Di jeopolîtîka Kurdan de şoreşa ticarî û mêtirsiyên dorpêçê

Hozan Serhed

Di nexşeya jeopolîtîk a Rojhilata Navîn a ji nû ve ava dibe de, hişê siyasî yê Kurd zêdetir di korîdorên ewlehî û dîplomasiyê de asê maye. Di veguherandina destketiyên leşkerî ji bo qezencên siyasî û civakî yên mayînde de, rastî zehmetiyan hatiye. Sifeta demkî ya hebûna leşkerî ya hêzên gerdûnî li herêmê û lîstika tifaqa guherbar, gelek caran piştrast kiriye ku girêdana paşeroja civakekê bi mertalên ewlehiyê yên derve re çiqasî nazik û xeternak e. Di vê çarçoveyê de eger rizgarî û statuyeke rast a civakî bibe armanc, motora herî girîng û jiyanî ya vê îddîayê divê aborî be. Ji ber hêza leşkerî tenê çeperên demkî qezenc dike. Lê ya civakê ber bi paşerojê ve dibe serweriya aborî ye.

Eger em qala şoreşekê bikin, ew şoreş nikare tenê weke guhertina cihê leşkerî û îdarî bimîne. Divê cewherekî wê yê exlaqî hebe da ku edaletê li civakê belav bike. Hewce ye hişmendiyeke wê ya siyasî hebe ji bo gel bike xwedî îrade û ya herî girîng binesaziyeke wê ya ticarî û maqul hebe da ku pergalê li ser piyan bigire. Gava ji vê sêgoşeya pîroz a ticarî û aborî hilweşe yan jî qet neyê avakirin, îdîayên exlaqî û siyasî jî nikarin berdewam bikin û mehkûmê hilweşîna navxweyî ne. Ji ber vê nefreta li hemberî pêşxistina vîzyona aborî, nikarîn veguherandina modelên hilberînê, entegrebûna di nav torên bazirganiya gerdûnî de ji bo gelê Kurd ne tenê windakirina refahê ye, rasterast metirsiyeke hebûnî ye.

Yekem û xetertirîn ji van metirsiyan herifîna civakî û belavbûna demografîk e. Li erdnîgariyeke ku xetên hilberînê nehatine avakirin, îstihdam nehatiye afirandin û hêviya aboriyê ya paşerojê qediyaye, bi taybet nifşê ciwan û xwende wê bi lez li rêyên koçberiya derve bigere. Koçberiya nifşên li ser axa paşerojeke aboriyê nabînin, hêza rewşenbîrî û dînamîk a civakê dihelîne. Li pey xwe nifûseke pîr, bêberhem û girêdayî alîkariyên derve dihêle. Kêmasiya vîzyona aboriyê, binê îdîayên exlaqî û siyasî vala dike. Civakê radestî kapîtalîzma xizmtiyê, gendelî û torên bertîlxwarinê dike. Ev jî baweriya gel a bi saziyên xwe yên siyasî û hesta aîdiyeta şoreşgerî bi temamî hildiweşîne.

Pergaleke ku têde dirav tenê di destên elîteke teng de kom dibin û gel ji bo gihiştina xwarina bingehîn dinale, rewatiya xwe ya exlaqî winda dike. Ji hundir ve dirize û bi vî rengî dema herî qels li dijî destwerdanên derve diafirîne. Ligel vê metirsiya duyemîn a mezin ku dê pêş bikeve rewşa “venebûna rêyên bazirganiyê û bloka stratejîk e” ku wê bibe sedema hewcedariya tam û xefka şantajên siyasî. Li herêmeke ji aliyê erdnîgariyê ve gihiştina wê ya deryayê tineye û derdora wê bi hevrikên dîrokî dorpêçkirî ye, eger torên bazirganiyê neyên piralîkirin, dewletên cîran dikarin bi fermanekê deriyên sînor bigirin û tevahiya pergalê felc bikin. Avaniyeke ku tenê bi xeteke boriyê yan jî bi deriyekî sînor ve girêdayî ye, di kêliyeke qeyrana dîplomatîk de bi qutkirina xwarin, derman û sotemeniyê dikare bêyî yek fîşek bê teqandin, were têkbirin.

