Welîd Yabsê: Di Şerê Kobani De Me Fikrê Çarşefa Reş Binxist

  • Gaziyê şer ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Welîd Yabsê di şerê Kobani de Gazî dikeve û dibîje ku “me di şerê Kobani de fikrê çarşefa reş binxist û felsefe û ramanên Rêber Apo serxist.” Welid Yabsê di şerê Kobani de bi giranê birîndar dibe û bi nivîsek behsa şerê Kobani û biranên xwe yên ji bo na wî pîroz dike.

Welid Yabsê:
” Şerê Kobani şerekê gelek giran bu. Pir hevalên me yên hêja tê de şehid ketin. Pir hevalên ku bi salan perverde dîtibûn û xwe gelek mijaran de bi pêş xistibûn di şerê Kobani de şehid ketin. Dema ew heval şehid ketin bandorek pir mezin li ser me çêkir. Navê hinek hevalan wisa tên bîramin. Wek Ş.Cudi Amed, ş. Siyamend, ş.Hebun, ş.Emin, ş. Bahoz Amed, ş.Rodi Efrin, ş.Ruken Amed, ş.Rızgar Efrin, ş. Botane Reş, ş.Erdal Efrin, ş. Mehran Kobani, ş.Arin Mirkan, ş.Rêvan Kobani, ş.Rojhat Kurdistan û gelek hevalên me yên qehreman.
Şerê Kobani piştê Mehekê çeteyên DAİŞ digotin ku emê îro Kobani bigrin. Lê Erdoxanê ku bi vekirê û li pêşberî cîhanê digot Kobanî wa dikeve û wî bikeve.
Bi hemû çekên xwe yên giran êrişê me dikirin lewma çeteyan bi tangên ku li Tirkan girtine, bi obîsan, bi biksî û doçkayên xwe û hemû çekên xwe yên giran êrişê me dikirin
Lê me berxwedaniyeke pir mezin dida nîşandan. Me bi hevaltiya germ û bi hevaltiya dilpak şereke ku tu derî nehatiye dîtin şer dikir. Di şerê Kobani de hevaltiya me herî baş bu. Di şerê Kobani de her hevalekê me digot berya hevalê xwe ez şehid bikevim. Şerê Kobani bandoreke pir mezin hem Kurda û hem jî cîhani kir. Piştî ku me çeteyên DAİŞ tengav kirin bi giştî cîhanê dît û wisa bandoreyeke mezin cihanê cêkir. Cîhanê dît ku şervanên Kurd şerkerin, dîtin tu kesî nekariya hember çeteyan şer bike. Lê dîtin ku şervanên Kurd li hember wan çeteyên how şer dikin. Wisa zext li ser Koalisyona navneteveyî kirin alîkarî bide şervanên Kurdan.

Destî Me De Tenî Klêş, Biksî Û Bombe Hebû

Destî me de tenî kleş, biksî û bombe hebû. Me berxwedaniyeke pir mezin bi wan çekan kir. Berxwedaniya me bê hempa bu. Me ji bo Rêber Apo, ji bo gelê Kurd û cîhanê berxwedan kir. Me bi wê berxwedaniyê û bi wê kelecana hevaltî di Kobani de ala serkeftinê bilind kir. Serkeftina me bo malê giştî cîhanê. Ji ber ku cîhan jî me dişopand û alîkariya me dikir. Lewma serkeftina me serkeftina gelane.
Me Şerê Kobani De Fikrê Çarşefa Reş Binxist, Felsefe Û Ramanên Rêber Apo Serxist
Devleta Irak devleteke oqas mezine, gelek derfetên xwe hebûn. Lê çeteyên DAİŞ di navbera çar û pênç demjimêran Musul dağırkirin. Di destên arteşa Irak de bi hezaran çek û cebilxane hebu. Derfetên ku di destên wan de hebu destî çi kes de nebû. Lê nekariyan û hember çeteyên DAİŞ şer bikin, hemu reviyan. Me şerê kobani bi derfetên kêm çeteyen DAİŞ şikandin. Me şerê Kobani de fikrê çarşefa reş binxist û felsefe û ramanên Rêber Apo serxist. Me di Kobani de cîhanek no avakir. Fikrê çarşeva reş a çeteyên how şikandin ji bo giştî cîhanê û Rojhelata navîn girîng bu.

