HOZANÊ NAVDAR Û EGÎDÊ ARARATÊ

Hunermend û hozanê welatê jorîn, bilbilê çiyayê Serhedê, evîndarê çand, ziman û hunera gelê xwe hozanê deng zelal, gerîlayê çiyayî Serhed Agirî di temenekî ciwan de ji çiyayê Agiriyê meşa xwe dest pê kir û heya welatê xerîbiyê Ewropa berdewam kir.
Ji xebatên hunerê yên li Ewropa careke din berê xwe da, qada Rêber Apo. Ji nêz ve Rêberê xwe şopand, fêrî çanda milîtantiya rast û heqîqî bû. Kesayeta xwe pêş xist û ji wir jî careke din vegeriya xebatên hunera şoreşgerî. Piştre bi xwe pêşniyar kir ku vegere çiyayan û hunera xwe bi têkoşîna leşkerî berdewam bike. Tevgera Azadiyê Hozan Serhed li Başûrê Kurdistanê erkdar dike. Li Hewlêr xebatên xwe yên hunerî berdewam dike û gelek pêşveçûnan dide çêkirin.
Sala 1997’an dema hêzên PDK û dewleta Tirk li Hewlêrê êrîşî cihê hevalên birîndar, sazî û dezgehên civakî û çandî dikin. Hozan Serhed ji wan êrîşan rizgar dibe. Malbateke pêşmergeyekî di nav wan de hevrêSerhed jî ku hebû xwedî li komek heval dertê. Paşê bi selametî digihêjin hevalên xwe yên gerîla. Jixwe wê demê Hozan Serhed strana Hewlêr ji bo bîranîna şehîdên di wan êrîşên nemerd de çûn şehadetê çêdike.
Dema şehîd Serhed qala wan êrîşan dikir pir hers dibû. Jiber ew xiyanet û êrîşên nemerd bi çavên serê xwe dîtibû. Komkujiya Hewlêrê weke lekeyeke reş di dîroka Kurd de wê bimîne. Hevalê Hozan Serhed li çiyayên Başûrê Kurdistanê li qadên Kelaşînê, Helgurt, Xakurkê û Xinêre xebat meşand. Weke gerîlayekî ji xwe bawer û di heman demê de weke hunermendekî çiyayî saza xwe jî hildida ser milên xwe û beşdarî kar û xebatan dibû.
Hozan Serhed li Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Ewropa û Başûrê Kurdistanê di nav gel û hevalên xwe de pir dihate hezkirin. Ji wan re bibû cihê bawerî û hêza îlhamê. Ji bo heval û hogirên xwe de cihê bîr, bawerî, moral û kelecanê bû. Ji derveyî kar, xebat, peywir û şer her êvar di nav hevalên xwe de û li ber agirê goniyan hozanê navdar û zana ji hevalên xwe re li quntara çiyayê Kelaşînê û Berbizinan stranên germ digot, konser dida. Dilê hevalên xwe geş dikir, hêviyên wan ên serkeftinê xurt dikir.
Hozan Serhed di rêbazên jiyana xwe de pir xwezayî û dilnizm bû. Her rûken û xwedî kelecan bû. Mêrxasê çiyayî û hunermendê resen şehîd Serhed pir ji gotina “hozan” hez dikir. Dema hinekan pirsa navê wî dikir yekser digot, “Navê min Hozan e.” Bi qasî bi çeka xwe ya parastina rûmetê girêdayî bû, ewqasî jî bi çeka xwe ya parastina çandê jî girêdayî bû. Hevrê Hozan Serhed ji hemû hunermendan cudatir bû. Gerîlayekî pir jîr û jêhatî bû.
Hozan Serhed ji gundekî Kurdistanê yê girêdayî çiyayê Araratê bû. Gundewarên herêma Serhedê xwedî zozan û çiyayên bi heybet in. Hozan Serhed jî pir ji zozanan û çiya hez dikir. Dema diçû herêmeke çiyayî ya sar digot, “Bêhna mirovan li vedibe.” Hevrê û hunermendê jîr û çeleng Serhed pir ji jiyana komî jî hez dikir. Jİxwe gelek stranên wî li ser çiya û zozanan hene.
Hevrê û hunermend Serhed ji wê çanda resen û dewlemend ya herêma Serhedê dihat. Xwedî dengekî zelal û xweş bû. Hozanê heqîqî û xweşdeng Serhed ji wê herêma çiyayî û dewlemend Agiriyê dihat û li ser çanda berxwedana Serhedê mezin bibû. Ji ber vê di ciwaniya xwe de biryara xwe dide û beşdarî nava kar û xebatên şoreşê dibe. Dema hêzên dewleta Tirk, hewl didin wî bigirin, dev ji malbat û zarokên xwe berdide. Bi temamî biryara xwe dide û beşdarî nava şoreşê dibe. Kurteçîroka Hozan Serhed pir bi êş û azar e. Jixwe, şehadeta wî jî wiha bi êş û jan e.
Şehîd Hozan Serhed sala 1998’an tevî komeke hevrêyên xwe û li ser xwesteka xwe ya pir zêde derbasî herêma Botanê, Kato Jîrka dibe. Li wir 22’yê Tîrmeha 1999’an di şerekî li hember hêzên dewleta Tirk de Hozan Serhed şehîd dibe. Heya demekê agahiya hevalên jê çênabe. Piştî dijmin paşde vedikişe, heval vedigerin herêmê û li şopa wî digerin. Wê demê heval dibînin ku dijmin bedena wî bi darekê ve girê dane, bi êşkence û çekan ew şehîd kirine.
Em ji malbata hevrêyê xwe Hozan Serhed û tevahî gelê xwe re careke din sersaxiyê dixwazin. Şehîdê qehreman Hozan Serhed bi bîr tînim, bejna xwe li beramberî mezinahî û lehengiya wî ditewînim, soza xwe jêre nû dikim. Wê Hozan û milîtanê Apoyî Serhed her tim di fikir, hest û wijdanê me de zindî be.
Hevrêya wî ya Têkoşînê




