Di Federasyonê de Şêwazê Hilbijartinê (3)

Foza YUSIF

Dewlet û pergala ku xwe pê li ser lingan digre li gel ku her tiştî dixe bin serweriya xwe û navendî dike, li bereamberî wê pergala federasyonê navendîbûna hereman û îradeya wan a azad esas digre.

Parlemento û meclîs jî di gelek pergalan de, di asta herî jor de îradeya gel û civakê temsîl dikin. Lê li gor hemû pergal û hişmendiyan jî şêwaza rêvebirinê û edaleta parlementoyan tê guhertin. Ev rastyek e; her pergal li gor hişmendiya xwe rêveberiyekê û feraseta edaletê ava dike. Ji ber vê li gor bîrdozî û hişmendiya ku em jî temsîl dikin, şêwazê rêveberî û pergala me tê guhertin. Bi vê hişmendiya ku em pê bawer dikin di cîhanê de jiyanek hîn azad û biedalet ava bibe, em dixwazin di pergala parlemento û feraseta rêveberiyê de jî guhertinan çêbikin û ji bo giştî cîhanê bibin mînak. Li gor vêna tişta ku pêwîste em destpêkê ji hev derxînin cudahiya di navbera hişmendiya me û a desthilatdariyê deye. Di cewher de em tu carî naşibin hev.

Weke ku ev her du pergal di cewher de ji hev cuda ne, di şêwazên rêveberiyê de jî ji hev cuda ne. Li gor wê di pergala dewletê de tenê parlementoyek heye û her tişt, tevahî biryar ji wê parlementoyê derdikevin û nûnerê îradeya gel jî ew e. Di pergala federasyonê de berovajî pergala dewletê li her heremekê parlementoyek heye. Parlementoyên hereman bi xwe îradeyê gelê heremê temsîl dikin.

Pergala dewletê niha rê nade li hereman parlemento çêbibin. Dibêje: tenê parlementoyek heye, ew jî li paytextê welate û bi min ve girêdayî ye. Lê pergala federaliyê dibêje; li her heremê dikare parlementoyek çêbibe. Mînak, li Bakur dikare parlementoyek li Amedê bê avakirin, li Rojhilat, Başûr û Rojava jî bi vî awayî. Li gor pergala federaliyê em îro dikarin  Parlementoya Bakurê Sûriyê avabikin.  Li gel ku pergala federalîzmê vê dipejirîne, di pergala dewletê de parlementoyek wiha ne gengaz e. Ev parlementoyên heremî ku werin avakirin wê karibin di derbarê herema xwe de projeyan pêş bixin.

Parlementoyên heremî û erka wan:

Di pergala federaliyê de li kêlek parlementoyên heremî di navendê ango paytexta welatan de jî ne tenê parlementoyek, du parlemento hene. Yek, parlementoya bi dengdanê tê hilbijartine. Di vê pergalê de her kes bi namzediya xwe dikeve hilbijartinê û bi dengên zêde tê hilbijartin ango bi ser dikeve. Di hilbijartinên heremî de, tenê şêniyên heremê tevlî dibin û dengê xwe bi kar tînin. Mînak: ger hilbijartinên Bakurê Sûriyê hebe, şêniyên Şamê nikarin li Bakurê Sûriyê ji bo hilbijartinên heremî deng bikar bînin. Ev mafê parlementoya dewleta Sûriyê jî nîne ku mûdaxele bike.

Ya duyemîn parlementoya bi temsîliyetên parlementoyên heremî tê avakirin e. Di vê parlementoyê de weke mînak: ji her heremê 2 an jî 10 parlementer û nûnerên hereman tevlî dibin. Di parlementoya yekemîn de dibe hejmarê parlementeran zêde be lê di parlementoya duyemîn de hemû wekhev ciyê xwe digrin. Ger di derbarê hereman de biryar were stendin jî di parlementoya yekemîn de ku li gor hejmarê kursiyê partiyan hatine hilbijartin çênabe. Biryar di parlementoya duyemîn de ku nûnertiya hemû hereman tê de ciyê xwe digre û hejmara nûnerên hemû hereman yeke de, çê bibe.

Çima 2 Parlemento?

Di vir de pirsa çima du parlemento derdikeve pêşiya me. Dema em li parlementoya ku bi hilbijartinê tê ser kar temaşe dikin; di wê parlemdentoyê de her tişt bi dengdanê pêk tê û dengê zêde kîjan derkevin, ev qanûn bi vî awayî dikeve meriyetê. Di wê parlementoyê de ger partiya xwedî kursiyên zêde bixwaze zilmê bike, bi dengên zêde dikare biryara ne li gorî berjevendiyên civakê derxîne. Ji ber vê em dibêjin di pergala federaliyê de pêwîste ev rewşa bêedalet were guhertin û di şertên hîn biedalet de nûnertiya civakê û îradeya gel bê kirin.

Li dijî wê bêedaletiyê em dema li zagonên parlementoya duyem ku ji 2 yan jî 10 nûnertiya parlementoyên heremê pêk tê temaşe dikin, em vê eşkere dibînin ku îradeya gel hîn biedalet tê temsîl kirin. Weke mînak: ger di parlementoya duyemîn ku ji nûnertiyan pêk tê de biryarek di derbarê heremekê de bê girtin, ji ber ji her partiyekê di heman radeyê hejmarên nûner hene wê ew biryara bê girtin di hawîrdorek hîn bi edalet de bê girtin. Ji ber vê sedemê ger di pergala federaliyê de biryarek were girtin, wê ew biryar di parlementoya duyemîn de were girtin.

Ferq û cudahiya Hilbijartinên Federasyona Bakurê Sûriyê;

 

  • MECLÎSA MEZIN YA GEL (Meclîsa Yekem Pergala Navendî)

Di vê meclîsê de her bi navê partiyan beşdarbûn çêdibe.

Hilbijartin 4 sal carekê pêk tê.

Dengên Zêde û hejmara kursiyan esas in.

Baraja hilbijartinê heye.

 

  • NÛNERTIYA MECLÎSÊN HEREMAN (Meclîsa Duyem Pergala Federaliyê)

Meclîsa Herema Efrîn   Meclîsa Herema Kobanê   Meclîsa Herema Firatê   Meclîsa Herema Hesekê Meclîsa herema Qamişlo û hwd. tevlî dibin.

Ji nûnerên hemû Parlementoyên(Meclîsên) hereman pêk tê û hemû weke hev beşdar dibin. Biryarê di derbarê hereman de, di vê meclîsê de tên girtin.

Baraja hilbijartinê nîne.

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button