“Cîhan Wê Bi Keda Jinê Rabe Ser Piyan, Jin jiyane û Jin Bi Hêze”

“Cîhan Wê Bi Keda Jinê Rabe Ser Piyan, Jin jiyane û Jin Bi Hêze”

Vîndar Roj:

“Mafê jinan di cîhanê de bi gelemqerî li ser destê zilamê dewletê ango bi zihniyeta zilamperest ji dema tunkirina serdema xwedawendan ve hatiye tunekirin û çewisandin. Di seranserî dîrokê de li hember têkbirina hişmendiya zilamê serdest ya ku hebûna xwe li ser tunebûna jinê didê avakirin têkoşîna jinê hatiye kirin. Lê ji ber ev zihniyet ji lûtkeya herî jor ya dewletê tê kişandin, jin di mijara wekhevî û ji nû ve bidestxistina mafê xwe de kêm ma. Yek ji gavên ku jinên cîhanê karî xwe tê de îsbat bikira bûyera 8 ê Adarê ye. Ev roja navneteweyî ya jinên kedkar ên cihanê ye. Di sala 1857’an de Neteweyên Yekbûyî (NY) 8 Adarê weke Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar pejirand, û ji wê gavê ve li gelek welatan ev roj tê pîroz kirin.

8 ê Adarê xwe disipêre bûyereke çawa..?

Her çend ev roj di asta navneteweyî de di salên 1970´yî de hatibe pejirandin jî bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê ya weke rojeke hevbeş kevintir e. Di 8 Adara sala 1857’an de jinan li New Yorkê xwepêşandan kir. Jinan bi greva xwe daxwaz kiribû ku saetên wan yê kar dakevin 8 saetan û nirxê karê wan jî wekhev be û ne kîmtir be ji yên mêran. Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jinî di encamê de mirin. Her çend jinan bi grevê daxwaza xwe dabin pejirandin jî, têkoşîna bi rêxistinî ya ji bo mafên jinê, di salên 1900’î de dest pê dike. Di sala 1903’yan de li Emerîkayê ji bo parastina mafên jinê yên aborî, polîtîk û kesayetî “Koalîsyona Sendîkayên Jinan” hate sazkirin. Di sala 1908’an de jinên sosyalîst li New Yorkê, ji bo mafên xwe yên dengdan, polîtîk û aborî meşek kirin. Her wiha ev roj weke yekem xwepêşandana “roja jinan” tê pejirandin. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) lêgerîna jinan ya ji bo mafên jinan dewam kir, sala 1909’an bi beşdariya bi hezaran jinî xwepêşandanek çêbû û piştî vê xwepêşandanê bi beşdariya bi 10 hezaran jinên karkerên fabrîkeyên tekstîlê greveke giştî hate destpêkirin. Karkerên jin, bi greva xwe dixwestin ku mercên xebata wan werin başkirin û bi qedrê ked û karê wan bê zanîn. Koalîsyona Sendîkaya Jinan pêwîstiya jinên di vê grevê de bi erênî pêşwazî kir û garantiya jinên ku di vê xwepêşandanê de hatibûn girtin, da. Têkoşîna jinên Emerîkî, tesîr li jinên Ewrûpayê jî kir. Di sala 1910’an de li Kopenhagê, Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî ya Diduyan hate lidarxistin.

Di Konfresansê De..

Di konferansê de Clara Zetkin derbarê rojeke jinan ya cihanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, pêşniyaz kir û pêşniyaza wê hate pejirandin. Piştî vê biryarê ku rojeke teqez nehate diyarkirin. Pîrozkirina 8´ê Adarê weke Roja Cîhanî ya Jinan jî di sala 1972´an de bi rêxistineke mezin ya bi navê “Tevgera Adarê ya li Sydneyê, dest pê kir. Piştî ku NY´yê navbera salên 1975-1985’an weke “Deh Sala Jinên NY´yê îlan kir, di 16 Kanûna 1977’an de jî 8´ê Adarê weke “Roja Jinan a Cihanê” îlan kir da ku were pîrozkirin.

Di dîrokê de di nava hemî behweriyên Kurdan de ji ber sedemên civakî û dînî jin pîroz e. Axir li Kurdistanê jî dîrokeke têkoşîna azadiya jinê heye. Têkoşîna jinên Kurd ya ku xwe disipêre Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ya azadî, demokrasî û wekheviyê. Yekemîn car di dîroka Kurdistanê de jin ji bo azadiya xwe û ya tevahî jinên bindest xwe bi rêxistin dikin û têkoşîn dikin. Li Kurdistanê yekem tevgera nûjen ya jinan bi navê Tevgera Azadiya Jina Kurdistanê (TAJK), sala 1987’an hate sazkirin. Ev tevger di salên têkoşîna xwe de di gelek guhartinên pênasekirinê re derbas bû herî dawî di sala 2000’î de Tevgera Azadîxwaz ya Jina Kurd bi kongreya xwe ya 3’an ji nû ve xwe weke Partiya Azadiya Jina Kurdistanê (PAJK) organîze kir. PJAK ji bo azadiya Jinan têdikoşe û li deverên din yên Kurdistanê bi taybet li Rojavayê Kurdistanê jinên Kurd hêza xwe mezin dikin û roj bi roj bi hêz dibin. Herî dawî ji destpêka salên 1980´yî ve jinên Kurd li derveyî rêxistinê xwe xurt dikin û bi hişmendiya xwedawenda jina pîroz xebatên xwe ava dikin.

Di nava tevgera azadiya jin de artêşbûna jinê jî hat avakirin, ku îsbat bike jin bi hêza xwe û nasnameya xwe ya jinbûyînê dikare bibe hêza pêşeng di tavahî aliyên jiyanê de. Jinên Kurd niha di nava xwe de hemû jinên cîhanê û yên enternasyonal dihewînin. Her wiha li ser asta cîhanê gelek xebatên hevbeş bi tevgerên jin yên cîhanê re didin meşandin, û li ser xeta demokrasiyê û guhartina zihniyeta hezar sala têdikoşin. Mînaka vê têkoşînê jî xwe di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de Şoreşa 19 ê Tîrmehê ya ku bi şoreşa jinê tê pênasekirin xwe diteysîne. Yekîneyên Parastina Jin YPJ ê efsaneya hêza jinên azadîxwaz nivîsaniye. Em bi bawerin ku cîhan wê bi keda jinê rabe ser piyan, ji ber ku Jin jiyane û Jin bi hêze. Dîsa em dibîjin 8’é Adaré roja jinén kedkar yén cîhané pîrozbe.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button