Kenê heval buye şoreşek

Kenê heval buye şoreşek..

Rojhat Denîz:

” Heval Qehreman, ji bo axa xwe, rûmet û kerameta xwe biparîze şerek li hember çeteyên DAİŞ de , di serî xwe de bi giranî bîrîndar dibe. Heval qehreman dema bîrîndar dibe, gelek zehmetiyan re rûb rû tê. Heval tu car li hemberî wan zehmetiyan serî xwe netevan, li hemberî wan zehmetiyan, ji xwera tekoşîn hilbijart. Di heval Qehreman de kenê azadiyê kêm nabe. Dema heval dikene rûyî wî de serkeftin xûya dike, şoreşek ava dibe. Heval Qehreman bi wî bîrindarbûna xwe tim moral dide derdorî xwe. Hevalên ku gel heval qehreman dema dibînin heval dikene moral digrin. Ken bingehî jiyanameye . Di jiyan de dema ken û henek nebe nabe. Jiyana azad bi kenên azad re xweşe. Dema tû mêyze dike hevalek dema dikene, derdor tevahî ji wî kenê moral digre. Kenê heval qehreman jî wisa ye. Tevahî heval ji kenê heval moral digrin.

Xwe Perwederde Kirin

Di jiyana me de beşeke gelek girîng xwe perverde kirin e. Ji ber ku devletên ku welatî me dagir kirine, nehiştine ku em bi zimanê xwe, xwe perverde bikin û bibînin. Ji bo rastiyê em fam nekin, di zaroktiyê de me ji mal digrin, li gor xwe me perverde dikin. Ji ber wî em rasti û heqîqeta heyî dûr ketine. Hêzên ku Kurdistana me dagir kirine , Heqîqeta me, Dîroka me, Çanda me, Hestîn me, me şaş dana naskirin. Nehiştin ku em bi zimanê xwe, xwe perverde bikin, nehiştin ku em bi zimanê xwe baxivin. Çanda me qedexe kirin, stranên me qedexe kirin ew gelekî bi êşe. Li hemberî faşizmê heval Qehreman kete nava tekoşînê.
Di wan mijaran de, heval qehreman de hêrsek pir mezin li hember dijmin heye. Ji bo rastî û heqîqetî baş nasbike heval xwe perverde dike. Heval qehreman roja ku pirtûk nexwîne nîne. Rojane heval qehreman pirtûk dixwîne. Xwe gelek mijaran de bi pêş dixe.

Felsefa Rêber Apo Bûye Bingehî Jiyana Me

Felsefa Rêber Apo bûye bingehî jiyana me, heval Qehremanê ku wî rastî dîtiye, rojane cûzûmlemeyî Rêber Apo temaşe dike. Di felsefeya Rêber Apo de xwe kur dike. Heqîqeta heyî nehiştiye ku em rastiye bibînin. Felsefeya Rêber Apo ew heqîqet nîşan me da, hişt ku em nêrînin xwe li hember jiyanê biguherînin. Jiyan ji bo me piştî felsefeya Rêber Apo cudadir bo. Heskirina me ji bo jiyanê bingehekî xwe mezintir heye. Ji ber ku me navê xwe di pakrevanên wek azadiyê girtiye. Qehreman heval jî ew rastiye fam kiriye, lewma buye heskiriyê jiyanê. Heskirina heval Qehreman ji bo jiyanê gelek cudaye. Ji ber serkeftina heri mezin di jiyanê de te bidest xistin waya jî heval qehreman di ferqa wî de ye.

Heval Qehreman Ji bo Jiyanek Komînal Tim Têdikoşe

Heval Qehreman ji bo jiyanek komînal tim têdikoşe. Jiyana me jiyanek Komînal e. Komînal bun rengek xweş dide jiyanê. Rengî herî xweş a jiyanê, dema komînalbûn hebe xweşe. Heval Qehreman çiqas birîndare jî oqas bi hevalên ku gel wî dimabin re dibe alîkar. Heval qehreman birîndarbun xwera nake asteng, lewma tekoşîna xwe ya jiyanş berdewam dike. Astengiyan nasnake heval Qehreman.
Heval Qehreman gelek gringî dide hevaltî. Ji ber heval Qehreman di ferqa wî de ye ku hevaltî nebe em nikarin jiyan bikin bi hew re. Lewma jî hevalên xwe pir hez dike, carnan bi wan re henek dike, carnan jî wan re stran dibije, carnan wan re dimeşe, carnan wan re santraç dileyze.

Santranç Lêstandin Hüner Dixaze

Santranç lêstandin huner dixaze. Ji ber ku stranç hunereke şere. Di wî huneri de tu taxtîkan bi peş dixe. Her wiha her kes wî lêstokî nikare bileyze. Heval Qehreman di milê santranç de gelek jêhatiye. Piştî birîndarbuna xwe, xwe di milê santraç de xwe bi pêşdixwe. Santranç jî beşek hûneriye, ji ber heval qehreman santranç baş dilîze xwe di wî warî de kur dike. Santraç hunereke gelek mezine, ji ber santranç jî wek şere. Lewma ser îşandin jîra lazime. Her wiha heval Qehreman kuderî zehmetî hebe dixaze xwe di wan mijaran de bi pêş bi xwe. Her hevaleke bîrîndar dîroke, lewma kêm be jî me xwast ser hevalê Qehreman binîwsînin. Ji bo hemu hevalan serkeftin dixazin. “

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button