Felsefeya Apoyî nirxên komînal û demokratîk esas digire
Cûdî Cizîr

Felsefe karê mirovên bi aqil in, karê gelê xwedî îrade ye. Felsefeya Apoyî felsefeyeke zanistî ye û bi nirxandina dîroka mirovahiyê re derdikeve holê. Rêber Apo bi xebatên bilind ên ramanî sazûmaniya şoreşgerî ya nûjen derxist holê. Wek senteza nirxên gerdûnî yên mirovatiyê ne. Felsefeya Apoyî li ser fikirandineke kûr û fireh tê desgirtin.
Xwedîderketina li tevahî nirxên mirovatiyê, bi taybet di pêvajoya civaka xwezayî de bi afîneriya jinê û berhemên vê pêk tê. Yekîtî, hevkarî û hevsengiya di navbera civakê de berî her tiştî tê û pîroz e. jiyana li ser bingehê kedê girîng e. Mêtingeriya berhemên zêde û dagirkerî bingehê her xerabiyê ye. Mulkiyeta taybet û berjewendî curbicur xerabiyan tîne. Felsefeya Apoyî, felsefeya zanistî ye. Nirxên komînal û demokratîk esas digire. Li gor vê felsefeyê rizgarî û azadî wê di encama têkoşîneke dijwar de safî bibe.
Civakeke demokratîk û jingehî ya têde azadiya cins hebe ne xeyalî ye. Civakbûn di encama hilberînê de pêk hatiye. Pêvajo hilberînê 12 hezar sal B.Z. li Kevana Zêrîn despêkirî ye. Çandinî û kedîkirin di pêşengiya jinê de bingehên civakan amade kiriye. Hilberîn jiyana mirov guhertiye.
Şaristanî bi Sumeran pêş dikeve û mêtingeriyê derdixe holê. Li ser keda mirovan sazûmaniya koledariyê tê avakirin. Mirovahî derbasî qonaxeke nû dibe. Civaka wekhev û azad diçe, civakeke rastî di nav zordarî û mêtingeriyê de tê . Pêvajoyaya mêtingerî û serdestiyê bi dewlet û saziyên wê re tê hûnandin û parastin. Begtî û burjuvazî berdewama vê şaristanî çînî ne. Li dijî vê sazûnaniya alîgir, nûnerên nirxên demokratîk ti carî nerawestiyan. Bi rûmet û îradeyeke mezin berdewam kirine.
Felsefeya Apoyî paradîgmaya civaka Kurdistan û Rojhilata Navîn nirxand, diyalektîka guhertin veguhertinê bingeh girt û planên çareseriyê pêş xist. Perspektîfên konfederalîzma demokratîk ên Rêber Apo encama van nirxan e. Mirov dikare bêje felsefeya Apoyî xwe disipêre nirxên mirovatiyê yên demokratîk û ekolojîk. Bingehê rast ê civakî weke civaka xwezayî dibîne. Di nirxandin û plankirinê de vê rêyê weke pîvan digire. Devlet û desthilatdarî, nexweşîya herî mezin a mirovahiyê ne. Bi hebûna dewlet û desthiladariyê metingeriyê dest pê kir û heta îro jî berdewam dike. Şer û xerabîyên heyî jî çavkaniya xwe ji vê digirin.
Pêşketinên fikir û felsefeyê ti carî nerawestiyan, her tim pêşde çûne. Timî her tim di nav guhertin û veguhertinê de ne. Lê ew guhertin dualî ye. Aliyên erênî û neyînî berdewam dikin, pêşde diçin. Pêşxistina aliyê erênî lêkolînên xurt û rast dixwaze. Ti tişt ji ber xwe ve çênabe. Her tişt ji ber sedemekê çêdibe. Sedemên xurt encamên xurt bi xwe re tînin. Ji ber vê jî zanist pêwîst e. Her lawazî dikare bibe hêz; her hêz dikare bibe lawazî. Ji ber têkiliyên civak û kes hevdu bandor dikin. Kes çiqas ji bo civakê be; civak jî ewqas ji bo kes e. Ango mirov dikare beje ku hevsengiya kes û civakê pêwîste were avakirin. Rêbertî felsefeya sedsala 21. afirand.
Sedsala 21’emîn sedsala azadiya jinê ye. Azadiya jinê azadiya civakê ye. Ji ber azadî bingehê jiyanê ye. Ji bo jin xwe û cîhanê veguherîne pêwîst e destpêkê xwe li gor felsefeya jiyanê ya Rêber Apo ava bike. Azadî û rizgariya rast bi konfederalîzma demokratîk wê pêk were. Kurdistaneke demokratîk konfederal ya Rojhilata Navin modela herî rast e. Pêwîst e mirov li tevahî nirxên mirovahiyê xwedî derkeve, têkoşîneke mezin li dijî desthilatdarî û zordariyê bimeşîne. Azadîya cins weke pirozbahiyên jiyana civakê tê dîtin. Zû afirandin û zû pêkanîn weke şêweyê zanistî tê destgirtin. Ev xaleke sereke ya felsefeya Rêber Apo ye.




