Sîstema Xweparastinê û Rêbaza Serkeftinê: Kooperatîf

Gaziyê Şer Hozan Serhed

Di sîstema kapîtalîst û polîtîkaya hêzên hegemonîk de aborî ti carî qadeke bêalî nîne. Ev amûra herî mezin a kontrolkirin û teslîmgirtina îradeya gelan e. Dema Kurd di pêşengiya ramanên Rêber Apo de ber bi entegrasyoneke demokratîk ve gavan diavêjin, astengiya herî mezin ne tenê çek û hêzên eskerî yên serwer in. Dorpêçî û şerê aboriyê jî li pêşiya wan tê vedan.

Hêzên hegemonîk ên global ên weke Amerîka, Rûsya, saziyên fînansê yên navneteweyî û dewletên herêmî ti carî naxwazin civakek di warê aborî de bibe xwedî îrade û têra xwe bike. Çima? Ji ber dema civakek di warê aboriyê de serbixwe be, nikarin bi birçîbûn û ambargoyan daxwazên xwe yên siyasî li ser ferz bikin. Metirsiya zelal û şênber a îro li pêşiya Kurdan, stratejiya xizanhiştin û hewcedarkirin e. Dema hêzeke Kurdî cihekî rizgar dike yan jî sîstemeke xweser ava dike, tavilê pergala hegemonîk dorpêçiyeke aboriyê datîne ser wê derê.

Ji bo em vê mêtirsiyê fêm bikin, mînakên dîrokî û yên rûdayî li ber çavan in. Mînak, sîstema Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê), bi salan e di bin ambargoyeke giran de ye. Dewleta Tirk û hêzên herêmî binesaziya aborî, stasyonên elektrîkê, embarên genim, bîrên petrolê bi zanebûn bomberdûman dikin. Armanc ne tenê zerarên leşkerî ne, hedefa wan a esasî ew e aboriyê hilweşînin da ku gel koçber bibe û dest ji şoreşê berde. Rûdaneke din jî ew e, dema sala 2017’an li Başûrê Kurdistanê referandûma serxwebûnê hat kirin, dewletên derdorê yên weke Tirkiye, Iraq û Îranê yekser deriyên sînoran girtin û geştên hewayî yên sivîl rawestandin. Ev yek nîşan didin ku hegemonyaya herêmî aboriyê weke darê zorê li ser serê Kurdan digire.

Hêzên hegemonîk ti carî nahêlin em bi aboriya xwe ya xweser bi hêsanî bi ser bikevin. Heta em rêbaza xwe ya berxwedanê û têkiliyên xwe yên navneteweyî bi hişmendiyeke nû ava nekin wê ew zext dewam bikin. Li dijî vî şerî hovane yê aborî, mertala herî xurt û mantiqî sîstema kooperatîfan e ya di modela Neteweya Demokratîk de derketiye pêş. Kooperatîf ne tenê saziyên bazirganiyê ne. Ew qada parastina cewherî ya aboriya exlaqî û polîtîk e. Di vê sîstemê de li şûna sermaye, erd û zevî bikevin destên çend bazirganan an jî axayan, dibin milkên gel û komînan.

Ezmûna Rojava û Bakurê Kurdistanê bi awayekî berbiçav nîşan da ku dema dorpêçên giran rû didin, gel tenê bi rêya kooperatîfên çandiniyê, pîşesazî û sewalkariyê dikare li ber xwe bide. Dema pêncsed malbat li gundekî bin, dibin yek. Zeviyên xwe bi hev re diçînin, genimê xwe bi xwe berhev dikin û nanê xwe pêkve çêdikin. Sîstema mêtinkariyê nikare wan bi birçîbûnê teslîm bigire.

Kooperatîf yekdestdariya şîrketên kapîtalîst dişikînin û rê nadin ku bihatî li ser milên gel bibe barekî giran. Ev model dihêle ku aborî dakeve asta herî jêr. Yanî bibe milkê civakê. Bi vî rengî ruhê parvekirin û hevkariyê li dijî astengiyên kapîtalîzmê bi ser dikeve.

Kurd ji bo di vê pêvajoya entegrasyonê de bi ser kevin û encam bigirin, divê siyasetmedarên Kurd gavan bi hawirdor û cîhanê re biavêjin, lê li ser bingehekî rasyonal. Rêbaza destpêkê berfirehkirina kooperatîfan û girêdana wan a bi sîstema fînansê ya neteweyî re ye. Pêwîst e siyasetmedarên me herêmên Kurdistanê ji sîstema muşterîbûnê derxin û bikin qadên hilberînê.

Eger em genim, sebze, goşt û cilûbergan bi xwe di kooperatîfan de hilberînin, wê dorpêçên aborî yên dijmin bêbandor bibin. Ev gava yekemîn a navxweyî ye. Gava duyem jî ew e ku siyasetmedarên Kurd ji bo serkeftinê pêwendiyên xwe yên aborî bi qada navneteweyî re pêş bixin. Êdî nabe ku Kurd tenê gaz, neft û petrolê bifiroşin. Ligel vê divê têkiliyên xwe yên bi cîhanê re li ser bingehê “ewlehiya stratejîk” û piralîbûnê pêş bixin. Mînak divê em aboriya xwe tenê bi yek yan jî du deriyên sînor ve girê nedin. Hewce ye li gor berjewendiyên gelê Kurdistanê peymanên aboriyê bi şîrket û welatên cîhanê re bên çêkirin.

Dema berjewendiyên aborî yên aktorên navneteweyî li herêmên Kurdan hebin, ji bo parastina bazar û sermayeya xwe wê rê nedin ku dewletên serdest bi hêsanî ambargoyan bixin meriyetê. Pêwîst e siyasetmedarên Kurd dîplomasiya aboriyê bikin çekek xurt. Çavkaniyên avê, enerjiyê û çandiniyê yên Kurdistanê divê bikin rewşeke her kes pê hewce bibe. Bi vî rengî wê entegrasyona demokratîk karibe bi ser bikeve. Wê Kurd bi nasname, aborî û vîna xwe ya azad bi gelên herêmê û cîhanê re bibin hevkar û şerê aboriyê li pêşiya wan hatiye vedan, dê veguhere serkeftineke mayînde û dîrokî.

Pêşeroja miletê Kurd û serketina Entegrasyona Demokratîk bi şikandina zincîrên şerê aboriyê û avakirina hişmendiya kooperatîfan ve girêdayî ye. Ji bo Kurdistan nebe parçeyek ji modernîteya kapîtalîst, pêdivî bi pêşxistina sîstema kooperatîfan û komînalbûnê heye.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button