Şoreşa 19’ê Tîrmehê di dîroka mirovatiyê de cihê xwe yê herî bi rûmet girt

Barîn Sorxwîn

Bêguman mirovên xwedî armanc bi kelecan û coşeke pir mezin kar û xebat dikin. Her di nav jiyanê de jî xwedî sekneke ji dil û can in. Mirovên wiha tekez xwedî berhemên pir xurt in jî. Jinên Kurd her weke çavkaniya hêz, manewiyat û baweriyê ne. Ji bo karên wan serkeftî be canê xwe jî feda dikin.

Jin her tim di nav serhildanan de, xwedî nav û nîşan in. Bêguman jinên Kurd ên hemdem di nav şoreşa Kurdistanê ya di pêşengtiya Rêber û zanyarê civaka dîrokî Abdullah Ocalan de hîn zêdetir navdar bûn û mohra xwe li dîroka jin û mirovahiya azadîxwaz xistin.

Jinên Kurd serî li hemberî hemû kevneşopî û rêgezên paşdemayî rakirin, berê xwe dan çiyayên azad. Ji bo nasnameya jin û ya neteweya Kurd têkoşîneke bêhempa pêş xistin. Ji hemû jinan re bûn pêşeng û serkeş. Ew jinên Apocî xwedî li ked û têkoşîna Rêber Apo ya zêdetirî nîv sedsalê ye derketin.

Jinên hemdem ên Apocî li keda dayik û dapîrên xwe jî xwedî derketin. Hewl dan ku ji wan re bibin deng. Şervanên jin ên xwe fikir û felsefeya Rêber Apo pêş xistin, li her qada têkoşînê, bi rola xwe ya dîrokî rabûn.

Em ji keça Êzîdxanê Edûleya narîn bigirin heya jinên leheng ên Dêrsimî Besê, Zerîfe; Rindixana li Xerzanê û heta bigihêje serdema bi pêşengtiya Rêber Apo bi sedan jinên fedaî, wêrek û hêja derketin ser dika dîrokê.

Bêrîvan, Rehîme, Besê, Zinarîn, Bêrîtan, Zîlan û Semayan, di bin ala Rêber Apo de xwe bi rengekî azad îfade kirin da ku jinan û civaka Kurd azad bikin. Wan lehengan ji bo azad bijîn berê xwe dan qadên şer û berxwedanê. Bi rûkenî û wêrekiyek destanî meydan li mirinê xwendin.

Li ser şopa wan jinên qehreman, bi sedan jinên çeleng ber bi şoreşê ve meşiyan. Soz dan Rêberê xwe, şehîdên şoreşê, tevahî jinan û gelê xwe. Destnîşan kirin wê heya hênasa xwe ya dawiyê ji bo jiyaneke bi rûmet şer bikin. Ev jinên qedirbilind bi dirûşm û tilîliyan bi ser çeperên dagirkeran û çeteyan ve çûn.

Di Şoreşa Rojava de jinên weke Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê, Barîn Kobanê, Zehra Penaber, Rusyar Kobanê, Avesta Xabûr û bi sedan lehengan cihê xwe di eniyên şer de girtin, bûn pêşeng û serkeş. Jinên wêrek û dilêr ji hevrêyên xwe re bûn sembola cesaret û coşê.

YPJ jî li ser mîrasa wan jinên çeleng û dilêr hate avakirin. Di Şoreşa Rojava de şervanên bi rûmet ên YPJ’ê pêşengiyeke muezem kirin. Li ser vî bingehî îro Şoreşa 19’ê Tîrmehê weke şoreşa jin jî tê pênasekirin û qebûlkirin.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi têkoşîna jin û xortên leheng di rûpelên dîroka mirovatiya azadîxwaz de cihê xwe yê herî bi rûmet girt. Li ser esasî ez Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêber Apo, tevahî jinan, şervanên azadiyê, gelê me yêfedakar û hevrêyên xwe yên gaziyên şer pîroz dikim.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button