Meşa di rêya şehîdan de meşa herî pîroz û bi rûmet e

Gaziyê şer Mazlûm Yildiz

Li Rojhilata Navîn şer gihiştiye asteke herî jor. Divê mirovahî jêre sînorekî deyne. Hewce ye em agirê sotîner ê dojeha pergala sermayedar ji binî ve vemirînin û ser bigirin. Ji ber wiha nebe wê cîhanê tevahî bişewitînin û mirovahiyê qir bikin.

Di nêrîna min de divê hemû beşên civakê rabin ser piyan, doza wekhevî û aştiyê bikin. Divê her kes ji bo bidawîkirina şer û tundiyê bikeve nav livûtevgerê. Heke helwesteke wiha nebe wê desthilatdar mirovahiyê di nava deryaya xwînê de bifetisînin û qet xema wan jî tineye.

Di pêvajoyeke wer hesas û girîng de di serî de divê em weke gelê Kurd qet ranewestin. Xwerêxistin û xweparastinê divê ji her demê zêdetir em pêş bixin. Hewce ye em bi xwe re gelan jî bixin nav tevgerê. Pêwîst e helwesta xwe ya dijberî şer û tundiyê bi dengekî bilind em bidin nîşandan û serkeftinê qezenc bikin. Weke  Zerdeştê Kal gotiye, divê ruhê xêr û aştiyê bi ser bikeve; ruhê şer, tundî, tarîtî û xerabiyê têk biçe.

Pêwîst e ji her demê zêdetir em ji xwe bawer bin da ku gelê xwe ji zilm û zorê rizgar bikin. Ya girîng jî ew e ku di vê pêvajoyê de divê ji gaziyên şer heya jin û ciwan bi rola xwe ya dîrokî rabin û pêşengtiya xwe ya dîrokî bînin cih. Kesên berdêl dane ji her kesî zêdetir bi hesreta jiyaneke azad in. Em ê şerxwazan bi sekn û helwesta xwe poşman bikin.

Weke hevalekî gaziyê şer ez bang li tevahî xelkên me yên Rojava dikim ku li her cihê ku lê ne çalak bibin. Li hember feraset û têgihiştinên zerarê didin yekîtiya me divê têkoşîn bikin.

Ti hêz nikare li hember vîn û îradeya gelan bisekine. Tekez bi yekîtiyê em ê bigihîjin mirad û meqsedê xwe. . Meşa di rêya şehîdan de meşa herî pîroz û bi rûmet e. Li ser esasê soza me daye şehîdan heya azadiya xak û gelê me misoger bibe, em ê têkoşîna xwe ya rûmetê pêş bixin. Meşa di rêya şehîdan de meşa herî pîroz û bi rûmet e.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button