Çîroka şervaneke birîndar a berxwedêr: Narîn Axîn

Şervana YPJ’ê Narîn Axîn a bi eslê xwe Ereb bi birîndarî dîl ket destê komên çeteyan, piştî 2 meh û nîvan dîlgirtî ma rizgar bû. Narînê “Ez ji tevgera jinan û felsefeya Rêber Apo bi bandor bûm.”
Şervana YPJ’ê Narîn Axîn dema êrîşên dawî yên li ser QSD’ê bi birîndarî dîl hat girtin, piştî 2 meh û nîvan hat berdan. Narîn Axîn ku bi berxwedana û hêza xwe navdar bû, di nava şert û mercên dijwar de jî wê hêviya xwe winda nekir û li hemberî dijmin bû sembola berxwedanê.
Şervana YPJ’ê Narîn Axîn rewşa xwe ya dîlgirtinê û berxwedana 2 meh û nîvan ji JINNEWS re vegot.
Narîn Axîn têkildarî dîlgirtina got, “Dema êrîşên çeteyan dest pê kirin, biryara paşvekêşandina ji Dêrezorê ji me re hat ragihandin. Me xwe amade dikir ku em paşve vekişin, lê wê demê hinek kesên ji eşîrên Ereban xwe bi çek kiribûn. Di navbera me de şer çêbû. Ez wê demê ji lingê xwe birîndar bûm. Pîştî wê ez û hevalek xwe ketin destê dijmin. Hevalan gelekî hewl dan ku me rizgar bikin. Lê pir zehmet bû. Pîştî wê ez û hevala min birin zindana Dêrazorê. Êşkence li me kirin û gotinên nexweş ji me re digotin. Ji min re gotin, ‘Tu birîndarî, lê em te derman nakin. Hûn keçên QSD’ê ne em we derman nakin.’ Ji ber ez Ereb bûm her gotin ji min re digotin.”
Narîn Axîn diyar kir ku wê ti caran hêviya xwe winda nekir û wiha domand, “Ez her tim bi hêvî bûm. Hevalên şehîd di bîra min de bûn. Berxwedana zindanan, têkoşîna Mazlûm Dogan di bîra min de bû. Min digot, ‘Wekî jinekê divê ez li ber xwe bidim û têkoşînê bidim. Divê ez bi hêz bim.’”
Narîn Axîn anî ziman ku di dema dîlgirtina de tevî birîndar bû JÎ rastî êşkenceyê hatiye, nehatiye dermankirin û wiha axivî, “Ez bi birîndarî ketim destê dijmin. Berê min nedikarî li xwînê binêrim, lê bi wê birîndariya xwe min bi xwe dermankirina xwe kir. Li gel birîndariya min dihatin û êrîş dikirin. Ji lingê min xwîn dihat û serê guleyê xuya dikir, min bi kefiya xwe lingê xwe girêda, lê xwîna lingê min nedisekinî hevalek jin jî li gel min bû. Wê jî alîkarî da min. Pîştî ku xwîn kêm bû min guleya di lingê xwe de derxist. Dijmin bi çekê li lingê min ê birîndar dida.”
Narîn Axîn têkildarî weke jinek Ereb çawa ji YPJ’ê bi bandor bûye û tevlî bûye jî wiha got, “Ez ji tevgera jinan û felsefeya Rêber Apo bi bandor bûm. Piştî ku min Rêbertî xwend min xwest tevlî nava refên YPJ’ê bibim. Ez jineke Ereb im. Min fikrên Rêber Apo yên der barê jina azad de meraq dikirin û li ser wî esasî tevlî nava YPJ’ê bûm.”
Şervana YPJ’ê Narîn Axîn soza bilindkirina têkoşînê da û wiha dawî li axaftinê xwe anî, “Divê tiştên ku hatine jiyîn neyên jibîrkirin. Dijmin her digot jin bêhêz e. Lê hêza herî mezin jin bi xwe ye. Dibê ku ez dîl hatibim girtin, lê ew ne lawaziyeke, hêza min û îradeya min gelek xurt e. Weke şervaneke YPJ’ê û jineke Ereb ez ê têkoşîna xwe mezin bikim.”




