Hebûna YPJ’ê ji bo hemû jin û civakan mijareke heyatî ye

Selena Dêrik

Weke jineke şerker û gaziyeke şer, min li hemberî hêzên çete yên herî dirinde û hov şer kir. Lewma ez dizanim bê çiqas qehreman û lehengên me di wan şeran de şehîd û birîndar bûn. Li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nexasim jî li Rojavayê Kurdistanê bi hezaran şêrejin û mêrxas heya nefesa xwe ya dawiyê şer kirin. Gelekan ji wan jî çalakiyên fedaî pêk anîn. Hinek ji wan dilêran ji bo nekevin destên çeteyan bombeyên xwe bi xwe de teqandin û destanên egîdiyê nivîsandin.

Şêrejinên Kurd mil bi mil li kêleka hevalên xwe yên mêr li dijî hêzên weke DAÎŞ’ê şer kirin. Ji hevalên xwe yên mer re pêşengtî kirin, bi tilîlî û dirûşmên xwe di refên herî pêş de çûn ser sengerên çeteyan û serkeftin qezenc kirin. Ew bûn jinên qehreman û çeleng.

Me weke şervanên YPJ’ê ji gelê xwe re soz da ku em ê wan rizgar bikin, jiyaneke layiqî mirovatiyê diyarî wan bikin. Şervanên YPJ’ê gelê Kurd û hemû xelkên herêmê ji xeterî û êrîşan parastin. Bi hezaran jinên leheng ên ji pêkhateyên cuda di nav refên YPJ’ê de şehîd û birîndar bûn.

Di roja me ya îro de û di pêvajoyên ji niha û şûn ve pêdîvî bi YPJ’ê heye. Hebûna YPJ’ê ji bo hemû jin û civakan mijareke herî heyatî ye. Her roj li hember jinan û civakan êrîşên nemerd pêk tên. Jin û civak tenê bi hêzeke weke YPJ’ê wê karibin xweparastina xwe pêş bixin û bêteredut karibin bijîn.

Hikûmeta demkî ya Şamê hebûna YPJ’ê ya di nav artêşê de qebûl nake. Halbûkî YPJ temînata parastina jin û civakê ye. Hewce ye em bi wan bidin fêmkirin ku van jinên giranbiha li hember her cure xerabiya li ser welêt şer kirine, bi têkoşîn û keda xwe gihiştine asteke ku êdî ji hemû jinan re bûne hêvî. Divê baş zanibin ku şervanên YPJ’ê ne jinên ji rêzê ne. Ji bo jiyaneke bi rûmet û azad berdêlên giran dane.

Wê YPJ her hebe, timî serkeş û pêşeng be. Ji bo parastina jin û civakê em derketin rê. Me li hember çeteyên bibûn bela serê mirovatiyê şer kir. Her kengî were xwestin jî jin ji şer û cengê re amade ne. Ji ber soz dane û wê li soza xwe jî xwedî derkevin.

Em weke jin û civak divê li benda fermiyeta ti kesî, nemînin û xebatên xwe pêş bixin. Xeterî li ser me heye û divê em xwe rêxistin bikin. Naxwe wê xêrnexwaz me di nav taseke av de bixeniqînin.

Weke jineke Kurd, şervan û gaziyeke YPJ’ê eger bê xwestin ez ê şer û têkoşîn bikim. Jixwe karê me şer û xebat e. Em fedaiyên welat û gelê xwe ne. Em ê gelê xwe rêxistin bikin.

Ez silavê xwe ji Rêberê Rêberan Abdullah Ocalan re dişînim. Em weke gaziyên jin soz didin ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî misoger bibe, têkoşîna xwe mezin bikin. Ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi serketinê tacîdar bibe, em ê bi erk û wezxîfeya xwe ya dîrokî rabin.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button