Hizrê şoreşgeran li hemberî pergala paşverû berxwedan e

Cûdî Cizîr

Min pênûs xist destê xwe ji ber ez ê niha binivisînim. Têkoşîna azadiya Kurdistan a hemdem di pêşengiya Rêber Apo de dest pê kir. Serdemên dîrokê yên pir girîng hene. Mîna ku yên roja wan nebe dê siberoja wan nebe, yê dîroka xwe nizanibe dê pêşerojek wan a saxlem jî nebe. Mirov carinan ji hemû demên dîrokê re meydan dixwîne û di kêliya dirokî  de tiştên ji bo wê serî hilde ewqas pir in. Ji lewra me navê xwe bi ronahiya Rojê re kir xewnên gelan, kir cihê xeyalên dîtina jiyanê.

Şoreşgerên Apoyî  ji hemû desthildarên pênc hezaran salan re meydan xwendin. Em bi têkoşîna xwe bûn qîrek a serkeftinê. Di hemû demên zor de em bûn xwedî sondên lêgerên Apogeriyê.  Berî her tiştî li dijî xerabiyê, Şoreşa Kurdistanê ji mirovahiyê re bang e. Derketina Rêber Apo bi rastî li Kurdistanê serdemek nû vekir. Ji bo vê têkoşîna me pir bi nirx e.  Bi têkoşînê re ronahiyek di dilê Kurd de çêbû. Ev ronahî ti caran Kurd bi tenê nehişt û nahêle. Di her pêvajoyê de ruhê ku me her tim ronî dike, dihêle  destanên pir mezin ên serfiraziyê li nava rûpelên dîrokê werin nivîsandin. Di nava vê rastiyê de, cewherê ruh û hişmendiya Rêbertiya me hîn zêdetir eşkere ye. Ji lewra  Tevgera me bi tîpên jiyana pîroz dinivisîne.

Ji ber vê çendê em fêrî lêgera heqîqet, wekhevî û azadiyê bûne. Em fêrî, “Yan azad bijîn, an jî em ê vê jiyanê qet jiyan nehesibînin û weke mirinê bihesibînin” bûn. Me di îdeolojiya fermî de qelîştokên pir mezin vekirin. Me  bi saya ramanên  Rêber Apo xerabî û paşverûtî deşifre  û parçe kir. Hizrê şoreşgeran li hemberî pergala paşverû berxwedan e.

Li ser şoreşgeran nivîsandin zehmet e. Ji ber vê dibe ku tiştên em dinivisînin  bi temamî  her tiştî îfade neke. Bi vegotina nivîsandinê rastiyên jiyanê bi xweşikî nayên vegotin. Rastiyên me ewqasî mezin in ku di nivîs û gotarekê de  hilnayên. Ji bo wê nivîsandin tenê nayê maneya nivîs nivîsandinê.  Xeyal,  hêvî û têkoşîna me azadiya fizîkî ya Rêbertî û azadkirina gelê Kurd e. Dîsa avakirina kesayeta exlaqî û polîtîk, demokratîk û azadîxwaz e. Ji lewra şoreşgertî kesayetek muezem dixwaze. Bûna şoreşger, di destpêkê de bi biryardayîna rêzdariya mafê jiyanê û bûna mirovê azad dest pê dike. Şoreşger çarenûsa mirovan diguherîne û mirov hişyar dike.

Em xwedî tevgereke çalakiyê û rêxistineke têkoşînê ne. Bûyîna Apocî ne hêsan e. Apocîtî bi însanan re ruhê berxwedanê, cesaretê û îradebûnê çêdike. Bi Tevgera Apoyî re gelek tişt guherîn. Xeyalên me mezin bûn, dilê me fireh bû. Em bi xwe guherîn. Rê hatin guherîn, bang zêde bûn. Ji dilan heya stêrkan şiverê hatin çêkirin. Em bi fikir û hestên xwe dest bi hezkirina jiyan, mirov û xwezayê dikin. Naxwe ji bo wê Tevgera Apoyî romanek e ku hin neqediyaye. Helbestek e, stranek e û xweşik e! Rêber Apo welatparêziya welatekî ku ti kesî navê wê jî nedianî ziman afirand. Her wiha rastiya neteweyeke qet ti kesî nedixwest nasnameya wê jî bîne ziman derxist holê. Yanî kesên li ber xwe didin tenê dikarin berxwedanê vebêjin. Roja îro şoreşgerên bi navê bindestan têkoşîn dikin, ji bo parvekirineke adil çêbibe û kedxwarî rabe; ji bo azadî, wekhevî, nirxên demokratîk û sosyalîzma demokratîk, bi kurtasî ji bo jiyaneke hîn bedew û azad şer dikin.

Di bin bandora ramanên şoreşgerî de rewşenbiriya Kurd û ya azadîxwazan pêş ket. Em şoreşger in û nêzîkatiyeke me ya îdeolojîk heye. Mirov dema ji bo xwe pênaseyan bi pêş dixe, sînorên jiyana  xwe lê bar dike, li derdora jiyana xwe bi feraseta jiyana xwe razekê dihûne. Em destpêkek û hêviyek nû dijîn. Gotinek Rêber Apo hat bîra min, “Eger jinek azad a milîtan di nav artêşê de bi tena serê xwe bimîne jî ew milîtanek e. Heke jinek milîtan pêwîstiyên milîtantiyê bi cih neyîne, ew di nav hezar jinan de jî be dîsa ew nabe milîtan.” Di wateyek rast de jinên Apocî nirxên jinê yên bi hezarê salan e heta roja me ya îro di pratîka Tevgara Jina Azad de rohnî dikin. Têkoşîna me  misoger wê bigihe serkeftinê. Serkeftin jî wê azadiya gelê Kurd, gelên bindest û jinan bi xwe re bîne. Em dixwazin bi hestên serkeftinê bi gel, dost û hevrêyên xwe azadiyê bidin jiyîn.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button