Taybetmendî û Pîvanên Federasyona Bakurê Sûriyê (2)

FOZA YUSIF

Di tevahî cîhanê de gelek reng û şiklê federasyonên weke federasyona dewletan hene. Li gor van taybetmendî, rewşên siyasî, civakî, dîrokî û çanda Rojhilata Navîn Federasyona Bakurê Sûriyê jî xwedî taybetmendî û pîvan e.

Ferqa herî esasî ku em di Federasyona Bakurê Sûriyê de dibînin û yê ku Federasyonê ji federasyonêndin cuda dike nêrandina ji dewletê û desthilatdariyê, dîsa nêzîkatiya ji pirsgirêka jinê ye.

Taybetmendiya yekem; weke federasyon, Federasyona Bakurê Sûriyê federasyonek erdnîgari ye. Taybetmendiya herî esasî ya federasyona Bakurê Sûriyê erdnîgari ye û tevahî gelên li herema Bakurê Sûriyê di federasyonê de ciyê xwe digrin. Weke federasyon yek ji taybetmendiyên cihê reng yê Federasyona Bakurê Sûriyê ev e ku tenê netewekê, qewmekê û gelekî esas nagre. Ji ber vê mirov dikare bêje Federasyona Bakurê Sûriyê ne qewmî, erdnîgarî ye.

Taybetmediya duyem; Federasyona Bakurê Sûriyê ji aliyê siyasî û îdarî ve ne navendî ye. Ango wê meclîsa hemû hereman hebe û hemû herem di nava xwe de, xwe bi rêve bibin. Di vir de yê hem ji aliyê Şamê, hem jî ji aliyê Federasyonê ve hemû herem xwedî xweseriyê bin. Li gor vê pergalê mînak; Efrîn di derbarê Kobanê de biryar nagre. Kobanê jî bi vî awayî. Her kes di derbarê xwe de, bi xwe biryar dide. Lê ger pergala siyasî û îdarî navendî be wê parlemntoyek karibe di derbarê her derê de, bêyî îrada hereman biryar bistîne.

Dema pergal navendî be, biryar hemû ji ciyekî tên girtin. Lê dema di pergalê de xweseriya hereman were esas girtin wê hemû herem xwedî îrade bin. Di vir de wê di derbarê hemû rewşên xwe yê hundirîn de ev rêveberî erkdar be. Mînak: ger li Efrînê pêdiviya hemû hereman ya zeytûnan pêk hat, Efrîn dikare biryar bigre berhemên zêde yê Zeytûnan bifroşe derve.

Li gor pergalê, ger Şamê biryarek di derbarê heremên Bakûrê sûriyê de girt, heremek tenê nikare îtîraz bike. Di vir de pêwîste hemû herem bi hev re biryarek hevpar bigrin. Li gor rewşê ger mijarek tevahî federasyonê elaqedar bike, wê hemû rêveberî bi hev re, di derbarê mijarê de biryar bigrin.

Di pergala dewletê de, dema hemû biryar ji navendekê, ji paytexta welat tên girtin, di federasyonê de hemû herem dikarin di derheqê xwe de biryar bidin.

Taybetmendiya sêyem; Federasyona Bakurê Sûriyê demokratîk e. Demokrasiya Federasyona Bakûrê Sûriyê xwe dispêre lihevhatinê. Demokrasiya Federasyona Bakûrê Sûriyê di serî de yekitî û hevparbûnê esas digre. Li dijî demokrasiyek ku tenê bi dengdanê tê girtin e.

Li gor vêna di serî de jin û ciwan, mafê hemû pêkhateyan heye rêxistinên xwe yê civakî çê bikin.

Hemû neteweyên di federasyonê de jî dikarin bi riya lihevhatinê rêxistinên xwe ava bikin. Di vir de Kurt, Ereb, Suriyan, Turkmen û hwd. dikarin di derbarê xwe de, bi xwe biryar bidin. Ev mafê wan heye. Bi riya nîqaşê û biryarên hevpar yekitiyê ava dike û lihevhatinê çê dike. Îtîfaqê û îqnabûnê esas digre. Mafê her kesî yek e.

Pîvanên Federasyona Bakurê Sûriyê;

Federasyona Bakûrê Sûriyê xwe dispêre Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîn û Azadiya Jin

Di Federayona Bakûrê Sûriyê de hemû netewe xwedî heman mafan in.

Federasyon bi têkiliya Ekolojîk re têkiliyek hevaltiyê bi xwezayê re esas digre. Li gel welatparêzî û hezkirina axê, parastin û neêşandina xwezayê jî esas digre. Ango ji bo civakek bi tendurist jiyan bike, pêwîste paqijî û başiyê esas digre.

Federasyon di heman demî de Azadiya jinê esas digre û di pergala xwe de ciyê sereke dide pêşengtî û rola jinê di federasyonê de.

Meşrûbûna xwe ji îrada gel û hilbijartinên wekhev û demokratîk digre. Ji pejirandina dewletê a pergalê zêdetir îrada gel tê esas girtin û tu carî xwe naspêre dewletê.

Hemû zimanên di Federasyona Bakûrê Sûriyê de wekhev in. Hemû zimanên di herema Bakûrê Sûriyê de, zimanên fermî ne. Her neteweyek bi zimanê dayikê perwerdeyê esas digre.

Wê ala Federasyona Bakûrê Sûriyê jî hebe û li kêlek ala dewletê were hildan.

Sonda Federaliyê jî li gor demokratîkbûn û pîvanên Federasyona Bakûrê Sûriyê, di çarçova xwedî derketina li xwîna şehîdan û xizmeta civakê de ye.

Federasyona Bakûrê Sûriyê li ser esasê Netewa Demokratîk û komên etnîk, ji 3 heremên Cizîrê, Firatê û Efrînê tê ava kirin.

Federasyona Bakûrê sûriyê xwe dispêre civakek rêxistinkirî(rêxistina hemû netewan di nav de heye) û takekesê azad. Ger pergala federaliyê xwe nespêre civakek rêxistinkirî û azad wê nikaribe li exlaq û çanda azad xwe bi rêve bibe.

Di nav pêkhateyên heremê de jiyana hevbeş esas digre. Li gor vê hemû netewe û gelên heremê li ser esasê yekitî û edaletê bi hev re jiyan dikin.

Dibêje; av, ax û enerjiya xwe bike komîn. Yanî bila her tişt di destê civakê û di xizmeta wê de be û nefroşe kesî. Li gor vê pîvanê wê hemû berhem ayidî civakê û di xizmeta wê de bin, ne mulkê kesî, mulkê gel bin.

Di hemû mijarên siyasî, civakî û îdarî de Pergala Hevserokatiyê û temsîla wekhev a her du zayendan esas digre.

Azadî û mafê jinê di civakê de digre garantiye.

Di malbatê de li ser bingehê Hevjiyana Azad îrada jinê nas dike û weheviya jin û mêr esas digre.

Ciwan hêza pêşeng û aktîfe û di nava pergalê de ciyê xwe aktîf digre.

Garantîkirina nûnerên hemû komên etnîk, çandî û civakî esas digre.

Wê bidome…

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button