Di Înşakirina Modernîteya Demokratîk De Rol Û Mîsyona Jineolojî

Ji Edîtor

Ji bo Jineolojiyê mijarên sereke; Dîrok, siyaset, etîk, estetîk, hûner, zanist, ol, felsefe, aborî û demografya ne. Zanista Jineolojiyê vana weke nirxên mirovahiyê yên eslî dibîne û li wan hemûyan jî xwedî derdikeve.

Ji bo Jineolojiyê mijarên sereke; Dîrok, siyaset, etîk, estetîk, hûner, zanist, ol, felsefe, aborî û demografya ne. Bêguman heta niha di van mijaran de ji aliyê fîlozof, femînîst, anarşîst, û sosyalîstan ve gelek xebatên giranbûha hatine kirin, çareseriyên berfireh hatine pêşkêşkirin. Zanista Jineolojiyê vana weke nirxên mirovahiyê yên eslî dibîne û li wan hemûyan jî xwedî derdikeve. Lê di merhaleya ku îro şaristanî gihîştiyê de ev hemû nirxên, danehevên mirovahiyê jî ji bo çareseriya kaosa me di destpêkê de pênase kir re kêm dimînin. Ango nagihîjin çareseriyeke bingehîn a ku wê hemû mirovahiyê bigire bin banê xwe û rizgar bike.

Ji aliyê din ve zanista bi navend Rojava, her tiştê herî biçûk jî ji xwe re kiriye mijara lêkolînan û li ser xebatan kiriye, beşên zanistê ava kiriye. Lê ji bo jinê xebateke wiha nehatiye kirin. Weke jinekolojiyê beşek aydî jinê heye lê ew jî ji aliyê fizîkî zêdetir nikare jinê di nav tevahîbûna wê ya civakî de bigire dest. Ji xwe bi îdeayeke ku wê ji hemû pirsgirêkên jin û civakê re çareseriyan bibîne derneketiye holê.

Em bala xwe didinê îro êdî di eniya jinê de potansiyeleke mezin a azadî û wekheviyê kom bûye. Êdî jin wê bikaribe vê potansiyela xwe tevlî pêşketina civakî ya demokratîk bike. Weke zanista jinê û jiyanê Jineolojî beriya her tiştî mudaxeleyeke exlaqî û polîtîke ji vê pergala ji her aliyî ve dirizê re. Vê mudaxeleyê beriya her tiştî wê di warê zihnî de bide destpêkirin. Ango bi pêşvebirin, berfirehkirina teoriya azadîxwaziya jinê re. Ji bo vê jî mekanên sereke wê akademî bin.

Di roja me de exlaqê koletiyê pir bi kûrahî di hişê mirovan de cihê xwe girtiye. Gihîştiye asteke wisa ku mêr dest davêjin zarokên 6, 7, 8 salî û wan bi îşkencê qetil dikin, lê civak ji viya re bêhelwest dimîne. Kapîtalîzm mirovan ji rê derdixe, ji rû derdixe. Li ser navê azadiya takekesî her kes dibêje bila ji min dûr be lê çi dibe ew dizane. Ev rewş tenê dikare bi exlaqê azadiyê (etîk) û jiyana xweşik (estetîk) were derbaskirin, çareserkirin.

Xebata Jineolojiyê ya herî girîng û sereke jî di warê exlaqê azadiyê (etîk) de ye. Ji bo parçekirina qeydên koletiya di mêjî de hatî avakirin li nirxên mirovahiyê xwedî derdikeve. Exlaqê azadiyê çawa tê avakirin, pêşxistin û pêkanîn ji bo vê dahûrandinên berfireh dike. Bi berhemên ji van lêkolîn û lêhûrbûnan derketî di akademiyan de perwerdeyan li dar dixe û bi vî rengî civakê digihîne nirxên wan ên cewherî, helwest û hişmendiya exlaqa nû bi ser dixe.

