“Milek De Fedekartê Û Milê din de Qehremantê”

  • Gaziyê şer ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Azad Efrîn di şerê Kobanê de Gazî dikeve û dibîje ku “Şerê Kobanê de tişta ku me ser pêya digirt hevaltiya me bu. Me xwe bi hevaltiya xwe ser pêya girt”

Azad Efrîn dibîje “min xast pêşiya şehîdbûna hevalê xwe bigrim lê dijmin min dîsa hedef girt û di encam de min di 2 caran fîşek serê xwe de xwar”

Berdewamiya nivîsa Azad Efrin wiha ye:

“Dema 2012 de ez hatim Kobanê tabur tune bun. Wan deman de tenê YXK hebû. EZ derbazî navenda YXK ê bum. Wê demê min re niqaş hat kirin û ferza min gel ş. Siyabend çêbo. Ez demekê gel ş. Siyabend mam. Ş. Siyabend hevalek xwendewan bu. Di milê fikir û ramanên Rêber Apo de xwe bi pêş xistibu. Hevaleke ku milê îdeolojî de têr bu. Sekneke xwe a îdeolojîk hebû. Di rihê ş. Siyabende rihê Apocîtê xort bu.

Milê Xerbî De Şer Berfirehe, Me Digot An Serkeftin An Serkeftin

Piştî demekê ş. Dilovan Kobanê min re niqaş kir ku ji bo ez biçim hacizê Cirin. Demek ez çûm li hacizê Cirin mam. Wê demê Arteşa Azad xastin êriş Grî Spê bikin. Çeteyan wê demê li Grî Spê mala gel girtin. Hinek civanên me li wir de ketin dest çeteyan. Piştî demek Arteşa Azad xastin êriş gundê Gir Heso bikin. Em wê demî wek quvet tekwiye çûn. Piştî demek ji bo şer dernekeve navbera me û çeteyan de Ruh Spê yên Kurd û Erep ketin navberê. Heya demek şer derneket. Arteşa Azad paş ve vekişiya wisa heya demek şer çênebo. El esas çeteyan soz dan ku şer çênebe û êriş nekin. Piştî soz dayîna wan çûn hevala me a bi nav Necbîr Kobanê şehid xistin. Pişra fermandarî me ş. Dilovan xast cenazayê ş. Necbîr derxwîne û heval Dilovan jî bi soyîkast şehid kirin. Piştî şahadeta ş. Dilovan, wê demê rêvebertî ş. Siyamend û ş.Rêzan devir girtin. Çeteyan piştî demek xastin me bixin kemînê de lê me kemîna wan ferq kir û em hatin gundê Yapsê a grîdayî Grî Spê. Wan deman de destpêka 2013 cephe eşkere vebon. Di gundê Yapsî de şereke pir dijvar derket. Cephe 2013 de berfireh bu.
Cephe bi dijvariya şer ket milê Xerbî. Di nava şer de di asta mezin da berxwedanî dihat kirin. Me dizaniya eger em di wan cepheya da bin bikevin wî rewş ne baş be. Ji bo em serbikevin me hertişt diceriband. Milê xerbî de şer berfirehe me digot an serkeftin an serkeftin. Slogana me Serkeftin bu. Qehremantî me digot bi gotin nayê kirin, bi pratîk tê kirin. Lewma em ferqa hertişt de bun. Em mecbûrbun gelê xwe biparîzin. Ji ber gel bi mere hatibu girîdan.

