Azadiya civakê wê di şexsê jinê de were qezenckirin
Gaziya şer Selena Dêrik…

Bêguman Kurd xwedî xisletên çiyayî yên egîdî û şarezayî ne. Jixwe dema peyva Kurd tê gotin yekser kesên wêrek, dilêr, jêhatî û dîlawer tên hişê mirovan. Ew xeyal di fikir û bîra mirovan de zindî dibin. Nexasim jî dema mirov li ser îsyan û serhildanên Kurdan dahûrandin dike ew kesayeta serbilind xuya dike. Hinek mirovên bi wijdan û lêkolînerên heqîqetê hewl dane hinekî qala wê wêrekiya neteweya Kurd bikin. Jixwe gelek mirovên hêja, dilêr û egîd ên hê behsa wan nehatiye kirin hene ku bi demê re dê ew jî ji mirovatiya pêşverû re werin nasandin.
Bi qasî ku min lêkolîn kir û encama min jê derxist jî ew e ku dîroka me bi piranî di bin toza ber nalên hespên talankeran de mane. Eger em hewl bidin wê dîrokê derxin ser rûyê erdê, divê em zend û bendên xwe badin û ji dil bixebitin. Pêwîst e em bibin lêgerên heqîqetê. Em xwe ji her êrîşê re jî amade bikin. Weke tê zanîn di rêya heqîqetê de gelek mirovên têkoşer hatin qetilkirin û çarmixkirin. Zalim û zordaran jehra sîyanurê bi gelek zanyar û lêgerên li pey heqîqetê dan vexwarin. Hê jî mirovên wêrek hene û ji bo dîtina heqîqetê amade ne canê xwe jî bidin.
Heqîqet û rastî tiştên wiha ne ku mirovan ber bi xwe dikişinîn. Mirovên resen û lêgerên wê serê xwe jî bidin jê venagerin. Bêguman hinek kesên berjewendiyên xwe yên şexsî ji wê rêya bi rûmet vedigerin. Lê mirovên rast û heqnas qet ji hedef û armancên xwe venagerin. Ser didin sir nadin. Ev kes evîndarên heqîqet û ronahiyê ye.
Lêgerîna heqîqetê ji gera jinê ya di nav xwezayê de dest pê kiriye. Roj bir roj ew lêgerîn berfireh bû, heya gihişt fîlozofa jin Hypatia ya li asîman pergala gerstêrkan keşif kir. Lê mixabin zilamên zordar û ferdperestiya wan her tim pêşiya lêgerîna jinê girtin, ew çewisand da ku nikaribe xwedî li berhemên xwe derkeve û mafê xwe bixwaze.
Jixwe heya roja me ya îro jî timî pergala bi serweriya mêr ji heqîqet û rastiyê ditirse. Hewl dide ser rastiyê binixumîne û di tariyê de bihêle. Dema jin qala mafê xwe dike zilam dîn û har dibe. Ev jî dide nîşandan ku pergal ji daxwazên jinê û mafê wê ditirse. Her tim jî rê û rêbazên şerê taybet li ser jinê dide meşandin. Rojane jî wan rêbazan pêş dixe. Pergal hinek jinên lawaz jî li hemberî zayenda wan dide bikaranîn. Lê tevî her tiştî jî jin dibin yek û dikevin hewldana xwe ji koletiya 30 hezar salan rizgar bikin. Çawa di şexsê jinê de civak hatiye kolekirin, dê careke din azadiya civakê di şexsê jinê de were qezenckirin.
Li Sûriyeyê jî em dibînin bê çawa hikûmeta veguhêz li ser pergala Baas dimeşe. Ango tenê navê desthilatdariyê guheriye. Bi her awayê xuya dike ku hikûmeta veguhêz ji jinê û pêşveçûna wê ditirse. Lewma naxwazin statuya YPJ’ê ya di nav refên wê de bi hezaran jinên wêrek û hêja şehîd û birîndar bûne qebûl bikin. Lê her çi dibe bila bibe û wê her YPJ bimîne. Em ê jî weke gaziyên jin di vê mijarê de jî bi rola xwe ya dîrokî rabin. Wê YPJ hemû jinên Kurd û Ereb hişyar bike û wê welatekî azad û wekhev serkeftin bi destê jinan pêk were.




