Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû çirûska hêviya gelên bindest

Cûdî Cizîr

Destpêkê salvegera Şoreşa 19’ê Tirmehê, di serî de li kedkarê mezin Rêberê Gelan Rêber Apo, fedaiyên xaka pîroz, şehîdên nemir, gelê Rojavayê Kurdistanê û tevahî gelên cîhanê pîroz dikim. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya sala 2012’an li Kobanê dest pê kir, bû sembola azadî û xweparastinê. Bi herikîna şoreşê re sîstemeke ku gel bi xwe rêveberiya xwe ava kir pêk hat. Bi avabûna şoreşê jin bi rêxitinbûna xwe bûn bingehê guhertina civakî. Bi parastina cewherî, gel bi hêzên xwe yên parastinê bi şervanên YPJ û YPG’ê axa xwe parastin.

YPJ’ê bi Şoreşa 19’ê Tirmehê re vîna gelê azadîxwaz û jina têkoşer afirand. Şoreşa Rojavayê welêt di pêşengiya gele Kurd de bi rengê jin, bi hişmendî, vîn, cesaret û lêgerîna gelan, heqîqeta mirovê azadîxwaz, jina azad afirand. Şoreşa 19’ê Tirmehê bi pêşengiya jinê pêş ket û di nav salên derbasbûyî de ji bo gelên têkoşîna azadiyê didin û hemû jinan bû çavkaniya hêvî û baweriya serkeftinê. Tevahî gelê Kurdistanê bi fedakarî û berdêlên giranbiha xwedî li Şoreşa Rojava derket û kêleka şervanên azadiyê di her kêliya jiyanê de cih girt. Ked, di ber mezinkirina têkoşînê û parastina nirxan de da. Di vê wateyê de Şoreşa Rojava bûye şoreşa gelan û şehîdan.

Em weke Tevgera Apoyî û Tevgera Azadiya Jin, ji bo Şoreşa Rojavayê welêt were mezinkirin û parastin me soz da gelê xwe em li hemberî her êrîşan bi rola parastinê rabin. Pêkanîna vê erka dîrokî ji bo me her tim bû cihê rûmetê. Weke kadro, pêşengên gel û şagirtên Rêber Apo, em ê heya dawî ked bidin û têbikoşin. Belê divê gelê me jî li pişt şervanên xwe bin. Di bingehê avakirina jiyana exlaqî, polîtîk û azadiya jinê de Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan dest pê kir. Roj bi roj bi berdêlên pir mezin hîn xurttir bû. Di roja îro de bi seknên berxwedêr ên gelan û têkoşîna şoreşgeran gihişt asta herî bilind.

Têkoşîna jinan ya bi kok bêguman xwedî dîrokeke pir kevnar e. Têkoşîna jina Kurd bi Besê, Zarîfe, Berîvan û Sarayan dest pê kir bi Nalîn, Şervîn Rêvan, Avestayan gihişt asta herî jor û heta roja îro berdewam dike. Ji ber vê di Şoreşa Rojava de jinan pêşengiya dîrokî, bi berdêlên pir mezin girtin ser milên xwe. Her ku şoreş berfireh bû, bi berxwedaniyên pir mezin re bû cîhanî û di heman demê de ji bo tevahî jinên lêgerên azadiyê bû çavkaniya îlhamê. Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser xeta siyemîn xeta parastina gelan meşiya. Ev roj di dîroka gelê Kurd û cîhanê de rojek taybet e. 19’ê Tirmehê ji bo gelên Rojava şoreşa xweparastin û rêxistinkirinê ye. Gel bi vê zanîn û kelecanê her sal Şoreşa 19’ê Tirmehê bi coş û kelecan pîroz dikin.

Şoreşa 19’ê Tirmehê bi berdêlên pir giranbiha û berxwedaneke bêhempa, nasname û hebûna gelê bindest parast. Di van salên ku şoreş pêş ket, deskeftiyên mezin û dîrokî hatin bidestxistin. Şoreşa 19’ê Tirmeha 2012’an, li Kobanê dest pê kir. Ev şoreş di serî de rêveberiya xweser û hemû gele Kurd, li tevahî Bakur-Rojhilatê Sûrî û hemû cîhanê bi paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo bi girseyî tê pîrozkirin. Di vê Şoreşê de Kurd gihiştin sînorên azadiyê. Ji ber vê sedemê jî hemû dewletên hegemonîk bi awayekî hovane li dijî şoreşê derketin.

Di rûpelên dîroka cîhanê de gelek mînakên serhildan û şoreşan hene. Gelek şoreş û serhildanên Kurdan di dîrokê de cih girtine. Şoreşa 19’ê Tirmehê nimûneya herî berbiçav û xurt e. Şoreşa ku karibû hemû pêkhateyan, tevî ol û mezhebên wan di hembêza xwe de di bin sîwanekî hevgirtî de bihewîne.

Îro Şoreşa Rojavayê welêt weke heviya pêşerojekê ronahiya hemû cîhanê bal dikişîne. Weke alteratîfeke radîkal derde pêş. Li dijî hilweşandina moderniteya kapîtalîst, bi modela konfederalîzma demokratîk xwe rêxistin dike. Ne tenê berxwedanek e, di heman demê de pratîka şênber a civaka azadîxwaz e. Şoreşa 19’Tirmehê weke şoreşa jin û Rojavayê Kurdistanê jî tê hesibandin.

Berxwedana gelê Kurd di avakirina saziyan de û berxwedana hêza YPJ’ê de hat xuyakirin. Şoreşa li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, ji bo gelê Kurd pir hêja ye. Xwe bi xwe rêvebirin ji bo gelê Kurd xeyalê sedan salan bû. Lê hember Kurdan hêzên şerxwazdar ketin dewrê û êrîş kirin. Gelê Kurd ji bo rûmet û azadiya xwe ve şer dike û rabûye ser piyan. Lê ev dijmin naxwaze Kurd bibin xwedî maf. Lê tevî hemû êrîş û zextan jî gelê Kurd bûye xwedî hêz.

Li ser van bingehan carekê din şoreşa gelên berxwedêr li mirovahiyê, Rêber Apo, mirovên azadîxwaz, kedkar û tevahî şehîdên şoreşê pîroz dikim. Carekê din soza bilindkirina têkoşîn, berxwedan û serxistina şoreşa gelan didin. Em weke Tevgera Azadiya Jin heta teqez serkeftinê diyarî gelê xwe bikin, bêsekn em ê têkoşîn bikin û em ê bibin bersiva hêviyên azadiyê yên hemû jinan, gelê xwe û tevahî mirovahiyê. Wê meşa me ya azadiyê bi ruhê serkeftinê mayînde bimîne.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button