Çeteyên Ku Rastî Famdikirin Emîran Wan Dikoştin

Dema çete hatin Kobani û malên Kurdan mêzekirin di her malekê de pirtûka kur’an hebu. Lewma ew çete dema dîtin her malek da pirtuka kur’an heye pir şaş û matmayî diman. Xwera digotin ew milete Misirmanin û em hatine bajarê Qûdîs. Wan çeteyên rastî famkiribûn diçon digotin emîrên xwe em şaş hatine wir. Lewma çeteyên ku rastî famdikirin emîran wan dikoştin. Qehremantiya ku di şerê Kobani de çêbo cîhanê de navodeng bu. Ş. Rêvan Kobani Û Ş. Arin Mirkan Xwedawendên Me Ne
Şehid Arin Mirkan bi çalakiya xwe a fedayi bu xwedavendek herî mezin.
Şehid Arin Mirkan li çiyayê Miştenor ji bo heval di çembera çeteyan de xilas bibin bi bombeya ser xwe çalakiya fedayî kir û tank îmha kir. Hevala Rêwan Kobani jî ji bo hevalan xilas bike û çembera li ser hevalan bişkîne çalakiya fedayî kir. Ew herdu heval bi çalakiyên xwe yên fedayî cihan giştî hejand. Lewma ş. Rêvan Kobani û ş. Arin Mirkan herdu heval xwedawendên me ne.

Di Serî Bombe De Xortim Heye

Bîranîna ku min ya bi şehid Cudi Amed re heye dixazim ji wera parvebikim. Di şerê gondî Kendalê de ş. Cudi Amed dema bombeya dawîje mevziya çeteyan lê bombeya heval dîsa ji me wedigere. Heval Cudi wî demê xwe erdî re kir yek. Dema bombe ji me wegeriya ew bombe bi çend dk ne teqiya. Ş. Cudi çu bombe mêzekir di serî bombe de xortim heye. Bi dîtina xortim di bombeyî de heye, wî saniyê heval pir keniya, wî saniyê de xortim ser bombe derxist, disa ew bombe awîte çetan. Piştî 15 rojan ş. Cudî li mekteba Sosik bi dûrbûna destî xwe de çeteyan temaşe dikir. Dema heval çeteyan mêzedikir çete li mekteba Sosik gök dileyzin. Me bi talîmata heval havan anî bi cih kir, ş Cudi havan eyar kir me bi awayek çalak ew havanên ku me bi cih kirin avîtin nava çeteyan. Ew havanane bi giştî di orta çeteyan ket. Bi wî êrişa me gelek çete hatin kuştin. Ew çalakiya ku ş. Cudi kir moraleke pir mezin da me. Em bi wî çalakiyê pir keyfxweş bun.

Ş. Cudi Bi Wan Bîrînan Dîsa Hat Cephe De Şer Kir

Di şerê Kobani de ş. Cudi fîşek di milê xwe de xar. Ben ş. Cudi bir ber deriya ku dikeve milê bakur. Navenda tendûrîstî wir bu. Fîşeka em 16 ketiye milê heval. Doxtoran bi emelyatekê ew fîşek derxistin. Pansûman milê heval kirin û girîdan. Ş. Cudi tim ji doktora re digot ku bi lez bikin. Çima lez dikir ji ber ku dizaniya hevalên wî di şerde de ne. Qehremantî bi pêş dixînin. Ş. Cudi bi wan bîrînan dîsa hat cephe de şer kir. Ji doktora digot ku hevalen min di şer de ne ez li wirim. Lewma ezê dîsa biçim şer. Bi wî bîrîna destî xwe hat cephe şer kir. Dema min wisa heval Cudî dît ez gelek bandor bum. Min di hindirî xwe de got ruhê Apocitê ew e. Dema komek heval tên ş. Cudi wan pêşvazî dike û xarin dide wan hevalan. Piştî bêhin vedanekî ş. Cudi wan hevalan dibe Tiler. Lê dema saharî şereke bi dijvar li Tiler çêdibe ew hemû heval şehid dikevin. Wisa ş. Cudi pir bandor dibe. Pir bi hestiyar dibe û xemgîn dibe. Ş. Cudî di şerê Kobani milê qulbe û ser rêya helep şehid dikeve. Ş. Cudî Felsefe û Ramanên Rêber Apo dixast bide her kesî. Ş. Cudî bi rastî fermandar bu. Min rastî heqîqeta heyî di şexsî fermandarî mezin ş. Cudi de naskir.

