Polîtîka prensîba bingehîn a hebûna civakê ye

Cûdî Cizîr

Tevgera Azadiyê formulasyoneke rêxistinî û polîtîk e. Li ser esasê rêxistinkirin û avakirina civaka exlaqî û polîtîk a nû di rojeva Kurdistanê û cîhanê de ye. Pêwîst e mirov bigihîje terîfên rast ên exlaq û polîtîkayê. Tê zanîn ku di nava têkoşîna me de polîtîka çawa bi bandor tê meşandin. Jiyanek û hestên me hene. Di şoreşa Kurdistanê de asta ku polîtîka pêk tê hem têkiliya wê bi dîrokê re hem jî têkiliya wê rastiya rojane û gerdûnî re hatiye danîn. Kesên şoreşger di bîrdoziyê de, di polîtîkayê de, di çalakiyê de û di jiyanê de xwedî hêz in. Pêwîst e hemû hevrêyên me di polîtîkayê de jîr û jêhatî bin, ne dûz bin û polîtîkayê biafirînin. Pêwîst e em bi hişmendiyeke rast polîtîkayê binêrin. Nasnameya me herî kêm bi qasî exlaq û polîtîkayê sedema hebûna gelên azadîxwaz e.

Avakirina civaka exlaqî û polîtîk, di pratîkeke rêxistinî û zanistî re derbas dibe. Bi şêweyê fikir ê lêhûrbûnê ve girêdayî ye. Bi bîr û baweriyê pêk tê. Ji lewra di zimanê polîtîkayê de, hêz yeksan rêxistinbûn e. Yên dixwazin bi hêz bin, neçar in hîn zêdetir di xeta bîrdozî de rêxistinbûnê pêk bînin. Ji bo rêxistinbûnek baş jî, pêwîst e mirov her tim di zanebûna polîtîkayê de be. Polîtîkaya welatparêziya şoreşgerî dema bû hêzek bingehîn em ê xwe bigihînin civakeke exlaqî û polîtîk. Kesên nekarin polîtîkayê bikin, nikarin şer jî bikin. Di polîtîkayê de bê fikir û bê uslûb nabe. Em cîhanê li gorî xwe şîrove dikin, li gorî xwe polîtîkayê dikin û li gorî xwe bi hêz dibin. Azadî ev e, mirovatî jî ev e. Heta mirov dikare polîtîka û azadiyê wekhev bibîne.

Divê mirov heta dawî bi vê bawer be. Zelalkirina taybetmendiyên kesayeta azad a şoreşger aliyekî herî girîng a polîtîkaya me a pêşengbûnê ye. Nabe qet bi polîtîkayê bê lîstin. Bi taybet di nav Tevgera me de polîtîka xeftanek ji agir e. Ji lewra rêbazek rasteqîn a jiyanê ye. Polîtîka helwestek hostane dixwaze. Ji bo wê vala negotine “Meydana siyasetê.” Divê jin û ciwan di qadên siyasete de, li gorî helwestên îdeolojîk û polîtîk tevbigerin. Divê mirov tespît bike ku jina Kurd bi hebûna xwe ya di siyasetê de roleke pêşengtiya objektîf dilîze û hêzên din jî teşwiq dike ku polîtîkaya jin pêş bixin. Dost û dijmin her kes dizane polîtîka weke li ser pira siratê re derbasbûn e. Ji ber vê her kes dibêje pir zehmet e. Ji bo me jî hewce ye û em ê bi zanebûn zehmetiyan bidin ber çavan û nêzîkbûn raber bikin.

Mirov dikare bêje ku polîtîka bi serê xwe şerek mezin e. Şerê polîtîk pir tund girêdayî şerê bîrdozî ye. Yanî polîtîka hêz e, hêz jî rêxistinbûn e. Raveya herî hûrûkûr a asta pêşketina aborî, bazirganî, civakî, heta zanistî, ango şêweyê herî pêşketî polîtîka ye. Mirovê polîtîk divê cudahiyên civakê weke cins, çîn, ol, nasname, nîjad, hwd. li ber çavan bigire û wan bi giştî bîne rewşeke rêxistinî.

Mînak, civaka ku ji exlaq û polîtîkayê hatine dûrxistin, bê rêxistin hatine hiştin, parçe bûne û lawaz hatine xistin. Ji lewra divê civak ji nû ve bigihîje van nirxên xwe. Ji ber vê çendê polîtîka, ji bo civakê peydakirina karê herî baş e. Bêyî kûrkirina raman, eger gotin guncav be bê westandina mejî pêk nayê. Ger kes jiyana azad esas digire, neçar e polîtîkaya rast bimeşîne. Yên bi awayekî bingehîn nêzîkî polîtîkayê nebin, dê bi asahî bikevin bin bandora polîtîkayên desthilatdaran.

