Pergalên desthilatdar çavkaniya tundûtûjiyê ne
Asya Weşûkanî

Çavkaniya tevahî pirsgirêkên ferd û civakê bingehê xwe ji hişmendiya pergala mêrperest û desthilatdar digire. Ti pirsgirêk nîne ku hişmendiya “dewlet baba” û zilamê malê li pişt wê nîne. Ew jî hişmendiya mêrê serwer e ku hebûna xwe di heykelê dewleta neteweyî de bi cih kiriye. Em hemû jî pir baş dizanin ku ew hişmendiya desthilatdar a ji beriya 30 hezar salî ve weke koma nêçîrvanên kujerên kastîk derketine holê. Hemû mêran jî tekez ji wê şerbeta ku pergal dike nava jehra vê hişmendiyê û dide hemû ewladên mêr ji bo wan xisletên xwe berdewam bikin. Jixwe herî zêde jî jin dayik lawên xwe fêrî zilamtiyê dikin. Bêyî vê bizanin û haj lê hebin jî. Li gorî nêrîna min tişta herî xerab jî ew e ku haya wan jê nîne.
Divê şaş neyê fêmkirin û ti mebesteke min a wiha jî nîne ku ez bêjim, dayik vê rêbazê bi zanebûn dike yan jî zarokên xwe yên law bi hişmendiya mêrperest mezin dike û wan dide fêrkirin. Lê dayik bi xwe jî hatiye perwerd kirin û ji beriya hezar salan ve hatiye şikandin, di navendên musaqadîn de jî hatiye kedîkirin da ku ew jî keç û lawên xwe kedî bike, ji pergalê re bike koleyên pir baş û pergala baviksalar jî wan pir baş ji xwe re bi kar bîne. Dema mirov li dîroka 30 hezar sal beriya niha lêkolîn dike haj li heqîqeta veşartî dibe. Wê demê zêdetir jî diyar dibe ku dayikê li hemberî pergala desthilatdar û mêrperest berxwedaneke bêhempa kiriye, lê mêrê tundrew û nêçîrvanê kujerê kastîk bi çekên di destên xwe de êrîş dike.
Tirsê çavên jinê şikandiye û li wir jin wenda dike, dibe kole û di şexsê jinê de jî temamê civakê dibe kole. Niha jî em têdigihêjin ku tirsê koledarî daye çêkirin û gihandiye heya roja me ya niha. Lê tekez ji niha û şûn ve koledarî hew tê qebûlkirin. Em di serdema Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratik de ne. Ne jin û ne jî civak hew koledarîyê qebûl dikin. Wê hemû têkoşîna wan ji bo çareseriyeke mayînde ya wekhevî, azadî û aştiyê be. Gelek tişt hene ku jin bike û hêza xwe ya cewherî derbasî meriyetê bike. Dikare civaka li hawirdora xwe jî bi zanebûn û ramyarî rêxistin bike, hew çavên xwe ji tiştekî bitirsîne. Dizane ku wê tirs mirinê bîne. Yanî wê koledarîyê bîne ku ew jî mirin bi xwe ye.
Tişta ji jinê tê xwestin û jin dikare bike jî ew e ku têkoşîneke pir xurt li hemberî serweriya mêr û tundrewiya wî ya bêpîvan û bêsînor bimeşîne. Ji ber van kiryaran mirovahî aniye rewşeke ku li ber fetisînê ye û divê were rizgarkirin. Lê tekez divê jin xwe ji rewşa bûna çavkaniya şerê taybet pak bike, xwe daweşîne da ku bikare di sengerên şer de li ber xwe bide, serkeftinê qezenc bike, zayenda xwe û civaka ji beriya hezar salan ve li dora xwe civandiye ji zilma desthilatdarên qatilên kastîk rizgar bike. Tekez bi qasî ku jin li rastiya mêr digere û hewl dide têkoşîneke pir xurt bike divê li xwe jî vegere, dahûrandin bike û bibîne bê ka çiqasî di nav wê koledariyê de asê maye, hatiye ber fetisîne û ji pergala mêrperest re bûye zemîna serkeftinê û domdariyê.
Pêwîst e em jî weke jin destê xwe deynin ser wijdanê xwe, li xwe mukir werin û bêjin ka pergalê çiqasî bi serê me leyîstiye, me çawa di şerê xwe yê taybet de bi kar tîne û koledariya me hîn kûrtir dike. Tevî pêwîst e em weke jin bingehê wekhevî, edalet û demokrasiyê bin jî mixabin gelek caran em weke zayend ji bo hevjîn, hezkirî, kûr û bav û birayê xwe wijdanê xwe xerab dikin û malbatperestiyê dikin. Ez carinan wiha dihizirim ku di serdema niha de jin ji mêr zêdetir malbatperestiyê dike! Divê her jinek li ser vê mijarê bihizire û xwe di nav de bibine. Rêber Apo niha hîn zêdetir li ser hişmendiya jinê dihizire, pirtûk dinivisîne. Gelek taybetmendiyên me hene ku Rêbertî ji wan hêrs dibe. Ji ber wan taybetmendiyan layiqî cewhera jinê û heqîqeta wê nabîne.
Mînak di xwezaya jinê de ferdperestî, derew û xapandin jî tineye. Lê mixabin niha jin jî weke mêran bûne. Hinek jî hene ku ji meran jî xerabtirin, yekser dikevin xizmeta pergala desthilatdar û sermayeparêz. Jixwe di vê mijarê de Rêber Abdullah Ocalan dibêje, ‘Jin zayendîbûna xwe li hemberî mêr bi kar tîne û wiha tola xwe ji mêr hiltîne.’ Jixwe dema mirov li ser jiyana jin û meran a rojane dihizire mirov vê rastiyê hîn baştir fêm dike û li hemberî wê jî hêrs dibe. Lê tenê bi dîtina rastiyê û hêrsbûna li dijî wê tekez têrê nake. Divê em weke jin xwe bi rengekî hîn zêdetir cewherî beşdarî têkoşînê bikin. Hewce ye em zanibin ku em ji mêr zêdetir xwedî vê doza wekhevî û azadiyê ne.
Hewce ye em xwe ji rewşa şerê taybet derxînin, xwe di eniya dijberî pergalê de rêxistin bikin. Divê em xwe ji taybetmendiyên jinên koledar xelas bikin. Pêwîst e bi çeka fikir û ramyariyê em têkoşîneke pir xurt bimeşînin, dev ji jiyana rojane û erzan berdin. Jixwe ev nayê wê wateyê ku hemû jinên civakê jî dev ji mêrê xwe berdin, lê divê dev ji jina kilasîk û kole berdin. Ji bo bikarin pirsgirêka kolekirina jin û civakê fêm bikin, dawiyê li wê bindestî, tundî û kuştina reş bînin ev pêwîst e. Ji bo jiyana wekhev, azadî û tijî aştî ji xwe û civakê re serwer bikin û bi serbilindî bijîn divê demldest bi rola xwe rabin.