Çete Mevziyên Xwe Man Nekariyan Werin Ser Cenazeyî Xwe

Bi rastî jî hinek heval dema di hatin şerê Kobani av venexarin wisa şehid ketin. Her erdî Kobani û bostek axa Kobani bi xwînê hatiye av dan. Kobani warê qehreman û şehidan e. Bîranînek min a bi şehid Rodi Efrin re heye, heval Rodi sekvan bu. Rojekî min dûrbûn rakir ş. Rodi jî çeka Zagros rakir. Em cûn cihekê bilind. Min jî ra kordine dikir dema çete radibe li ser pêyan. Ş. Rodi jî bi çeka zagros serî çete dide û wisa me ew çete kuşt. Bi wî awayî çete di mevziyên xwe de man û nekariyan werin ser cenazeyî xwe, heya êvarê ji cihê xwe neliviyan. Wisa me tirseke mezin xiste dilê wan. Rojekî ş.Rodi, ş. Kemal Pir û ş. Şervan ew her sê heval cûn cihekî mayin li ber rêkekî danan. Çeteyan car bi car ew rê bi kar tanîn. Dema 15 erebeyên çeteyan hat ş. Şervan mayîn di wan de teqand wisa 12 çete hatin kuştin. Hemu erebe îmha bun. Dîsa heya êvarê me rê ne da wan ew werin ser cenazeyên xwe. Bu roja din ş.Rodi Efrin çeka karnas rakir ez wî cûn mevziyek. Kerebe ji bo çeteyan li Grî Spê dihat gondî Çelbî. Ş. Rodi bi çeka karnas ew kablo qetand wisa me nehişt ku kerebe ji wan re were.

Parçeyê Havanê Serî Min Ket Ez Bi Giranî Bîrîndar Bum

Ez cepha ş. Cudi Amed de bum. Dema min kom bir gel ş.Cudi wî demî rêveberî bani min kir. Dema ez bi motor dihatim havana çeteyan hat li pêşa min ket. Parçeyê havanê serî min ket ez bi giranî bîrîndar bum. Piştî bîrîndarbunê hevala min rakir Suruç. Min bîrîndariyeke giran jiyan kir. Her derî min felc bibû. Tenî çawê min hereket dikir. Piştî 5 mehan ş. Kemal Pir hat gel min got to min nas dike, tenê çawê min hereket dikir, min bi çawê xwe jî re got erê. Piştî wî bavê min hat gel min, ji min re got ezê mizgîniyek bidim te, min bi çawê xwe got mizgîniyek çawa, bavê min ji min re got Kobani Rizgar bu. Wisa ez gelek keyfxweş bum. Min wî re tîliya lingê xwe hereket kir. Ez dema bîrîndar bum hemu derên min felc bu. Tenê çawên min hereket dikirin. Dema bi wî keyîfxweşiyê min tîliyê lingê xwe jî dan hereket kirin. Pişra doxtoran ez birim odeyek din.

Em Keda Gelê Bakur Ji Bîrnakin

Wî demê heval jî hatin gel min, Gelê me yên bakur dihatin gel min. Wisa hemu kesê eleqetek pir mezin nişanê me didan. Hevalan û gel nûçeyên girîng ji mera digotin. Em bi saya wan berxwedaniyan li ser piyan man. Em keda gelê Bakur ji bîrnakin. Ji mera pir ked dan. Em xwe deyîndarî wan dibînin. Di şerê Kobani de gelê Bakur li ser sinor nobet digirtin ji bo ku çete neyên Kobani. Ew ji bo me girînge. Gelê Bakur kedeke mezin nişan da. Ew ked nayî ji bîrkirin. Hemu gelê Bakur bi seferberiyek mezin xarin çêdikirin ji bo şervanan dişandin Kobani.

Me Ala Serkeftinê Kobani De Bilind Kir.

Rêbertê dema seferberî îlan kir hemu gelê Bakur rabû ser piyan. Ji bo gelê Rojava û ji bo şoreşa Rojava ketin nava hevildanan. Erdoxan got Kobani ket wî bikeve. Erdoxan bi xwe ket. Serkeftina Kobani ji Erdoxan re bûye derbeyeke herî mezin. Ew serkeftin di hindirî wî de bûye kûleke mezin. Erdoxan bi serkeftina Kobani hilveşiya. Me ala serkeftinê di Kobani de bilind kir. Me ala çarşefa reş daxist erdi û ala serkeftinê ya bi pêşengtiya felsefeya Rêber Apo pêşketiye bilind kir. Kobani nakeve wî tim ala serkeftinê bilind be”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button