Pêwîstiya jinên azadîxwaz bi YPJ’ê heye

Gulçîn Xoşmêr

Em di pêvajoyeke herî germ a şoreşê de ne.  Ji bo em şoreşa xwe bibin serkeftinê tekez divê her yek ji me bibe çavkaniya hêza xwerêxistinkirin û çalakbûnê. Em weke jinên Kurd ji xwe bawer in ku em ê ji şoreşê re pêşengtiyê bikin. Em jî hêza xwe ji Rêber Apo digirin.

Weke gelê Kurd û nexasim jî jin, têkoşîn ji bo me beriya nan, av û pêdiviyên din ên jiyanê ye.  Têkoşîn bi xebat û kedê tê kirin. Em weke yek ji gelên Arî xwedî çand û berhemeke dîrokî ne. Me ji mirovahiyê re jî pêşengtî kiriye. Li Rojavayê Kurdistanê jî me careke din pêşengtî ji gelan re kir.

Ez gelekî serbilind im ku jineke Kurd im û her me weke netewe ji miletan re pêşengtî kiriye. Jixwe heke mirov xwedî ked, têkoşîn û berhemeke cewherî nebe, hewce nake mirov bijî. Lê me weke Kurd heq kiriye ku em bijîn û hem jî bi awayekî azad. Weke netewe em di nav pêvajoyeke dîrokî de ne. Em amade ne ji her demê bêhtir fedakarî, ked û têkoşîn bikin. Ji bo em civaka xwe bigihînin jiyaneke heq kiriye çi ji destê me bê em ê bikin.

Rêberê me Abdullah Ocalan ji gelê Kurd dest pê kir û şoreşa Kurdistanê pêş xist. Rêber Apo diyar kir ku divê em hemû xwe bikin yek û ji bo azadiya jin û civakê têkoşîn bikin. Rêber Apo rol û mîsyona pêşengtiyê da jina Kurd. Ew kir serkêş û pêşeng da ku zayenda xwe û civakan bigihîne serkeftinê. Îro jî dem hatiye ku jin û civak xwe rizgar bikin. Ji bo wê jî têkoşîneke komî ya jin, ciwan û civakê pêwîst e.

Li ser van bingehan weke gaziyeke şer bang li hemû jinan û civakê dikim ku xwe ji kar, xebat û têkoşîneke bêhempa re amade bikin. Roj roja xebat û têkoşînê ye. Jixwe pêşengên me weke fermandar û şervanên YPJ’ê hene. Em xwe li dora wan bikin xelekeke berxwedanê. Ji bo misogerkirina statuya YPJ’ê divê em têkoşîna xwe ji her demê zêdetir xurt bikin. Pêwîstiya jinên azadîxwaz bi YPJ’ê heye. Ji lewra divê em hemû bi rola xwe ya dîrokî rabin û xwedî li YPJ’ê derkevin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button