Însanê di oxira peydakirina civakeke exlaqî û polîtîk de, bi vî rengî têkoşînê bike, divê xwe ji hemû bermahiyên sîstema çînî ya desthilatdariyê pak û zelal kiribe. Yanî polîtîka hunerek pir zirav e. Her wiha polîtîka bi tenê di çareserkirina pirsgirêkên civakî de ne, di diyarkirina tevahiya berjewendiyên heyatî de, di dewamkirina wan de amûrê bingehîn ê çareseriya civakî ye. Ji bo bergiriya civakê pêdivî bi xweparastinê heye û weke hêza eskerî dewama polîtîkayê ye. Perspektîfa têkoşîna bîrdozî û polîtîkayê me ji Rêber Apo girtiye. Tevgera me jî Tevgereke Rêbertiyê ye.

Divê gelê me di têkiliyên di navbera xwe de zêde zêde giranî bide nêzîkbûnên îdeolojîk û polîtîk. Polîtîkaya me dirêjkirina wexta dibistanê ye. Dozeke polîtîk û pratîkî tê rêvebirin. Ji bo vê jî di avakirina civaka exlaqî û polîtîk de roleke xwe ya mezin heye. Yanî Tevgera Apoyî rêxistinbûna me bi serê xwe polîtîkayek hûrgulî ye. Watedayîna vê û hêz têrêkirin, dibe ku pêwîstiya herî bingehîn a mirov be. Rêbertî dibêje, “Xwezaya civakî bi xwe exlaqî û polîtîk e. Exlaq nîzama rêzikên civakê, polîtîka jî rêveberiya wê diyar dike. Yanî exlaq nîzam û mayîndebûna civakê, polîtîka jî pêşketina wê ya afirîner pêk tîne. Mirov nikare civakeke bêexlaq û bêpolîtîka bifikire.”

Polîtîka tevî ku têgîneke hinekî cihêreng e jî ji nêz ve bi exlaq re têkildar e. Cudahiya xwe ji exlaq ew e ku çalakiyeke rojane ye. Ango exlaq weke qalibên standart kar pê dibe û bi rola xwe radibe, polîtîka ji bo pirsgirêkên rojane derdikevin pêşiya civakê biryaran dide, ji tevahiya van biryaran re polîtîka tê gotin. Mirovanên polîtîk divê bi wijdan bin. Ji ber vê çendê polîtîka ne lîstik, hunerek e. Weke hunera herî zirav tê pênasekirin. Di vir de pêwîst e mirov wateyê bide bîrdoziya xwe û polîtîkayê. Rêber Apo diyar dike ku rêzika polîtîkayê ew e, ji bo civak bêhtir ber bi başiyê ve biçe, ber bi rastî û xweşikiyê ve biçe divê afirîner be û zanibe bibe ew hunerê payebilind ê vê afirîneriyê nîşan bide. Exlaq, polîtîka û demokrasî prensîbên bingehîn ên hebûna civakî ne.

Naxwe polîtîka weke mecbûriyeteke ku jiyana rojane ya civakê organîze dike, rêxistin dike, dixe nav hereketê, bersivê dide pêwîstiyên wê yên rojane derdiketiye holê. Wê demê divê em ji pirsa, Wê polîtîka çawa were meşandin re? bersivê bibînin. Weke şêwazekî bingehîn ê rêvebirina polîtîkayê siyaseta demokratîk, weke navgîneke civak xwe li qada polîtîk îfade bike derketiye holê. Heke siyaseta demokratîk neketiba dewrê, ji kêliya ku civaka exlaqî û polîtîk bû piranî, ne mimkûn bû xwe li ser piyan bigire.

Di nav civakên sivil de pêwîst e jin xwedî kesayetê polîtîk bin. Ji ber hebûna jin bandor dike û li ser siyasete jî diteyise. Tevgera me nasnameyeke polîtîk da tevahî jinan. Jin di karkirina îdeolojîk û polîtîk a şoreşan de bi bandor in. Di vê dema jinê de pêwîst e her tişt di rengê jin de be. Fikir, hişmendî, hest, exlaq, wijdan, çand, polîtîkayê pêwîst e em di rengê jinê de pêş bixin. Bi kurtasî pêwîste ev cîhana bi desthilatiya zilam, em biguherînin cîhaneke bi rengê jinê. Ya rast em di vê mijarê de xwe bawerî ne. Em bi rehetî dikarin bêjin ku em ê ji bo vî welatî saziyeke polîtîk a nirxdar biafirînin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button