Çavkaniyên binerd ên herêmê yên mîna nefta xav a gazê heya bi rafîneriyên herêmî û pîşesaziya petrokîmyayê nebin hilberên ticarî yên xwedî nirx û bi bazarên gerdûnî re neyên girêdan, nabin çavkaniya dewlemendiyê. Berevajî dibin sedema qelsbûna her dem dibin hedefa êrîşan. Aktorekî nikaribe rêyên xwe yên bazirganiyê ava bike û bi cîranên xwe re têkiliyên aborî yên dualî pêş nexe, weke giraveke jeopolîtîk a di bin daxwaza dewletên herêmî de maye dimîne. Her dem xetereya jinavçûna ji nexşeyê re rûbirû dibe. Di dawiyê de ev kêmasiya aborî rasterast hilweşîna kapasîteya parastinê ya nûjen bi xwe re tîne.

Di cîhana îro de, astengkirina leşkerî tenê bi hêza mirovî yan jî bi fedakariya li eniyê nayê pîvandin. Ev bi hêza fînansekirina teknolojiya bilind, pergalên balafirên keşfê yên bêçek û biçek, binesaziya sîber, lojîstîka domdar tê pîvandin. Avaniyeke leşkerî ya pişta xwe nade pergaleke bacê ya bi hêz û şefaf, hilberîn û pîşesaziyê nikare xwe fînanse bike. Dema alîkariyên derve qut dibin, êdî nikare amûr û cebilxaneyan peyda bike. Nikare pergalên çekan ên nûjen bikire û kadroyên xwe yên profesyonel di destê xwe de bigire.

Li deştên Cizîr, Hewlêr û Silêmaniyê ku weke “Embara Mezopotamya” tên naskirin, eger çandiniya pîşesazî û ewlehiya xwarinê neyê dabînkirin, avaniyek ku pêdiviyên xwe yên herî jiyanî ji derve tîne, hêzên wê yên leşkerî li qadê bi birçîbûn û ambargoyê tên ceribandin. Ji ber vê jî vekirina torên bazirganiyê ne tenê ji bo dewlemendbûna bazirganan e. Ew meseleya man û nemanê ye ji bo fînansekirina pîşesaziya parastinê ya dilê hêza leşkerî ye.

Weke encam, mirov dikare bêje ku ji bo hişê siyasî yê Kurd, şoreşa esasî ne li eniyê ye. Ew li kargehan, zeviyan, deriyên gumrikê û di şefafiya dijîtal de li bendê ye ku were kirin. Heya modeleke aboriyê ya bi hesteke edaleta exlaqî hatiye strandin, bi hişmendiya siyasî hatiye xurtkirin û bi vîzyoneke ticarî ya maqul û adil hatiye xurtkirin neyê avakirin, her tişta ji aliyê leşkerî ve hatiye qezenckirin wê tenê weke xeyalekê bimîne.

Heya serweriyeke aborî ya têra xwe dike, hewcedariya derve bi çandiniyê diqedîne û bi stratejiya pira lojîstîk cîranên xwe jî ji aliyê tîcarî ve mehkûmî xwe dike neyê avakirin, hebûna Kurd li herêmê wê her tim bi xeteriya hilweşîna li ber bayên gerdûnî re rûbirû be.

Rêya statyeke rast û mayînde, di ser hişekî aborî yê bi hêz re derbas dibe ku dikare li ser piyan bisekine, bi ambargoyan neyê rûxandin û bi qaîdeyên gerdûnî yên bazirganiyê re bi cîhanê re bibe yek.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button