Gaziyên Şer: YPJ misogeriya hebûn û azadiya hemû jinan e

Gaziyên Şer diyar kirin ku piştgirî û piştevaniya bi YPJ’ê re sekneke herî esîl û exlaqî ye. Ji ber YPJˊê misogeriya hebûn û azadiya hemû jinan û civakan e.
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê bi daxuyaniyekê piştgirî da daxwazên YPJ’ê yên naskirina wê weke hêzeke leşkerî ya jinan a serbixwe.
Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji hêla endama Nivîsgeha Gaziyên Şer Zerya Mahîr û bi zimanê Erebî ji hêla endamê Gaziyên Şer Mahîr Reqa ve hat xwendin.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Şoreşa Rojava ya sala 2012’an weke çirûskeke ronahiya hêviyê pêş ket, her çû qadên xwe fireh kir û weke Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hesreta bi salan a gelan û jinan re bû herêmeke herî bi ewle.
Avabûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)’ê weke hêzeke têkoşînê gihişt asteke herî bilind ji bo jinên ji hemû pêkhateyên Rojava û Sûriyeyê re.
Jinên bi sedan salan e di bin zext û zordariya pergala mêrê serwer û qatilê kastîk de hatibûn bêdengkirin û ji nirxên xwe yên herî rastî û resen bêpar hatibûn hiştin, bi têkoşîn û berxwedana YPJ’ê re careke din derketin ser dika dîrokê û ji bo mafê xwe têkoşîn kirin.
Li erdnîgariyeke weke herêma Rojhilata Navîn a bi dewletên netewe û desthilatdariyên xwedî hişmendiyeke mêrperest, avabûna hêzeke jinan a weke YPJ’ê bi qasî dîrokî ye ewqasî jî girîng û pîroz e.
Fermandar û şervanên YPJ’ê yên bi fikir û felsefeya Rêber Apo, xwe perwerde kirin û li hemberî çeteyên hov û kujer ên weke DAIŞ’ê ku ji tevahî mirovatiyê re xeteriyeke mezin bûn, bi îradeyeke ji pola şer kirin. Di van şeran de bi sedan jinên qehreman û pêşengên dilêr yên YPJ’ê şehîd û birîndar bûn. Gelek têkoşerên weke Arîn û Rêvanan jî bi çalakiyên xwe yên fedaî bûn serkêş û pêşeng.
Jinên Kurd, Ereb, Asurî- Suryan, Ermenî, Tirkmen û hwd. ên bi sedan salan e ji nedîtî ve dihatin dîtin, keda wan tine dihat hesibandin û îradeya wan dihat şikandin, bi têkoşîna YPJ’ê re ji civakê re pêşengtî kirin û di rêveberiyan de bûn xwedî gotin. Wan jinan piştrastkirin ku pergaleke jinan esas negire wê nikaribe demdirêj li ser piyan bimîne û ji daxwazên gelan re bibe bersiv.
YPJ bi têkoşîn û berwedana xwe ya li hember her cure dagirkerî, hovîtî û zilmê bi şehîd û birîndarên xwe piştrast kiriye ku ji bo hemû jinan û gelên Sûriyeyê hêza xweparastinê ya herî bi ewle ye. Berxwedan û têkoşîna YPJ’ê ji hêla hemû cîhanê ve hatiye qedir girtin û ji bindestan re bûye hêviyeke bêhempa, heya bi temamî tinekirina zordarî û hişmendiya serwer a mêrperest wê berdewam bike.
Di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê de weke hêzeke xweser qebûlkirin û cihgirtina YPJ’ê ya di nav artêşê de wê bibe temînat û garantiya hemû gel û jinên Sûriyeyê.
Li ser vî esasî bi taybet jinên Sûriyeyî, em bang li tevahî jinên azadîxwaz dikin ku li dora şervanên YPJ’ê bibin yek û ji bo parastina xweseriya YPJ’ê bi rola xwe ya dîrokî rabin.
Em weke gaziyên şer diyar dikin ku piştgirî û piştevaniya bi YPJ’ê re sekneke herî esîl û exlaqî ye. Ji ber YPJ misogeriya hebûn û azadiya me hemû jinan û civakan e.
Bi vê wesîleyê di şexsê şehîda yekemîn a YPJ’ê Silava Efrîn de em tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û li hember bîranîna wan bejna xwe ditewînin.
Bijî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)
Bijî Serok Apo
Jin Jiyan Azadî.”