Qadeke jiyanî ya rojane mirovan dîl digire jî sektora modayê ye. Kapîtalîzm bi vê rêbazê mirovan bê îrade dike, tu pîvaneke ecibandinê ya aydî kes nahêle. Li ser pêwîstiya ku di civakê de dide avakirin çi pêşkêş bike wê dide kirîn û firotin. Di her qadê jiyanê de mirovan sewqî xerckirinê dike. Kapîtalîzm, ji tevgerên mirovan; axaftin, û stendinên bi hev û derdorê re bigire, heta pîvanên bedenê wan, baweriyên wan, fikirandina li gor vana her kêlî teşe didêkê. Mirov nikare tu tiştekî aydî xwe hilberîne, yanê bi pergalê ve girêdayî ye. Jineolojî bi zanista estetîkê wê ji vê teşedayîn û avakirina kapîtalîzm û hemû sazûmanên di tevahiya şaristaniya bi desthilatdariya mêr hatine avakirin re dahûrandinên berfireh bîne. Jiyaneke azad, ne di bin bandora tu pergal û paşverûtiyên ku kes dike kole de, pîvanên estetîkî bi pêş bixe. Mirov bi van pîvanan, wê di nav civaka xwe de, bi rengê xwe, bi cewherê nirxên xwe yên ji kokên xwe yên mirovî digire wê jiyaneke aydî xwe ava bikin.

Jineolojî, ji bo avakirina zanisteke ku di xizmeta başkirina jiyana mirov û civakê de be ji xwe re weke xebateke esasîn dibîne. Rêbazên zanistê yên ku her tiştî parçe dike lê tevahiyê li ber çav nagire, kes û civakê ji hev qut digire dest sererast dike. Ji bo encamên xebatên zanistê, weke bikaranîna çekên atomî, nuklêrî ku dibin sedema qirkirina bi milyonan mirovî û texrîbkirina xwezayê, dijberî mirovahiyê neyên bikaranîn di vê qadê de pêşxistina pîvanên exlaqî gelek girîng dibîne. Di înşakirina civaka nû de ji bo rê li ber van feraset û xebatan bê girtin hişmendiya helwest girtinê weke exlaqeke bingehîn a mirovan di nav civakê de dide belavkirin.

Di civakîbûna mirov de jin bi rola pêşeng rabûye. Hûner jî weke xwe afirandin û îfadekirina civakîbûnê di rengê jinê de bi pêş ketiye. Lê di tevahiya şaristaniya bi serdestiya mêr de, di destê desthilatdaran de ji bo teşedayîna mirov û civakê weke amûrekê hatiye bikfaranîn. Îro jî taybet bi riya sînema, rêzefîlmên tv’yan, muzîk û çalakiyên din ên hunerî ev rola xwe bi cîh tîne. Ji bo civakê ji rê derxê jinê weke mal di hemû çalakiyên hunerî de bi kar tîne. Jîneolojî, bi dahûrandin û teşhîrkirina ev polîtîkayên pergalê yên hunerê, feraset û nêzikahiyeke nû dide hunerê. Ji bo hunermend bikaribin hunera azad biafirînin, civak bikaribe xwe bi çalakiyên hunerî ava bike bi taybetî xebatên teorîk û pratîk bi pêş dixe. Akademiyên çand û hunerê wê li ser vê ferasetê bikaribin hunera şoreşgerî pêşkêş bikin.

Ji mirovbûna mirovahiyê ve her tim felsefeyeke aydî civakê hebûye. Bi taybet li Rojhilata Navîn felsefe li îbadetgah û dibistanên Sumer û weke peyrewên wan Babîl, Akad û Misirê berfireh bûye. Bi pêşketina şaristaniyê re, bi taybet di dema Yewnanîstana Antîk de, felsefeya ji van navendan hatiye veguheztin ji aliyê fîlozofan ve hatiye sîstematîzekirin. Ji bo mirov bikaribin bi nêrîneke azad wate bidin jiyanê û pergala koledarî ya heyî bidin ber lêpirsînê, fikrên giranbuha yên rohnîbûnê diyarî mirovahiyê kirine. Ji ber ku hema bêje bi tevahî ji aliyê mêr ve hatiye pêşxistin, jin weke endameke avaker û eslî ya civakê nehatiye dîtin. Berovajî weke cinsê duyem hatiye pênasekirin. Ev fikirandina felsefîk, demxeya xwe li du hezar salên dawîn ê şaristaniyê xistiye. Ji nûve destgirtin û nirxandina  felsefeyê, Jîneolojî ji bo xwe mîna erkeke sereke dibîne. Di înşakirina civaka nû de, yek ji karên jêneger û sereke jî wê damezirandina dibistanên felsefeyê bin. Bi rêya van dibistanan, wê felsefe ji bin destê tenê beşekî li jorê civakê dimîne derkeve û bibe aydî hemû civakê. Beriya her tiştî Jîneolojî wê ew tabloya ku felsefeyê weke koma agahiyên teorîk dibîne biguherîne. Tevî xebatên berfireh ên teorîk, bi rêya dibistanan jiyanîkirina vana di nav hedefên stratejîk ên Jineolojiyê de ne.

