Akademiya Şehîd Rizgar Wan Dewreya Şehîd Egîd Cîlo Bi Dawî Bû

Akademiya Şehîd Rizgar Wan, dewreya bi navê Şehîd Egîd Cîlo di dîroka 12 Adar’ ê destpê kiri bû bi soz dayîna hevalên gazî re 30 Hezîran’ ê bi dawî bû.

Di girtina dewre de Ronak Murad axivî. Murad: ” Di destpêkê de dawîbûyîna dewreyê Rêbertî, şehîdên şoreşê û hevalên gazî pîroz kir û wiha got: “ Girtina dewreyê hevala pîroz dikim û pejna xwe ji bo girîngiya û wateya rojê ditewînim. Rojekî gelek pîroz e. Di 30 Hezîran’ ê de çalakiyên ku hatiye kirin û girtina dewreyên hevalên gazî yê ku ji bo şoreşê serbixîn parçeyek laşê xwe dane dîrokekî wekhev de her du munasebet pîroz kirin pir bi watedar e û pîroz e .”

 

 

 

 

 

 

 

Her wiha Ronak Murad got: “ Hevdîtînin ku Rêbertî re hat kirin ger xebatê xwe xurttir bikin em divê qeneatê de ne ku emê Rêbertiya xwe fizîkî azad bikin. Bi taybetî ji ev xebat dikeve li ser milê hevalên gazî.”

Piştî axavtina Ronak Murad bi dirûşmayên “ BIJÎ SEROK APO, BÊ SEROK JIYAN NABE “ bi dawî kirin.

Gaziyên Rojava Şoreş Amed ku cihê xwe di dewrê de girtiye hestên xwe wiha anî lı ser ziman: “ Perwerdeyê ku me di nav 4 mehan de dît di him di aliyê birdozî de him aliyê siyasî fikrê Rêbetî naskirin, tevgera azadiyê nas kirin hêz, moral û hêza kar kirinê dide. Tolê şehîdan, tolê şehidên ku her çar parçeyê Kurdistanê şehîd ketine ji bo tolhildanê wan xwedî doza şehîdan derketin soz hat dayîn.”

 

 

 

 

 

 

 

 

Her wiha Şoreş Amed got ku, “ hevalên ku bi perwerde re derbas bûn hemu hevalên gazî bûn. Bi giştî heval ji bo axa Rojavayê Kurdistan parçeyek laşê xwe dane. Parçeyek laşê xwe dayîn dibe ku bi êş bejî pir tiştekî birûmet e, wateyekî pir girîng heye.”

Dewreya hevalên bi girtina govendê re bi dawî bû.

Navenda Gaziyên Rojava A Ragahandinê

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button