Em dibin qîrîna azadiyê
Cûdî Cizîr

Wisa xuya dike ku pirsgirêka mirovahiyê ya sereke azadiya mirovan e. Pergala heyî jî hikûm li ser azadiya mirovan dike. Ji ber vê çendê cihekî bêhna azadiyê jê were serdestî û koletî nikare biaxive. Ji lewra azadî zelaliya ava kaniyeke xweser e, ji hestên dilê li nav têkoşîna me ber bi asoyên ronak ve diherike. Lewma navê Tevgera me doza ji bo azadiyê, hezkirina azadî, jiyana bi rûmet, têkoşîna ji bo wekhevî û demokrasiyê, doza hezkirina welat a bûye dergûş ji mirovahiyê re. Em hemû şagirtên Apoyî şerê bûyîna mirovek azad û bi exlaq didin.
Şoreşgerên rasteqîn mirovên herî bi exlaq û azad in. Nirxên azadiyê di şerê jiyanê me de veşartiye. Ji ber vê çendê em dibin qîrîna azadiyê. Deriyê azadiyê di nav Tevgera me de ye. Ji ber Tevgera me pirsgirekên hemû cîhanê fêm dike û li gorî pîvanên wê nêzîk dibe. Azadî wê di demeke gelekî nêz de bê vê xakê. Yên vê pêk bînin jî wê kesên Apoyî bin.
Di vê çarçoveyê de axa Mezopotamya welat û dîroka azadiyan e. Em şervanên bawerî û azadiyê, me li ser van axan tovê hêvî, hezkirin, azadî û zanebûnê çand. Wê robarê jiyanê ji van waran biherike. Wê bedena me ji bo azadiyê weke agir cîhanê dorpêç bike. Wê dilê Kurdistanê zindîbûna xwe biparêze û weke koka Rojhilata Navîn jiyana azad li ser van axan şîn bibe.
Ji bo azadiyê jin û ciwan bi hemû bi hest û ramanan xwe tevlî têkoşînê dibin. Jin û ciwan tîrêjên azadiyê yên ronahiyê hembêz dikin. Dem dema biharbûna azadî û demokratîkbûna gelan a. Dem dema jin û ciwanên e. Rêbertiya me bi rûmeteke di astê herî bilind de, azadî pêş xist û bû sembola azadiya mirovan. Azadî di lûtkeyên herî bilind de bi wate kir. Ji bo azadiyê xwe kir dilê milyonan mirovan. Di vê atmosfere de mirovahî ketin pey fikir û felsefeya Rêber Apo.
Bi milyonan mirov evîndarên Rêber Apo ne. Heta mirinê ji bo azadiya wî amade ne. Bila dijminê mirovahiyê baş zanibe ku hemû gelên azadîxwaz bi Rêber Apo ve girêdayî ne. Weke Rêber Apo jî dibêje; “Armanca gerdûnê azadî ye.” Em ber bi wê ve dibezin! Em zarokên rojê ne. Qet rojekê jî tîrêjên azadiyê ji ruhê me kêm nebûye.
Pêwendiya jiyanê, bi vejîn û berxwedêriyê re heye. Hezkirina jiyanê nebe biryardayîna ji bo azadiyê jî nabe. Em dixwazin cîhaneke azad biafirînin. Hem ji bo neteweyan, hem ji bo jinan û tevahî mirovatiyê. Ger mirov karibe bike ku însan ber bi nasname, maf û azadiya xwe ve biçe û ji bo vê xwe amade bike, ev mezinbûneke rastî ye.
Her wiha azadî mirovan dike mirov. Bi rastî jî hatina cîhanê pir xweş e. Ger li van zayînan wate û mîsyon were barkirin, wê zayîn kêfxweşî, coş û azadiyê biafirîne. Yanî azadî di qefesan de nayê girtin, bê azadî nayê jiyîn. Lewra em evîndarên azadiyê ne.
Em rêwiyên pêşeroja azad û jiyanek bi wate ne. Azadî rêgeza xwepaqijkirinê ye, xwe ji paşverûtiyên xwe safîkirin e, di asta herî bilind de xweîfadekirin e. Kesê xwe ji paşverûtiyan qut neke nikare azad bibe. Kesê ku bê armanc şer dike nikare azad bibe. Di vê wateyê de Apoyî dibin şervanên azadiyê. Em hêza xwe ya azadiyê ji Rêberê xwe digirin. Azadî timî bûye lêgerîna me. Em her tim li pey azadiyê dibezin. Em rêwiyên pêşeroja azad û jiyanek bi wate ne.




