Hişmendiya qalibên cemidî yên dogmayan jiyana civakê dîl digire!

Asya Weşûkanî

Qalibên cemidî yên dogmayan fikir, hest û sînerjiya ferd û civakê difetisîne. Di serê mirovan de jî qeyd û bendan çêdike. Hatiye piştrastkirin ku tirsa di fikir de bingehê hemû tirsan e. Di esasê hemû dogmayan de jî hişkberbûyîna fikir û ramanê, pêşiya veguherîna diyalektîkê digire, jêre dibe weke astengiyekê. Dogmatîzm jehreke wiha ye ku dikare çavkaniya herî afirîner û dewlemend jî hişk bike û birizîne. Di nava rûpelên dîroka mirovahiyê de olperestî, neteweperestî, zanistperestî û zayendperestî stûn û kevirên esasî yên avahiya dogmatîzmê ne. Van kevir û stûnan kiriye ku her biçe hişmendiya dogmatîk di nav ferd û civakê de zêdetir kûr bibe.

Rêber Apo têkildarî vê mijarê diyar dike ku ji bîrdoziya baviksalar hêrs dibe û nefreta wî ya li hember vê zêdetir dibe. Civaka bavikanî hêzeke mezin ji dogmatîzmên zîhnî digire. Hêz û bedena jin û ciwanên pêşengên civakê ne weke dixwaze bi kar tîne. Ev heta îro jî zêdetir dewam dike. Serdestiya bîrdozî û ezmûnan bi hêsanî nayên şikandin. Hesreta ciwanan a azadiyê jî bingehê wê ji vê rastiya dîrokî digire. Ji zanyarên berê bigirin heta yên îro û saziyên wan, agahî û zanebûn ji ciwanan dizîne. Tiştên didin jî zêdetir tevizandin û hewcehiştina ciwanan a ji bo pergala wan e. Pergalên zordar û xasûk polîtîkaya xwe li ser esasê propagandayê pêş dixin; bîrdozî û taktîkên xwe jî li ser jinê didin meşandin.

Van tevahî rêbazan ji bo ciwanan bixin bin kontrola xwe pêk tînin. Ji bo xwesteka ciwanan a jiyana azad, sist bikin, wan ji rêya rast derxin û civakê bêparastin bihêlin her tiştî dikin. Hemû armancên wan ew in ku ciwanan bêbandor bikin. Ji bo ciwanan gelek têgehan jî bi kar tînin. Weke nimûne ji ciwanan re dibêjin: “Cahil, nezan, beredayî, serxweş” û hwd. Van ji bo biçûkxistin û bêîradekirina ciwanan dikin.

Pergala fînans pere, ciwanan bi sê siwariyên mehşerê ji hêz dixin û ji xwe re dikin amûr. Ciwanên temenê wan biçûk jî bi rêbazên şerê taybet bêhiş dikin. Di van 10 salên dawiyê de di nav ciwanên nûhatî de zewac pir zêde bûye. Ji ber di civakên wiha de xizanî jî pir li pêş e, pirsgirêkên aborî vedihugerin acizî û pevçûnan. Li ser vê jî hevberdan pêk tên. Ev dibe sedema ku civak di hêla exlaqî de jî rastî jirêderketinan were.

Pergala serwer ciwanan bi dogmayên bêzanebûn û hişk bi qederê ve didin girêdan. Ciwan bi vî awayî  her tiştên tên serê wan weke qeder digirin dest. Di tevahiya dîrokê de bi navê perwerdeyê ciwan kirine qurban û tiştên ku aqil jê nagire û mirov xeyal nake, bi serê ciwanan de anîne. Lê divê were zanîn ku ciwantiyeke ber bi azadiyê ve ketibe rê, zehmet e pêşî lê were girtin. Hêza ciwanên serwext û zana pergala desthilatdar pir ditirsîne.

Di pêşketina civaka hiyerarşîk de piştî jinê rewşa ciwanan jî roleke diyarker lîstiye. Sîstema ku ciwan xist bin destê xwe, heta dawiyê ji xwe piştrast bû. Piştre jî pergalên civaka dewletparêz ên hatin bi heman awayî kiryarên xwe weke rêbaz li ser ciwanan ferz kirin. Ciwanên mejiyê wan hatibin tevizandin û şuştin mumkin e karên ne li rê bikin.

Bi şîroveya dogmatîk mirov nikare bi tevahî li dîrokê serwext bibe. Dogmatîzma dewletên netewe û ya modernîteya sermayedar li ser ferd û civakê ferz dike xerabtirkirina dîrokê ye. Bi rêya çanda girseyî û jiyana lîberal zîhnê mirovan teslîm digirin. Hişmendiya neteweperest û şovenîst a ji aliyê desthilatdarên wekî Hitler, Musolînî, Franko û di roja me ya îro de ya li Tirkiyeyê, mirovan li hemberî rastiyan serkorî dike, çolên nû yên zîhnî didin afirandin.

Nîşaneyên vê yekê li Tirkiyeyê û pir welatên din xuya dikin. Tevî di nav kaos û krîzên pir mezin yên aborî, exlaqî, çandî û civakî de ne jî dest ji înkar û îmhayê bernadin. Ji lewra weke jin û ciwan em nikarin weke berê ji rêzê tevbigerin. Pêwîst e, em xwe ji her alî ve rêxistin bikin, dev ji fikar û jiyana berê berdin. Ji ber em ne dikarin weke berê bifikirin û ne jî weke berê bijîn. Pêdivî heye ku em di encama sentezekê de bi nirxên nû û bi formên nû bijîn. Ji bo pergala paşverû û dogmatîk ciwanan nefetisîne; her wiha ji bo jin û ciwan bûyerên dîrokî rast şîrove bikin,  divê di aliyê hilbijartina rêbazê de nermbûna hizrî hebe.

Rêber Apo hê di temenekî pir ciwan de dest bi têkoşînê kir û xwe ji wan zanistên dogmatîk ên pozîtîvîst rizgar kir. Bi xwendinên xwe yên dîrokî, lêkolîn, dahûrandin û diyalektîka felsefîk û sosyolojîk pêş ket. Ji bo nekeve nava xefikên pergala modernîteya sermayedar timî serwext û hişyar bû. Piştî li dijî pergala modernîteya sermayedar bênavber têkoşîn kir, li ser şopa dîroka mirovahiyê alternatîf afirand. Li ser fikir û ramanên şaristaniya demokratîk dest bi guhertina hişmendiya civakê kir. Ji bo neteweya demokratîk kar û xebateke bêhempa meşand û dimeşîne.

Fikrên dîroka olperest û neteweperest ji pêşkêşkirina dogmayan wêdetir vegotinekê jî nakin. Lewma Xwedîderketina li sosyolojiya çanda Rojhilata Navîn çiqasî girîng be, encamên derkevin holê jî ewqasî girîng in. Her wiha ji bo alîkariya ji zanista sosyolojiyê re jî dê ew çendî mezin û bi feyde be. Rexnekirina dewleta netewe û bîrdoziya wê çiqasî girîng be, pêşkêşkirina alternatîfa wê jî wezîfeyeke girîngtir e. Wezîfeyeke watedar û exlaqî ye. Jixwe eger ji her hêlê ve alternatîfek were danîn, ji prensîbên bingehîn ên divê li ber çavan bên girtin a yekemîn, yekparebûna çandê ye. Yekîtiya civakê jî sereke ye û ewqasî jî girîng e. Yekîtiya jin û ciwanan jî weke hêza pêşeng gelekî hêja ye.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button