Divê jin bi rengê xwe nasname û zimanê xwe yê dayikê bijîn
Şîlan Kobanê

Li ser gelê Kurd jiyaneke bêçand, bêziman, bênasname û bişaftin tê ferz dikin. Lê Kurd bi têkoşîna xwe ya bi salan nîşanî her kesî dane ku wê dest ji mafên xwe bernedin. Ji bo ji ziman, çand û nasnameya xwe berxwedana xwe wê bidomînin. Ji bo jiyaneke azad, civakeke azad û wekhev wê her tim li ser piyan bin û têkoşîna xwe berdewam bikin.
Du taybetiyên girîng ên di kesayeta Kurdên berxwedêr de derketine holê hene. Ev jî “Jin Jiyan e” gelê Kurd û nexasim jinên Kurd ev piştrastkirin û îro ji hemû jinên azadîxwaz re bûne îlham û hêvî.
Dayik û xweza tên wateya herikandina jiyanê. Watebûna gerdûnî îfade dikin. Dema em dibejin, “Jiyan”, jin tê bîra mirovan. Girêdayî wê edalet, wekhevî, bawerî, hêviyên bi wate, jiyana xweşik a bi çand, û ziman û nasname di hişê mirov de zindî dibin.
Yên hiştin ku heya îro zimanê me hebe û pêş bikeve helbet dayikên me ne. Bi vê wesîleyê em tevahî jin û dayikên Kurd bi rêzdarî silav dikin.
Desthilatdaran jiyan li jinê kirine jehr. Jin ji nedîtî ve tên, hêz û keda wê tê veşartin. Hewl didin di şexsê jinê de civakê felc bikin. Lewma li ser nasnameya jin û bedena wê êrîşên dijwar hene. Bi têkoşîna jin û dayikên Kurd jinên Rojhilata Navîn êdî serwext dibin. Her tiştên desthilatdaran di lêpirsînê re derbas dikin.
Em ê weke her roj û her sal ji bo Cejna Zimanê Kurdî dîsa li qadan bin. Em ê ji bo zimanê Kurdî li Sûriyeyê bibe zimanê fermî dengê xwe bilind bikin.
Em bang li hemû jin û ciwanan dikin ku 15’ê Gulanê qadan tijî bikin, ji bo mafê xwe yê herî rewa dengê xwe bigihînin hemû cîhanê. Bi hêz û îradeya fikir û felsefeya Rêber Apo yê em hişyar kirin ji bo fermîkirina zimanê Kurdî em têkoşîna xwe bilind bikin. Divê jin bi rengê xwe nasname û zimanê xwe yê dayikê bijîn.
Li ser vî esasî em 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li tevahî gelê xwe pîroz dikin. Em ê bi rengê jinê azadiya hemû gelan biqîrîn û jiyana xwe bi berxwedan û têkoşînê bixemilînin.




