“Dijmin bi çeken herî pêşketîn şer dike û em jî bi vînê şer dikin”

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihemed Mistefa Şêx û ji bo bîranan fermandar Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik merasîmek li dar xist.

Gelek şênî, endamên saziyên sivîl, partî, meclis, komîn û Federasyona Gaziyên Şer a Helebê tevlî merasîmê bûn ku li pêşiya mala şehîd Mihemed Mistefa Şêx a li taxa Şêxmeqsûdê li dar ketiye.

Li ser navê Federasyona Gaziyên Şer a Helebê Zagros Heleb axiviya û got: “Ev êrişa ku li dijî hevalên me yên gazî pêk hat, bêçaretiya dewleta Tirk nîşan dide ku nikare fikrên ku Rêber Apo di bîrên me de çandiye tune bike.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button