Bîranînek Ji Botanê Heya Kobanê 2-

Sema Aysel:

“Heval Sorxwîn dema hate çiya yê besta, ji besta pir hez kir. Heval Sorxwîn digot besta dayîke ger ku te besta hez kir wî ew jî te biparîze û eger ku te besta hez nekir tu taybetmindiyê xwezayê ê besta yê Botanê te hez nekir digot ew jî te na parêze. Digot ev rastiyeke. Heval sorxwîn ji ber kû li ser navê Cûdî hat çend meha li wir ma rexmî ku li vir pir ji hevalan hezkir pir ji qadê hezkir çavekî ku besta dayîke lê mêze dikir. Heval Sorxwîn digot “dema ku ez ji Başûr hatim li ser navê Cûdî hatim lê belkî li vir astengî derket lê xeyalên min yê mezin ew bu ku ez biçim cûdî. Ji ber ku Serokatî dibije her jinekî ji min hez dike pewîste here cûdî, ji bo nêrînê Serokatî ez ji cûdî pir hez dikim, ji ber wî ez ê biçim cûdî.” Dema ku heval çû cûdî pir heval şehîd ketin pir tengasî û zivistanekî pir zehmet derbas kirin lê ev hemû li ber heval Sorxwîn nebû astengî. Birastî jî her tim dema ku heval dihatin me car caran agahî jê digirtin. Min bi xwe pir jî hez dikir. Kîjan heval li vir dihat min pirsa heval Sorxwîn jî dikir û min rewşa heval Sorxwîn bi qebdeyên dest pirs dikir û çidike rewşa wî çiye. Hevalên ku li wan deran dihat mînakê heval Sorxwîn didan.

Heval Sorxwîn Her Çar Parçê Kurdistanê De Têkoşîn Da Meşandin

Heval Sorxwîn dema jiyan dikir mînak bû di jiyanê de. Di Botanê de bigre, şerê Kobanê de bigre, di qomîteya gaziyan de bigre, di nav gel de bigre heval Sorxîn di çû kûdere mîraseyekî pir mezin li pey xwe hişt. Her çar parçê Kurdistanê de têkoşîn da meşandin. Herî dawî berî ku em ji hev qot bibin, her dem dikenîya û digot ez keçeke pir şanslî me. Digot min Botan dît û ez li Rojhelat hatim dinyayê, li wir ez ketim di nava karê ciwana û min hinek tişt nas kirin di aliyê rêxistinê de. Meraqa wê pir bû û dixwest fêr bibe û tişta zanibe û nas bike. Tirs û gav paş de bavîje li cem wê nebû. Tedbîrê xwe yê rêxistinî digirt. Heman demê de digot “gerek ez fêr bibim û bizanim û nas bikim. Digot ku tu nizanibê eybe, xwe fêr kirin ne eybe. Lewma hertim xwe fêr dikir. Heval Sorxwîn xwediyê sekneke wisa bu. Xweşikbûna û baqijbûna dilê heval Sorxwîn de, yasnsitmayê her cihê heval Sorxwîn dikir, yansitmayê kenê wê dikir, yansitmayê çavê wê dikir, yansitmyê cil û bergê wê dikir, yansitmayê her tiştê wê dikir. Li kuderî heval Sorxwîn hebûya li vir civakbûn hebu.

Mexmur Berhemê Keda Serokatî Û Şehîda Ye

Heval Sorxwîn çawa ji bo Botanê digot Botan dayîke, heman demê de ji bo Mexmur jî heman tişt digot. Digot Mexmur ji bo min wekî dayîke. Çima digot wekî dayîke ye ji ber ku ew gele geleke bi qîmete, ji ber ku gelek zor û zehmetî kişandiye û xwe di fikir û felsefeya Serokatî de pêş xistiye, lewma gelê Mexmur berhemê keda Serokatî û şehîda ye. Heval Sorxwîn tim digot heger ku tu bi wî gelî re mijul bibe ceweherekî  pir mezin di wî gelî de heye, ji dayîkan bigrin heya mirovê wê, ji ber kû bi çanda partiyê mezin bûne. Di heman demê min jî digot ev gel bingehê xwe ji çanda Botanê digrin, hemû ji Botanê hatine wir rastiyekî xwe heye, lewma berhemê keda Serokatî û şehîdane û rêxistin jî pir pêre mijûl dibe. Heval Sorxwîn jî digot zaten ez ji bo wê ez jî hez dikim û hezkirina min li hemberî vî gelî heye.