Dijmin Bin Qordîna Ş. Emîn Erkendî De Derbeyek Pir Mezin Xwar

Arteşa Azad wan deman de xastin milê xerbî êrişê hevalan bikin. Gundî Qupe, Qasimiye, Degirmano, Burîs û gundê Qumlik êdî milê Şêxler de jî cephe fireh bu. Wan gundan de şereke pir dijwar çêbo. Di wan gundan de hevala berxwedaniyeke pir mezin da nişandan. Dîsa çeteyan xastin êrişê gundê Kendalê bikin. Wir de şereke pir giran qevimiya. Fermandara me şer ê wê demê Mamoste ş. Viyan û ş. Şîlan Goyî bu. Mamoste ş. Viyan di milê Zimanê Kurdî de xwe bi pêş xistibu, wan deman de hemu heval perverde dikirin. Wan deman de me zimanê Kurdi bi saya ş. Viyan fêr bun. Dijmin xast bi tang û topên xwe xastin hevalan bitirsînin û cepheya me bişkînin. Hevalan dijmin vala derxist. Tê bîramin 25 kuştiyên çeteyan çêbon. Hevala wan deman de çend tangên wan teqandin. 1 doçka 12 nêv girtin. 25 cenazayên wan desteser kirin. Wê demê fermandara me mamoste ş. Viyan şehid ket, ş. Hawar Efrin di lingê xwe ê rastî de birîndar bu, ş. Çekdar Efrin di destî xwe de birîndar bu.
Em bi şahadata ş. Viyan gelek xemgîn bun. Me ji bo tolhildana heval sond dixar. Ji ber mamosteya me a jiyanê bu. Me fêrî zimanê Kurdi kiribû. Lewma ew şahadet ji bo me gelek giran hatibû. Pişra me êrişê gundê Susikê kir. Dijmin di bin qordîna ş. Emin Erkendî de derbeyek pir mezin xwar. Hevalan wê êrişê de 70 kes kuştin û gelek çek û cebilxaneya wan desteser kirin. Di wê êrişê de 2 şehidin me ê bi nav Cumayê Taşlokî û heval Hozan şehid ketin.

Ji Bo Parastina Sivîlan Em Hatin Hereta Kurdan

Ez piştî demek kin hatim Tabura cihê radyo. Tabûr wê demê bi navê ş. Agirî bu. Di tabur de ez tevlî perverdeyên giştî bum. Perverde bandorek mezin li min kir. Perverde îdeolojîk û leşkerî bu. Piştî demek me perverde qedand min di asta tîm de erk girt. Em hatin bajarê Reqqa. Ez hatim Reqqa û herata Kurdan. Em wê demê komek heval bun. Em bi navê Cepetil Ekrat derbazî Reqqa bun. Ji bo parastina sivîlan em hatin hereta Kurdan. Ez demekê vir mam, min xebateke civana meşand. Me dora 30 civan tevlî kirin. Gel ji bo şer xwe amadekirin û xwe perverde kirin. Wan deman de li hereta Kurdan a Reqqa de heval Qendil bîrîndar dibe. Heval bi balafira Rejima Sûriyê birîndar dibe. Bana heval Kandil şand Kobani. Pişra heval Eziz Kobani şehid ket. Heval Eziz li Reqqa gel Satkop a gazî şehid ket. Heval Eziz ji bo xilaskirina hevalek şehid dikeve. Wî demê me li hember Rejima Sûriyê , hember Cepet El Nosra şer dikir.

Me Xwe Bi Hevaltiya Xwe Ser Pêya Digirt

Piştî demek ji bo na me quvetên heremê hatin. Onun 15 rojan carek kom ji Kobani dihat. Piştê demek hevala bang koma me kir. Em dîsa vegeriyan Kobani. Em dîsa çûn beşdarî perverde bun. Em tevlî perverdeya Akademiya Ş.Xebat a devra şehidên Tilhemîs bun. Me wir jî perverdeya îeolojîk dît. Piştê demek kin hevala erkek no dan pêşiya me. Em pişra çûn eyaleta Qulbe . Min wî demê erka tabur girt. Di wir de şer her 3 cepheyan de resmî çêbo. Şereke pir giran rû dida. Ji bo mudaxale ez derbasî cepha Şerqê bum. Wan deman de şer pir giran bu. Heval di nava şereke giran de bun. Wan deman pir zehmet bu. Ema tişta me ser pêya digirt hevaltiya me bu. Me xwe bi hevaltiya xwe ser pêya digirt.

Quvetîme Bi Giştî Mîlîs Û Bavê Zarokan Bun

Ez li Kendalê. Hevalan bang min kirin gotin biçe gundî Qizelî valaye çikes wir nine. Ez wî demê çum gundî Qizeli. Demek ez wir mam. Ez pişra hatim Kobani çûm cepheya Xerbê. Di wan deman de rêveberiyê bi min û ş. Erdal re niqaş kir got li gundî Değirmen şerek dijvar heye. Heval pir têde tunene hun her du heval wek taxviye biçin. Em wek takviye cûn. Dijmin bi hemû hêza xwe êrişî wî gundi dikir. Quvetîme bi giştî mîlîs û bavê zarokan bun. Piştî 2 şevan 6 şehidin me çêbon. Me hevalan deng kir ku ji bo ji mera quvet bişînin. Pişra ş. Botan şapka, ş. Çekdar ,ş. Midya helinci hatin. Di wî gundî de dijmin têk cû û paşve vekişiya.

