Qîrîna rûmetê û meşa azadiyê ya 19’ê Tîrmehê
Gaziyê şer Hozan Serhed

Şoreşa 19’ê Tîrmehê di salnameyê de ne tenê rojek e, qîrîna rûmetê ya gelekî ye ku bi sedsalan hatibû paşguhkirin, lê ti carî serî netewand. Ev şoreş weke encama herî rûmetdar a meşeke dîrokî ya dirêj ronesansa li Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ev şoreş mîrateya herî bi pîvan û zindî ya vê xakê radixe ber çavan.
Hest û baweriya di 19’ê Tîrmehê de gihişt asta herî jor, ne rûdaneke ji nişka ve ye. Ev deryaya îro diherike bi şaxên berxwedanê yên sedsalan li ser vê xakê bi destê Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqan dest pê kir. Ev agirê li ser çiyayan hat pêxistin, îro di nav dilê şervanekê û şervanekî azadiyê de li çeperên berxwedanê gur dibe.
Ev mîrateya kûr a bi serhildana Şêx Seîd û pêşengên neteweyî û yên beriyan wan dest pê kir, nîşanî me dan ku teslîmiyet nabe para vî gelî. Wan canê xwe da, ala rûmetê kirin nav dilê xwe. Şoreşa Tevgera Azadiyê û hişyarbûna mezin a bi felsefeya jiyana azad û neteweya demokratîk hişt ku gelê Kurd ji xewa mirinê şiyar bibe, bibe xwedî vîneke ji pola ku li hemberî artêşên dagirkeran û hevalbendên wan serî netewîne.
Ev gavên mezin bi saya fikir, raman û paradîgmaya Rêbertiyê gihiştin lûtkeya herî bilind. Şoreşa Rojava li ser vî bingehî pêş ket. Bû xwedî rûmet û jiyana hevbeş a gelan.
Dema em li siyaseta nû ya li Rojhilata Navîn û lîstikên li dora herêmê dizivirin dinêrin, em dibînin ku pergala cîhanî û hêzên herêmî yên di nav agir û aloziyeke pir mezin re derbas dibin û xwestin bi her awayî sîstema Rêveberiya Xweser lawaz bikin. Her wiha dorpêça li ser herêma xweser giran kirin û bi êrîşên asîmanî binesaziya gel kirin armanc. Lê raman û felsefeya azad a Rêbertiyê û Şoreşa 19’ê Tîrmehê rê neda ev plan bi ser kevin. Diyar bû ti projeyeke çareseriyê ya siyasetên kevneperest, dewletên netewe û olperest ji bo gelan nîne û armanca wan tenê şer û parçekirin e.
Li hemberî van hewldanên qirêj, xeta sêyemîn û modela neteweya demokratîk a bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re bêhtir şênber bû Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Ermen û Tirkmen li dora hev civandin. Ev bersiva herî xurt a li hember pergala serwer bû û derket holê ku bêyî vîna gelê herêmê û statuya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê aramî û aştî li Rojhilata Navîn nayê avakirin.
Ev şoreşa pîroz bi xwîna hezaran keç û xortên vî gelî, bi keda bêhempa ya dayikên şehîdan, berdêlên giran ên gaziyên şer û felsefeya neteweya demokratîk gihiştiye vê astê.
Îro ji bo me weke armanc û hedefeke sereke misogerkirina statuyê heye. Her wiha erk û berpirsiyartiya meya herî girîng jî ewe em pergala xwe ya demokratîk hîn bêhtir rêxistin bikin, saziyên xwe xurt bikin û sîstema hevserokatiyê ya jin kiriye pêşeng li hemberî her cure paşverûtiyê biparêzin.
Bi ruhê pîroz ê “Jin jiyan azadî”, bi baweriya bi fikir û ramanên Rêbertiyê ev şoreş teqez wê bigihîje encamên xwe yên herî serkeftî. Em ê tola dîrokî ya her jinekê û her bindestekî rakin. Heya ev xak bibe warê azadiyê yê mayînde, meşa me ya li ser şopa şehîdan û evîna me ya herî mezin a ji bo rûmeta 19’ê Tîrmehê wê her dem geş û zindî bimîne.
Lewma werin em bi her dilop xwîn, her herfa pênûsa xwe û her nefesa xwe xwedî li vê rûmeta pîroz a gelê xwe derkevin.




