Ev Pêvajo Erk Û Berpirsyariyên Giran Dide Ser Milê Me

Em di pêvajoyeke girîng û awerte da derbas dibin. Weke ku Rêber APO jî bi nav dike di bingeh de ev êrîşên dagirkeriyê yên Dewleta Tirk ne tenê li hember Rojavayê Kurdistanê ne, li beramberî Tevgera Azadiyê û Tevgera Jin. Cardin li hember her çar perçeyên Kurdistanê ye. Bi taybet van demên dawiyê de heger ku gefên dewleta Tirk li ser herêma me zêde bûye ji rewşa ku dewleta Tirk di nav de dijî qut nîne. Piştî hilbijartina Dewleta Tirk encamên ku xwest nekarî bigre ev jî ji bona wan bû sedema tengavî jiyan kirinê. Rûxmê hilbijartin dûbare jî kirin lê, hêza gelê Kurd derket holê. Her wiha operasyonên li ser esasê tine kirina tevgerê pêş dixe lê, encamên ku dixwaze bi dest nexistiye. Li beramberî van pêkanînên dewleta Tirk gelê Kurd û Tevgera Azadiyê hîn zêdetir hêza xwe dike yek û dide nîşandan.

Dewleta Tirk di van êrîş ango operasyonên xwe yên dawî de dixwazin hêzên din jî beşdar bikin. Ji bona vê jî dikeve nava xebateke dîplomatîk da ku hevkarê xwe zêdetir bike. Di vê demê de Rojavayê Kurdistanê weke bahane nişandan didin û dibêjin ku ne hêzeke rewa ye. Ji ber vê heta niha jî hêzên me di nava navnetewî de bi awayekî fermî nehatiye qebûl kirin. An jî ne tenê hêzên me ev rêveberiya ku hatiye hilbijartin nehatiye qebûl kirin. Her çiqasî ev çend sale van herêman bi rêve dibe û daye îspat kirin ku herêma bi ewle di Sûrî de herêmên me yên ku di bin venêrîna Rêveberiya Xweser de ne. Cardin ewqas sale netew bi hev re dijîn û pergala herî demokratîk li vê derê hatiye rûnişkandin. Her kes mafê xwe di nav de temsîl dike lê heta niha bi awayekî fermî rewa nayê dîtin.

Em dizanin ku yek ji pîlanên wan jî ewe ku di bin navê sivîlên di herêmê de bi cih kirinê wê çeteyên xwe di herêmê de bi cih bike. Ya din jî wê jimareke zêde Ereb di van herêman de bi cih bike. Weke ku ew dibêjin ne ku wê di herêmê de aramiyê pêş bixin. Wê koçbertî zêdetir bibe. Her wiha di herêmeke ku heta niha jî DAÎŞ her roj çalakiyan li hember sivîlên me û hêzên me pêş dixe, di demek wiha de Dewleta Tirk gefên xwe hîn zêdetir dike. Ev jî mijareke balkêşe. Ji bona vê jî xeteriya DAÎŞ heta niha jî xilas nebûye. Raste me serkeftin îlan kir lê belê ji wê demê heta niha hejmareke zêde DAÎŞ girt. Di heman demê de li hember şaneyên wan yên veşartî operasyon pêşket.

Di vê demê de hevdîtin tên kirin. Hewildanên hin hêzan heye ku vê meseleye bêyî ku şer derkeve çareser bikin. Ji ber ku ew bi xwe jî dizanin ku heger şerek derkeve wê tenê bi vê herêmê re sînordar nemîne. Xeterî wê ji bona tevahî cîhanê jî pêş bixe. Lê di çi astê de wê çareserî pêş bikevin ev ne zelal e. Herêma ewle ne mijareke ku me xist Rojevê ye hîn zêdetir dewleta Tirk xist rojevê. Ji ber ku herêmên me herêmên herî bi ewlene. Lê ji ber ku dewleta Tirk dibêje xeterî hene em ji bona çareseriyê jî amadene. Emê jî li gor çareseriya ku taraf pê razî bibin jî di milê xwe de li gor berjewendiyên hebûna gelê xwe amadene ku vê pisgirêkê çareser bikin. Lê bê gûman şertên me jî hene. Ger ku li gor şertên me diyar kirine gav neyên avêtin wê encam jî neyê girtin. Weke ku dewleta Tirk dibêje pêwîste me li wir cih bigirta, eva ne gengaze ku ji aliyê me de were erê kirin. Bi taybet piştî rewşa Efrîn û mijarên ku hatin qewimandin ne gengaze ku em vê qebûl bikin. Ev aliyekiye, aliyê din jî ewe ku, heta niha em bi kîjan hêzan re ketibin nava diyalogê de em herdemê çareseriyê tînin ziman û bi rastî jî heta niha jî hewildanên me bi vî rengî bûn. Em herdemê jî dibêjin ku wek hêzên ku em di Sûriyê de cih digrin çareseriyê bi xwe di nava xwe de pêş bixin.

Gelê me jî di vî warî de piştgiriyeke mezin dide şervanên xwe û gel bi xwe jî dibêje ku ger jiyanek hebe pêwîste bi rûmet be. Gel dibêje ku an emê bi vîna xwe, bi nasnama xwe li ser axa xwe bijîn an jî emê heta dawî li ber xwe bidin. Ev jî ji bo me cihê serfiraziyê ye. Di nava pêvajoyeke ku di her alî de hevdîtinên me û xebatên me yên dîplomasî çêdibin wek hêzeke leşkerî hebûna xwe emê bikaribin bi hêza xwe ya leşkerî û baweriya cewherî biparêzin. Em di nava rastiya cîhaneke wiha de dijîn ku ger hêzeke te tinebe tu yê nikaribe ne di aliyê siyasî de bibe xwedî hêz ne jî di aliyê dîplpmasî de xebateke xurt bide meşandin. Ne jî îradeya xwe rast nîşan bide. Ji bo vê jî wek hêzên leşkerî xwe bi hêz kirine. Bi hemû pêkhateyan gel amade kirin û di aliyê teqtîk de xwe amade kirin girîng e. Em wek pêşeng û şervanên vî gelî ger ku em bikaribin erkên xwe rast bi cih bînin helbet heta dawî li ser esasê serkeftinên mezin bi dest xistinê em ê berxwedaneke bê dawî bidin raberkirin.

Hevalên me yên jin di hemû pêngavan de roleke pêşeng lîstin, bi rihê fedayî yê Rêvana, Arîn û Avestayan xwe ji pêvajoyê re jî wê xwe amade bikin. Li ser van esasan parastina Rojava Bakûr û Rojhilatê Sûrî wê bihêle ku rizgar kirina Efrînê jî xurtir bike. Li ser van esasan em ê bikaribin erkên xwe bi cih bînin.

Bi vê baweriyê re em tevahî şervanên xwe silav dikin û ji tevahî hevalan re serkeftinê dixwazin.

Newroz Ehmed

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button