`Di Kobanê De Me Wan Bibin Xwist`

  • Gaziyê şer ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Karvan Çarçela behsa şerê Kobanê kir û got “di şerê Kobanê de gelek hevalên me gihiştin şahadetê, lê em bi wan qehremanan heya wir hatine”

Berdewamiya nirxandina Karvan Çarçela wiha ye:

“Navê min Karvan Çarçela ye. Ez di şerê Kobanê milê xerbê dimam. Ez û heval Heqî bi hevre bûn. Şerê Kobanê şerek pir giran bu.  Di şerê Kobanê de dema me çeteyek girt ew çete got “me zanîba Kurd oqas jêhatî ne, em ne dihatin wir me şer nedikir, me nedizaniya emê bin bikevin” lewma çete jî rastiya Kurdan derxistibun, ji vê şerê me bandor bibun. Ji çeteyan re teqviye ji tirkiye dihatin, lê dîsa bi ser neketin. Devleta tirk a dagirker bi her awayî alîkarî dida çeteyên hov, bi oqas cebilxana xwe, tangên xwe me çete û devleta tirk di Kobanê de binxist.

Di Şerê Kobanê De Me Ala Serkeftinê Daliqand

Di şerê Kobanê de YPG û YPJ ê li hember çeteyan singe û sing Kobanê de şer kirin. Waya rastiya me bu, me ji bo serkeftinê şer dikir lê wan ji bo dagirkeriyê şer dikir. Lewma di Kobanê de me wan bibin xwist. Di şerê Kobanê de gelek hevalên me gihiştin şahadetê, lê em bi wan qehremanan heya wir hatine. Wan kesên ku gotin wê Kobanê bikeve, lê Kobanê neket. Berowajî ew bi xwe ketin. Kobanê vê tu car nekeve. Raste me xwîn pir rijand lê me di dawiyê de serkeftin bidest xist. Di şerê Kobanê de me ala serkeftinê daliqand.

Şer Giran Bu, Lê Qehremantê Jî Zêde Bu

Ez destpêka şer li milê xerbê bum. Ş. Rustem Tolhildan bi min re bu. Di şer de dema hevalek jin a bi nav Awesta esîr dikeve û Ş. Rustem ji bo wî xilas bike, soz da ku wê hevalê ji destî çetayan rizgar bike. Ş. Rustem ew hevala jin xilas kir, lê di davî de mayîn xwe kir xwe di nava çetayan de teqand, wisa heval gihişte şahadetê. Em bi şehîdbuna heval Rustem pir bandor bun. Rastî ew şahadet em ne bendê bun. Şahadeta heval ji bo me giran bu. Piştî demek ew hevala jin a ku şehîd Rustem rizgar kir ew jî şehîd ket. Şer giran bu, lê qehremantê jî zêde bu.

Çete Bi Yek An Du Fîşekan Ne Dimiriyan

Ez pişra derbazî şerê Şerqê bum. Di esneya şer de dema çete hatin mirov bawer nedikir ku ew çete xilas bibin. Ji ber pir çete hatibun. Di şerê Kobanê de dema me fîşek dawît çeteyan çete bi yek an du fîşekan ne dimiriyan. Ji ber ew çetene derman bikar di aniyan. Me ew ferq kiribu. Ji wan re tim teqwîye dihat. Li gor oqas teqwîya ji wan re dihat dîsa ser neketin. Kobanê bi gelê xwe, ciwanê xwe berxwe da.

Şehîd Rustem Bu Fermandarek Pêşeng.

Di şerê Kobanê de pir hevalên me şehîd ketin. Di nava wan de yek jî şehîd Zelal bu, şehîd Amara bu, şehîd Mizgin bu, şehid Êrîş bu, şehîd Rustem bu. Wan hevalan bi min re di cephe de şer kirin û gihiştin şahadetê. Qehremantiya wan hevalan tu car nayê ji bîr kirin. Bi saya keda wan pakrewanan em heya wan roja hatine. Dema şerê xerbê de şehîd Rustem şehîd ket, em gelek bandor bun. Ji ber ku bi rastî fermandarek bu. Fermandarê şer bu û  qehremanek bu. Hevalek pir fedekar bu. Ji ber wê jî şahadeta heval ji bo me pir giran hat. Şehîd Rustem xwera qebul nedikir ku ew hevala jin bi bîrîndarê bikeve dest çeteyan. Navê hevala jin Awesta bu. Lewma ew heval xilas kir wisa mayîn xwe kir û xwe di çeteyan de teqand. Di şerê xwe de pir zîrek bu. Hertin behsa hevalan dikir, pirsa hevalan dikir. Şehîd Rustem bu fermandarek pêşeng.

