengalê tenê komeke gerîlayan di bin fermandariya Dilşêr Herekol de hebû. Di heman demê de, li Rojava hêzên YPG’ê ji bo vekirina korîdoreke mirovî berê xwe dan Şengalê da ku gelê mayî ji destê DAÎŞ’ê rizgar bikin. Koma biçûk a gerîlayên HPG’ê bi derfetên xwe yên kêm gel parast.
Piştî rizgarkirina Şengalê, rêveberiyeke xweser bi vîna gel hat avakirin. Jinan di vê rêveberiyê û di saziyên xweparastinê de cihekî pir girîng girtin. Gelek sazî hatin avakirin da ku gelê Şengalê hebûna xwe ya resen tê de îfade bike. Lê piştî avakirina vê rêveberiyê jî lîstikên li ser Şengalê bi dawî nebûn. Gefên dewleta Tirk, mîna hovîtiya DAÎŞ’ê, careke din gel bi rûbirûyê înkar û tunekirinê dike. Ji bo ew statûya bi keda hezaran şehîdan û êşên mezin hatiye bidestxistin biparêze, divê xweseriya Şengalê bimîne. Ji her derê Iraqê zêdetir, pêwîstiya Şengalê bi statûyeke xweser heye.
Berî her tiştî, divê xelkê Şengalê zanibe ku ji bilî hêza wan ti kes nikare wan biparêze. Ev rastiyeke ku gel gihiştiyê, lê divê pêkanîna wê ya pratîkî neyê sekinandin. Hewce ye xelkê Şengalê bi hêzên xwe yên parastina cewherî re van xetereyan bibîne û li ser vî bingehî xwe rêxistin bike. Şengal rûmeta gelê Kurd e. Divê hesab ji her kesên bûne sedemê komkujiyê were xwestin. Rêber Apo di nameya xwe ya ji bo gelê Şengalê şandibû de weha gotibû, “Ez nahêlim careke din ferman bi serê gelê Şengalê de werin. Ez ê hesab bipirsim. Pêwîst e gelê Şengalê statûya xwe ya xweser biparêze û li hemberî hemû gefan bibe yek.”