Heval Hebun Tenê Li Hember Tabûrek Wan A 100 Kesî Sekiniya

Dîsa hevalan bang min kirin û gotin emê tabûrek bi tevger avabikin, min cihê xwe di tabûrde asta yekemîn girt. Piştê tabûr amade bu, em dîsa tevlî perverde bun. Em derbaşı akademiya Mahsum Korkmaz a devreya ş. Dilovan topuz. Di nîvya devrî de şerek dijvar li Sirinê çêbo û wê demê hevalan min re niqaş kir û ez derbasî Sirinê bum. Di savuma Sirinê de em 14 rojan di şer de man. Quvetek 27 hevalan yên kadro û 30 hevalên heremê 400 çeteyan êrişî me dikir. Bi 15 tangan hatin. Pişra ş. Rêzan şapka, ş. Emin şapka. Fermandartî wê demê ş. Rêzan û ş. Emin dikir. Li Savuma Sirinê de dijmin derbeyeke mezin xwar. Eynî şevê de şeva 21 adarê de demjimer 3.30 çeteyan êrişî gundê Kendalê a dikeve milê Grê Spî kirin. Fermandari me ş. Siyabend şehid ket. heval Hebun tenî li hember tabûrek wan a 100 kesî sekiniya. Gund bi tena xwe ji çeteyan rizgar kir. Gundî Tebaşe a ser Kendalê we, wan hevalan heya nefesa xwe a dawîn şer kir û gihiştin şahadetî. Heval Hebun piştê gund rizgar kir şehid ket. Em hatin hevalan despêkê ji mere negotin heval Siyabend û heval Hebun şehid ketiye. Em gihiştin cepheya şer ş. Cudi got heval Siyamend xwedî derkevin û ji heval Siyamend re xiyanet nekin. Cenazeyê wê di dest çeteyan derxwîn in. Me piştî gotina heval cenazeyê wê derxwînin me fêm kir ku heval Siyamend şehid ketiye.

Di Wê Şerê De 10 Hevalen Jin Şehid Ketin

Piştî hemleya paqijkirina çeteyan quvetî me bêhnek stand û ket perverdeyan. Ez û ş.Rustem, ş.Agirê em çûn tepê reş a girîdayê Sirinê. Dijmin êriş tepê Sêvî kir. Li tepe sêvî 04. 05. 2014 seet 11 şer destpêkir û heyanî seet 4 ê sibehê hevalan li hember çeteyan şer kir. Di wê şerê de 10 hevalen jin tê de şehid ketin. Piştî şer ez hatim tabûrê fermandarên me hatin ji mera civînek mezin çêkir in. Ji mera gotin ku lazime em pêvîste tola wan hevalan îro rakin. Hevalan hazirtiya xwe a çalakiyeke berfireh kirin. Di dîroka 05, 05, 2014 de dijmin tepê sêvî a grîdayê Sirinê girt û hinek heval tê de şehid ketin. Tepe 10 seet li dest dijmin de ma. Em bi 4 qolan êriş tepe kir. Ji bo biranîna tolhildana hevalan me bi riheke fedayê êriş tepe kir di encam de me 70 çete kuşt û me tepe ji çeteyan rizgar kir. Hevalan gelek çek û cebilxane bidest xistin. Hevalan di êriş de emîrek wan yên mezin kuşt. Me bi rihek Apocî tepê sêvi xist, ez di wî şerê de serê xwe, pişta xwe, destî xwe û lingê xwe de bi giranî birîndar bum. Di wi şerê de heval Rizgar, heval Ruken Amed şehid ketin.

