Rêbertî metirsiya komkujiyan a li ser gelan rakir
Mazlûm Yildiz

Di pêvajoya Şerê Yekemîn ê Cîhanê de 24’ê Nîsana 1915’an 250 rewşenbîr û siyasetmedarên Ermenî ji aliyê Teşkîlata Mexsûsa ya girêdayî rêxistina Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê ya di nav dewleta Osmanî de xwe rêxistin kiribû ve ji malên xwe hatin wergirtin û bi zorê hatin sirgûnkirin û qetilkirin. Ev roj, roja destpêkirina Komkujiya Ermeniyan bû.
Gelê Ermenî, ji cih û warên xwe yên hezaran salan hate sirgûnkirin û gelek jî jê hatin qetilkirin. Hemû hebûn û şopên gelên Mesîhî ji Anatolyayê hatin tinekirin, mal û milkên Ermenan û dewlemendiya şaristaniya wan hate desteserkirin.
Niha dema em li ser wan rojan dixwînin em, gelekî zehmetiyan dijîn. Lê ev nayê wateya ku wê her tim wiha berdewam bike, gel wan komkujiyan qebûl bikin û serê xwe ji wan re bitewînin. Jixwe têkoşîna Rêber Apo û gelê Kurd berdewam dike.
Rêbertiya me bi têkoşîna xwe ya bi dehan salan hebûna gelê Kurd bi dagirkeran da qebûlkirin. Metirsiya komkujiyan a li ser gelê Kurd û gelên din ên li Anatolyayê rakir.
Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an ji aliyê Rêber Apo ve hat pêşxistin jî êdî pirsgirêka Kurd û tevahî meseleyên din ji bo li dora maseyê bi diyalogan çareser bibin derfetên mezin afirîn.
Di vê pêvajoyê de pêwîst e gelê Tirk jî hew zilm û zora li ser gelan qebûl bike. Hewce ye ew jî xwedî helwest bin. Divê guhertin û veguhertinê li ser rayedarên xwe ferz bikin.
Tişta herî xweşik û bedew azadî, wekhevî, pêkve jiyan û demokrasî ye. Ez bawer im ku wê bi pergaleke komara demokratîk Tirkiye ji hemû gelan re bibe nimûne.
Ez careke din komkujiya li ser gelê Ermenî şermezar û rûreş dikim. Divê sozdariya me bi wan şehîdên bêguneh re jî ew be ku em ji bo tolhildana wan çareseriya demokratîk, civaka wekhev û azad serwer bikin, şer û tundiyê bi dawî bikin.




