Ji bo gaziyên şer perwerdeya têkildarî entegrasyona demokratîk

Ji bo gaziyên şer li ser esasê nirxandinên Rêber Apo têkildarî entegrasyona demokratîk dewreyeke perwerdeyê ya dorveger dest pê kir. Di roja yekem a perwerdeyê de perpektîfên Rêber Apo hatin xwendin û nirxandin.

Ji hêla Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve ji bo gaziyên şer dewreyeke perwerdeyê li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî entegrasyona demokratîk hat destpêkirin.

Di perwerdeya her hefte rojekê wê dewam bike de Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan dê were xwendin û nirxandin.

Roja yekemîn a perwerdeyê bi tevlîbûna zêdetirî 20 gaziyên şer, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre perspektîfên Rêber Apo yên têkildarî rewşa siyasî hatin xwendin.

Piştî xwendina perspetîfan gaziyên şer nirxandin kirin. Gaziyan diyar kir ku di roja me ya îro li hember her cure şer û tundiyê Rêber Apo rêya çareseriya pirsgirêkan nîşanî her kesî dike û gotin, “Weke gaziyên şer ji bo parastina destketiyên xwe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Li Rojhilata Navîn û herêma me pêwîstî bi aştî û çareseriyê heye. Fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo bidawîkirina şeran û avakirina jiyaneke li ser esasê pêkve jiyana gelan çavkaniya esasî ye.”

Perwerde hefteya bê wê bi xwendin û nirxandina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk bidome.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button