Wan Şeran De Qehremantî, Fedekartî, Hevrêbûn Asta mezin De Dihat Jiyan Kirin

Piştî birîndarbûna min a tepê Sêvî hevalan min di nava şer de derxist min birin nexaşxana leşkerî a Kobanî. Di demek kin de birînê min zu xwe girt. Li wî demê gundî Zormoxa şerek dijwar çêbo. Birîndar û şehid hatin. Di nava birîndaran de 2 hevalên tabûra me tê de şehid ketin. Hevalên ku şehid ketin ş. Deniz û ş. Erdal bu. Min di encam de bê ku kes agahdar bikim çûm cephe ya şer. Wek fermandarê tabûr min erka xwe pêk anî ketim şer bi wî birîndarbûna xwe ez dîsa di ling û destê xwe de birîndarbûm. Li gundê Zormoxar şereke pir dijwar ru da. Em pişra vekişiyan hatin gundê cibne. Li gundê cibnê de jî şereke pir mezin ru di da. Pişra tepê 4 xilîta wir de şereke mezin di qevimiya. Her der bibû cihê şer, di wan şeran de qehremantî, fedekartî, hevrêbûn di asta mezin de dihat jiyan kirin. Heval Rêzan ji min re got biçe tepe dîsa ez çûm tepê 4 xilîta. Di wan deman de gelê Bakûrê Kurdistanê hat ser sinor. Gel ji mera gelek alîkar bu. Di gelek milan de ji mera agahî dişand in. Di tepe de hevalan gelek tangên wan teqandin û 10 çete kuştin, 1 doçka a 12 niv desteser kirin. Ber bi nîvro demjimêr 12 nîv heval Hogir Amed di wê şerê de şehid dikeve. Ez di wê şerê de dîsa birîndar dibim. Ez di fekê xwe û milê xwe de bi sivik birîndar bum.

Min Di Şer De 2 Caran Fîşek Serî Xwe De Xwar

Li gundê aşmê civîn çêbo û ez beşdar bum. Hevalan got 3 hedefên me hene. 3 mevziyên çeteyan hene pêvîste em bigrin. Dijmin li cepheye qolbe de xwe xwe kom dikir dixastin pêş de werin. Wek fermandarê qol ez dîsa li Hesel Mevaz ketim şer. Min di şerê Hesel Mevaz de fîşek di serî xwe de xar û ez bi giranê birîndar bum. Di şer de heval Şoreş li gel min şehid ket. Min xast wê hevalê biparîzim min dijmin hedef digirt lê çete ez soyîkast kirim, fîşek çeka min ket û arpacika çeka min qot kir û arpacik fîşek ketin serî min. Min xast pêşiya şehidbûna heval bigrim lê dijmin min hedef girt. Min di şer de 2 caran fîşek serî xwe de xwar. Piştî birîndarbûna min a giran heval Nalîn bang kir di qebdeyi de got “wê hevalê zu derxin.” Ez hatim nexaşxana Kobani, bişra derbazî Bakurê Kurdistanê bum. Derbazî Amed bum. Li Amedê min emelyata xwe kir. Emelyata min giran derbaz bu. Gelê Bakûrê Kurdistan taybet jî dayîk û civan moralek mezin dan min. Ji bo hemû birîndaran dayîkan kedeke pir mezin dan. Piştî emelyat doktoran nekariyan fîşeka serî min derxînin. Ji ber 2 fîşek serî min ketin. 1 fîşek bi xwe derket, lê 1 fîşek hêj di serî min de ye. Ez bi wî fîşeka serî xwe de jiyan dikim.

Gelê Bakûrê Kurdistan Em Parastin

Gelê Bakûr gelek ked dan. Li gor xeteriya dijmin, bi oqas girtina gel û civanan lê dîsa gel xwediyê hevalan derket û erka xwe pêk anî. Gel fedekartiyek pir mezin kir. Gel bi derfetên xwe yên maddî, manevî xîzmetê me birîndaran kir. Birastî jî ez gelek bandor bum ji gel. Li nexaşxana Amed cimeata Feto xastin êrişê nexaşxanê bikin û hevalan şehid bixin. Gel bi civanên xwe û pîrên xwe nobeta nexaşxanê girt. Gel nehiştin ku ew çetene zirar bidin hevalan. Gel ji bo me digotin hûn nirxên me ne. Lewma gelê Bakûrê Kurdistan em parastin. Em keda wan tu car birnakin. Welatpariziya xwe pêk anîn. Gel bi kalên xwe xizmetê hevalan dikirin, lê civanên xwe ji bo şer bikin dişandin Kobanî. Ez birastî jî deyîndarê gelim. Ez heya niha bi saya wan sax mam. Ez tekoşina xwe bi saya wan berxwedaniyan berdewam dikim. Ez dawiyê de dibîjim wî serkeftin a gelê me be”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button