Wateya cahş yan jî cahşik çi ye?

Asya Weşûkanî

Cahş an jî cehşik ji bo kesên ku bi dewletê re kar dikin û li dijî serhildêran şer dikin re tê gotin. Her wekî ji kerên çêlîk re jî cahş an jî kurrîk tê gotin. Di dîroka Kurdistanê de gelek caran dewletên serdest ji nav civaka kurd kesên li dijî tevgerên azadîxwaz şer kirine ji xwe re bi kar anîne û ew bi serhildêrên Kurd re dane şerkirin. Di van şeran de bi hezaran Kurd bi destê hev yanî Kurd bi Kurd dane kuştin.

Armanca wan dewletên ku cahş û cerdewanan bi kar tînin jî ew e ku civakê bikin çend beş û berxwedana şervanan bişikînin. Îro bi taybetî li Bakurê Kurdistanê sîstema cahştiyê tê bikaranîn û li derdora 60 kes kes weke cahş û parêzvanên dewletê ji pergala dagirker re kar dikin. Hinek serokeşîr û axayên Kurd ên tenê li berjewendiyên xwe yên şexsî dinêrin, ji vê sistemê re dibin alîkarî.

Bêguman bi demê re gelek mirovên ji dewleta Tirk re xizmet dikirin jî zîvirîn ser xeta welatparêziyê, ji dil û can têkoşîn dikin û ev jî cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye. Jixwe şoreş weke trenê ye, hinek dadikevin û hinek jî siwar dibin. Lê tiren jî her xeta xwe berdewam dike û heya serkeftinê wê di rêya xwe de be. Yên dadikevin wê bêne şermezar kirin, wê bêqîmet û wate bibin û birizin.

Tişta herî girîng jî ew e mirov xeta xwe berdewam bike, çep û rast neçe. Lê mixabin wiha nîne û her dem hinek tên guhertin. Car caran hinek kes ji bo tiştên pir biçûk rêyên xwe diguherînin. Ev jî kesayet û hişmendiya wan dide diyarkirin. Mijara cahştiyê jî wiha ye. divêwere zanîn ku kesên bi kêrî gel û xaka xwe neyên wê lti cihî qîmetekî wan nebe. Di dîrokê de jî pir hatyiye dîtin, dagirkeran timî kesên xiyanet li gelê xwe kirine bi awayê, “kesên xiyanet li gelê xwe kirine dibe ku sibe xiyanetê li min jî bikin” efû nake û dikuje. Lewma divê mirov xwedî li rûmet û kerameta xwe derkeve. Feydeyek ji mirov neyê jî mirov xerabiyê bi gel û şervanên azadiyê neke.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button