Kî ne ew komên cîhadî û têkiliya wan a bi DAÎŞ’ê re çi ye?
Hozan Serhed

Dema mirov li nasnameya komên li Serêkaniyê, Şehba û Hesekê provokasyonan dikin dinêre, xuya dibe ku ev derdor ne tenê ji “milîsên herêmî” pêk tên. Ev kom bi piranî ji bermahiyên DAÎŞ’ê, Cebhet El-Nûsra û pêkhateyên radîkal ên di bin banê “Artêşa Millî ya Sûrî (SMO)” de ne.
Komên cîhadî yên li Serêkaniyê û Şehbayê tevgeriyan, bi navên Tûgaya Sûltan Mûrad, Ehrar al-Sharqiya, Ceyş al-Îslam derdikevin pêş. Ehrar al-Sharqiya bi taybet ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ve ji ber binpêkirinên mafên mirovan û kuştina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef, di lîsteya ambargoyê de ye. Ev kom ji çekdarên herî radîkal ên herêmên Dêrezor û Reqayê pêk tên. Piraniya wan berê di nav DAÎŞ’ê de bûn.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser û raporên navdewletî piştrast dikin ku piştî hilweşîna fizîkî ya DAÎŞ’ê ya 2019’an li Baxozê, bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê reviyan herêmên Serêkaniyê, Girê Spî, Bab, Efrîn ên di bin kontrola artêşa Tirk.
Çeteyên li Serêkaniyê di bin navê SMO’yê de, malbat û şaneyên xwe yên veşartî li gundewarên Hesekê, bi taybet li Kampa Holê û Şehbayê bi cih kirine. Ev kom bi pergalên fînansê yên qaçax û bazirganiya narkotîkê ji Serêkaniyê heya Hesekê tevnek ava kirine. Dema berjewendiyên wan ên li Serêkaniyê (erd û xaniyên dagir kirine) dikevin metirsiyê, ev şaneyên veşartî yên bi hişmendiya DAÎŞ’ê li herêma Hesekê “konên şer” vedikin û li Şehbayê êrîşî gundên Kurdan dikin.
Çavkanî destnîşan dikin ku armanca van kesên bi DAÎŞ’ê re peywirdar ne tenê parastina erd e. Ew dixwazin herêmê timî di nav kaosekê de bihêlin da ku şaneyên DAÎŞ’ê yên razayî dîsa çalak bibin. Hewl didin dadgehkirina tawanbarên şer asteng bikin. Ji ber eger Serêkaniyê radestî şandeya qanûnî bibe, gelek ji wan cîhadîstan wê weke tawanbarên şer û endamên DAÎŞ’ê werin darizandin.
Ev provokasyonên sêalî nîşan didin ku komen cîhadî ji bo berjewendiyên xwe û fermanên ji dewletên herêmî digirin, amade ne herêmê bixin nav agir. Lê belê şerê wan ê navxweyî û bêencambûna êrîşên li Şehbayê nîşan dide ku ev plan bi têkçûnê re rûbirû ye.
Parastina aştiya herêmî, hişyariya herêmê û hevkariya li dijî van şaneyên DAÎŞ’ê û SMO’yê xala krîtîk e.




