Aştiya bêyî jinan her tim kêm û lawaz e

Gaziya Şer Cûdî Cizîr

Ji bo berjewendiyên desthilatdariyê bi sedê salan e şer pevçûn bênavber diqewimin. Helbet yên ziyanê dibînin jî mirov in. Şer bûyereke mezin e ya tê de mirin, wêranî û êşa gelan heye. Her tim jiyana mirovan tarî dike. Çanda şer û pevçûnê herî zêde li dijî jinê pêş dikeve. Ev hem di dîrokê de wisa ye, hem jî heman rastî bi awayekî nemerdane di roja me ya îro de jî hikmê xwe didomîne.

Di şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn de bi milyonan mirovan jiyana xwe ji dest dan, cîhan serûbinê hev bû. Jixwe di şeran de yên di bin qurban mirovên sivîl û taybet jî jin û zarok in. Bêguman her şer bandoreke gelek mezin li ser jiyana mirovan çêdike. Ji tirsa mirinê heya, koçberî, destdirêjî û birçîbûnê rastî gelek rewşên xerab tên. Ev bi xwe re nexweşiyên mezin ên psîkolojîk û travmatîk çêdike. Mirov xewn, xeyal, hêvî û armancên xwe winda dikin.

Ji bilî tiştên hatin ser ziman, bandora şer li ser xweza û ekolojiyê jî heye. Bêguman dema mirov behsa ekolojiyê dike, jiyana bi tenduristî tê bîra her kesî. Lê mixabin şer, ekolojî û xweza kiriye rewşeke xerab. Dema xweza tê qirkirin, jiyan û derfetên wê hêdî hêdî ber bi tinebûnê de diçin. Dîroka mirovahiyê bi şeran tijî ye. Şer tenê êş û azar aniye.

Tê gotin ku wê di pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê roja me ya îro de şoreşên gel pêş bikevin. Ev tişt jî wê jixweber pêk neyê. Serdemeke nû ya şoreş û gelan dest pê kiriye. Rojhilata Navîn herêmeke wiha ye ku dewletên netewe bi xwînê û li ser tineshesiban gel û civakên qedîm hatine avakirin. lê divê were zanîn ku li vê herêma dergûşî ji mirovatiyê re kiriye, zemîneke mezin a neteweya demokratîk heye.

Çavkaniyên dîrokî nîşan didin ku ti şer bi serkeftinek rastî bi dawî nabe. Birînên ruhî û fizîkî bi salan didomin. Em di nava şerekî mezin de ne. Hebûn û azadiya Kurdan, wê çawa were qebûlkirin? Netewe, azadî û hebûna civakî ya Kurdan wê çawa bikeve bin ewlekariyê? Xweparastina wan wê çawa be? Wê dewlet li ser hîmê du gelan çawa were avakirin? Pêkhatina aştiyê pêwîst e çawa be û di kîjan şertan de dikare pêk were? Divê mirov van xisûsan rast û bi kûrahî fêm bikin. Ji bo welatek aram gavavêtineke demokratîk hewce ye.

Piştî her şerekî, aştî û lihevkirin pêk tê. Dema çek bêdeng dibin, pevçûn radiwestin. Avakirina jiyanek azad û aram tenê bi aştiyê mimkun e. Ji bo pêşerojek geş, divê mirovahî li şûna şer, rêya diyalogê hilbijêre. Di şerên cîhanê yên mezin de bi dehan milyon mirov mirin, lê di dawiyê de alî li dora maseyê rûniştin. Ji bo ku mirovahî ji vê lîstika bi xwîn rizgar bibe, tenê yek rê heye û ew jî diyalog û lihevkirin e.

Rêbertiya me sala bihurî dest pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û mifteya çareseriyê pêşkeş kir. Pêvajoya Aştî û Demokratîk, dibe pêvajoyeke nû ya ji bo jinûve pêşxistina xwişk û biratiya gelan. Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rola jinan, girîng û dîrokî ye. Aştiya bêyî jinan were pêkanîn, her tim kêm û lawaz e. Ji bo civakek ji nû ve hêşîn bibe û birînên xwe derman bike, divê deng, vîn û biryara jinan di her astê de hebe.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button