Heval Sorxwîn Ji Kobanê Pir Hez Dikir

Heval Sorxwîn ji Kobanê pir hez dikir çima ji ber ku gelê wê kedekî pir mezin dan,bedeleke pir mezin dan. Dema brîndar dibe destpêkî lê mêzedikin û dibêjin ev narabe li ser xwe, ema di dawî de doxtorek dice li ser mêzedike kû dilê wê pir lêdide û doktor dibije ku gerek em bi vî brîndarîre mijûl bibin. Doxtoran digot ku îdîaya wî ya jiyankirinê pir xorte, îdîaya wî ya jiyan kirinê pir mezine. Ji bo na wê doktor biryarê xwe ji bo wî didin û biryar digrin û pişra doxtor pêra mijul dibin. Îdîaya heval Sorxwîn ya jiyankirinê pir xort bu. Asta îradeya heval Sorxwîn ya jiyankirinê pir xort bu. Ne carekî ez dizanim li Qendîlê basinca teqemeniyê dixwen sê rojan li arazê dimînin. Dîsa li Cudî pevçûneke giran re derbas dibin heval Sorxwîn dîsa jî ji mirinê difilite. Heval wî demê heval Sorxwîn dikine nava Berfê de ji bo ku hinekê ser xwe de were, di kun berfekî de dimîne dîsa hevalan got heval Sorxwîn wî jiyan neke lê îdîaya heval Sorxwîn ya jiyan kirinê pir xorte. Heval Sorxwîn li ser hişê xwe de tê. Heval Sorxwîn digot ez 3 caran ji mirinê filitîme lê ez bawerim nabe çar. Digot wî carê ez derbe bixom ezê şehîd bikevim û wisa hês dikim. Ji ber çima hîsî heval Sorxwîn pir xort bu. Ji çavê mirovan mêze kiriba hemen hîs dikir û fam dikir ku yê hember wî dixaze çi bêje.

Wî Xeyalê Heval Sorxwîn Bibe Xeyalên Me

Ez pir hevalake şanslîme ku min heval Sorxwîn naskir û pêre hevaltî kir, pêre jiyan kir, pêre kar kir û çum pratîkê. Lewma ez pir şanslîme, ew şans nabe nesîbê her kesî. Ez ji bo xwe wisa digrime dest. Wî xeyalê heval Sorxwîn bibe xeyalên me. Armancê heval Sorxwîn wî bibe armancên me. Ez heya ku jiyan bikim ez ê tu carî heval Sorxwîn ji bêr nekim. Ezê hertim xwediyê armancê wî, têkoşîna wî û xeyalê wî derkevim. Xeyala heval Sorxwîn ya herî mezin azadiya Rêbertî ya fîzîkê bu. Duyemîn welateke azad bu, geleke azad bu. Xeyalên me jî ê ew bin. Ji xwe hertim xeyalên me evin, lê ya heval Sorxwîn kete ser duqet û sê qet barî me giran bu. Her hevalek me yên ku şehîd dikeve, dibe heval Sorxwîn di fîzîkê di nava me de çuye lê di ruh de wîm tim gel me û dilê me de jiyan bike. Emê her tim wî biparîzin, emê her tim wê ser piya bigrin. Em çiqas heval Sorxwîn bênin ser ziman kêm mabe û wê têrî neke. Zehmete ku mirov ser yên weke heval Sorxwîn nirxandin bike û anîna ser ziman. Ji bo wî em soz didin ku çeka heval Sorxwîn wê erdi nemîne.

Ala Heval Sorxwîn Emê Tim Bilind Bikin

Ala heval Sorxwîn emê tim bilind bikin. Ezê hertim bibim şopdarê heval Sorxwîn. Hemu nêrînê wî yê jiyanê, hemu mînakê wî yê jiyanê, hemu keda wî ya jiyanê wî ji bo me bibe talîmat. Hevala ku gel heval Sorxwîn şehîd ket hevala Azadî çend cara me hew dît, ema waya ez baş dizanim ku dema heval Azadî derbazî wî saziyê bu pir milan de yanî xwe pêş xwist, hêj jîyan jî dikir, milê wî yê erenî, sekna wî, hevaltiya wî, heskirina wî ew jî  asteke pir mezin de xwe avakiribu. Xeyalên her du hevalan jî ê bibin xeyalên me. Emê xeyalên wan bigihînin serkeftinê”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button