Me Bi Fikrê Rêber Apo Hember Dijminê Şer Kir Û Şer Serxwist

Di şer de em 10 rojan bê xwarin man, lê me tucar xwe re nekir asteng. Ji ber em fedayî Rêber Apo bun. Em di ferqa wî de bun. Bi zanebun em tevdigeriyan. Lewma fikrê me mezin bu, me bi fikrê Rêber Apo li hember dijminê xwe şer kir û şer serxwist.  Di şer de heval Zelal, heval Amara, heval Bahoz, heval Hozan dema bîrîndar bun ketin dest çeteyan, em wisa gelek êşiyan. Çetayan îşkenceyeke pir mezin ji wan hevalên me yên ketine destê wan kir.  Bi rastî di şer de qehremantiya ku dihat pêşxistin em hemu bandor dibun. Bi rastî qehremantê ne wisa hêsane.

Felsefeya Me Felsefeyek Mirovê Ye

Me dema çete bidest dixist me tu car zilm li wan nedikir. Xwarina ku me dixwar me dida wan. Lê wan pir tiştên ne baş wan hevalên me dikirin. Me waya ferq kiribu. Felsefeya me felsefeyek mirovê ye. Lewma em tevgerek mirovê ne. Piştî Kobanê serket û dema çete ji Kobanê xilas bun, 2017 ez derbazî hemleya Reqqa bum. Di hemleya destpêkê de ez bîrîndar bum.

Ez Şerê Şerqê Li Gundî Qeremox Bîrîndar Bum

Ez şerê şerqê li gundî qeremox bîrîndar bum. Ez lingê xwe de bîrîndar bum. Dema ez bîrîndar bum 3 hevalan ez xilas kirim. Eger ku wan hevalan min rizgar nekiriban heman demê de ez diketim dest çeteyan. Lewma hevalan bi lezgînê ez rizgar kirim. Hevalê ku min rizgar kir yek jî şehîd Rustem bu. Dema çeteyan bombe awît mevziya me heval Rustem xwe ser min dirîj kir ku ji bo tiştek bi min neyê. Ez wisa gelek bandor bum. Min di wî saniyê de pir tişt fam kirin. Min got hevaltiya rast ew e. Qehremantê ew e. Heval Rustem got şuna ku gelek heval şehîd bikeve bila ez şehîd bikevim. Wisa nêz bu. Ew fikirandinek gelek mezin e. Dema mirov jiyana şehîd Rustem temaşe dikir mirov dixast wek wî jiyan bike. Min gelek caran xwast wek jiyana ku heval Rustem jiyan dike jiyan bikim. Heval Rustem her dem dixast hevalê xwe rizgar bike. Tu car ferq û cudahî nedixist di nava hevalan de. Axaftina şehîd Rustem me gelek bandor dikir, şerê ku dikir me gelek bandor dikir. Şehîd Rustem xwîşka min tevlê kir. Min cara yekem mene ne da , lê pişra min fam kir ku çima tevlê kir. Ez destpêk pir acizbum, lê pişra min mene da wisa ecizbuna min derbaz bu.

Şerê Kobanê Gelek Giran Bu

Şerê Kobanê gelek giran bu, berxwedaniyek bê hempa hate dayîn. Qehremantiyek mezin hate dayîn. Fedekarbûnek pir mezin hate dayîn. Waya em bizanin û li gor vê nêz bibin. Şerê Kobanê cîhan bi giştî bandor kir. Ji ber qehremantiya hat kirin, li tu dera cîhanê nehatibu kirin. Şerê Kobanê deng da. Ş. Egît çawa fîşeka yekemîn teqand wisa deng da, lê şerê Kobanê jî wisa deng we da.

Ez 3 Rojan Di Bin Duvar De Mam

2017 ez çum hemleya Reqqa. Em çun gihiştin gundî hişê. Em malek de bun tangê malekê xist duvar li ser me de hat û ez 3 rojan di bin duvar de mam. 3 heval gel min bun ew 3 heval şehîd ketin. Navê wan Ş. Armanç bu, Ş. Elîşêr bu û Ş. Botan bu. Min xast di nava hemlê de bimînim ji ber ku bîrînê min giran bu hevalan nehiştin ez hemleyê de bimînin min rêkirin. Min ji ber derbe serê xwe de xwarî bu. Lewma hevalan rê nedan ez di şer de bimînim. Ez çum min tedaviya xwe kir. Di şerê hişê de bîrîndarbuna min gelek giran bu. Ji ber derbeya serî xwe de min xwaribu felçbun derbazkir. Niha jî beşek lingê min û destî min felce. Yanî ez waya dizanim serkeftin bê bedel nabe”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button