Her ola ku derketiye, bi îdeaya rizgarkirina mirovahiyê ya ji koletî û xizaniyê belav bûye. Lê çi dema ku ketiye destê desthilatdaran, îcar ji bo civakê bi xwe ve girê bidin weke amûrekê hatine bikaranîn. Em bala xwe didinê li cîhanê li ku derê şer û pevçûn hebin, di bingeha xwe de bi sedemên olî tên kirin. Her çiqas di bingeh de sedemên aborî -firotina çekan, vekirina bazarên firotinê, bidestxistina çavkaniyên binerd û sererd- hebin jî zêdetir weke şerên mezhebî diqewimin. Jîneolojî ji bo tu pergal û kes nikaribin mudaxeleyî cîhana mirov a manewî bikin, her kes bikaribe bi azadî ola xwe jiyan bike xebatan dide meşandin. Ji bo olan li xwediyên wan ên eslî, li gelan bên vegerandin û bi cewherên xwe yên demokratîk û rizgarîxwaz bên jiyankirin asoyên berfireh li pêşiya zanistên weke teolojî û eskatolojiyê vedike.

Bi taybetî di înşakirina civakî de ol, cihekî girîng digire. Bi polîtîkayên kapîtalîzmê yên olparêzî, netewparêzî û dewletparêzî gel, ol û baweriyên wan ji hev re kirine dijmin, wan bi hev dane qirkirin. Jineolojî hemû teoriyên rê li ber vana vedikin di ber çav re derbas dike, dinirxîne, bi berfirehiya jinê li ser teoriyên nû, yên çareserker dixebite û ji bo jiyanîkirina vana ronîkirina civakê ji xwe re weke karekî girîng dibîne. Civaka ku wê ji nû ve were înşakirin divê gel û her cure baweriyên wan bi aştiyane tê de bi hev re bijîn. Ji bo ev derdor were bidestxistin rola xwe dilîze.

Mirov li gel pêwîstiyên manewî, bi bicîanîna pêwîstiyên madî jî jiyana xwe berdewam dike. Jiyaneke ji vana mehrûm hatibe hiştin, wê tim bibe mehkûmî bindestiya kes û komên ku amûrên hilberînê di dest xwe de digirin. Qada ked û aboriyê weke qadeke rojane mirov pê jiyana xwe berdewam dikin seranser bi kedxwarî û mêtingerîyê ve tije ye. Jin ji vê qadê hatiye dûrxistin an jî keda wê tê desteserkirin, biçûk û ji nedîtî ve tê dîtin. Ji bo jin, weke avakara aboriya mirovahiyê, bikaribe di qada ked û aboriyê de cihê xwe yê eslî bigire, kes bê kar û xebat nemîne xebatên bingehîn dide meşandin. Li gel polîtîkayên kapîtalîzmê yên karkertiyê, feraseta materyalîst a ku karkeran weke çîna serdest dibîne jî digire ber lêpirsînê.

Gelek mijarên Jineolojiyê hene ku xebatên berfireh pêwîst dikin. Dîrok, siyaset û civaknasî di nav van de li pêş tên. Ev her yek jî bi hişekî azad, di înşakirina modernîteya demokratîk de cihên girîng digirin. Akademî û enstîtuyên bi taybet li ser van mijaran werin sazkirin wê di nav zanista Jineolojiyê de xebatên berfireh bidin meşandin.

Ji bo ku Jineolojî di înşakirina civakî de bikaribe rol û mîsyona xwe bigire, bi taybetî di qadên me li jor diyar kirine de pêwîstî bi kar û xebatên berfireh ên entelektuelî hene. Weke zanista jinê Jineolojî, ji hemû zanistên bi zîhnê mêrê serdest, bi feraseta Rojava hatine avakirin re weke zanista mirova/ê azad, xwe weke alternatîf dibîne. Ji bo vê jî pêwîstî bi tevlîbûna her şervana/ê heqîqetê heye da ku modernîteya demokratîk were avakirin.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button