Teşkê (ling) Protez çi ye?

Ji Edîtor

“Ji wî parçeyê çêkirî yê bi erka teşkê radibe re, ku kesên lingê xwe winda kirine bi kar tînin, lingê protez tê gotin. Li gor windahiya teşk, yan bi bin kabê re û yan jî bi ser kabê re tê girêdan. Ev parçeyê destçêkirî dibe sebeb kesên teşkê xwe windakirîn wekû normal jiyana xwe bajone. Pir texlîtên cuda yên protezan hene. Li gor nexweşan protezên wan cudane. Protezek ne qetek tinê ye, her protez ji qetekî zêdetir e.

Parçeyên teşkê protez pêk tînin çine?

Yek ji parçeyê teşkê protez pêk tîne sak (soket) e. Ev parçe li ser qismê teşkê mayî ve tê rûniştandin. Ji sakê re lûle jî tê gotin. Piştî emeliyatê divê li gor şeklê teşkê kes û ev cildê wî wekî teybet were çêkirin. Ji bo bi awayekî rihet û rast karanîna teşkê protez, divê sak li ser qismê teşkê mayî xweş rûnî. Armanca parçeyê sakê, ji bo barê birha li ser ling saxlem be, arîkariya pehniyê dike. Yek ji erka herî girîng ya teşkê protez,  pergala danûstandinê ya cihê hatî birîne. Di hin texlîtên teşkê protez de, sak vê erkê dike. Di hinan de pergala bikaranîna banda ran, gore û şidat (korse) vê pêktîne.

Yek ji qetê din yê teşkê protez pêk tîne, lingê protez e. Pir coreyên ling û stûkê ling hene. Di nav van bijartekan de ji bo kes ya herî pêkan tê hilbijartin. Ji bo hê estetîktir were dîtin, qaplamakirin tê tercîhkirin. Li aliyê din, ji bo hevsengiya sak û cihê hatî birîn wekî teybet gore tê bikaranîn.

Ji bo hilbijartina teşkê protez tiştên pêwîst e werin kirin

Ji bo hilbijartina teşkê protez divê pir tişt werin berçavgirtin. Ji van tiştan yên herî girîn; rewşa qismê teşkê mayî çi ye, rayên teşkê nexweş çiqas bihêz in û çiqas dikarin barê teşk hilgirin, dijwartiya êşa piştî bikaranîna protez; ji bo bikaranîna teşkê protez bitesîr be divê ve tişt hemî rast werin hesapkirin. Heke di pergala qerqodeya kes de hin kurtûkêmiyên bi tedawiya fizîkê (lewzatiya rayan) dikarin werin derbazkirin hebin, ji beriya bikaranîna teşkê protez divê rayên teşk werin bihêzkirin. Li aliyê din heke di teşkê hatî birîn de nexweşiya damaran, yan jî wekî diyabetê pirsgirêk hebin, ji bo saxlemiya qismê teşkê mayî, divê tedbîr werin girtin. Piştî kes ji bo bikaranîna protez hat hazirkirin qiyas tê girtin û protezê herî pêkan tê amedekirin.

Ji bo bikaranîna teşkê protezê em xwe çawa amede dikin?  

Ji beriya bikaranîna teşkê protezê em dikarin xwe li ser protezeke derbazer hazir bikin. Bi vî awayî ji beriya em protezê esîl bi kar bînin, pêşhazirtî tên kirin, pirsgirêkên derkevin têne naskirin û nirxandina rast tê kirin. Li aliyê din, ji bo kes zû fêrî bikaranîna protezê bibe, şansê elimandina  bi protez meşandinê jî pêk tîne. Ev wekû destpêk motîvasyonek baş çêdike û piştî hingê ji bo kes zû bizivire jiyana xwe ya asayî derfet çêdike. Ji bo her kesî demên fêrbîna protezê cuda ye.  Ji ber vê divê kes ji beriya her tiştî wekî psikolojîk ji karanîna protez re were hazirkirin. Desteka psikolojîk ya kes ji malbat, derdor û doxtorê xwe digire pir girîng e. Heke were xwestin, destek ji psikologên di qada xwe de pispor were girtin pir baştir e. Li aliyê din di derbarê di pêvajoya karanîna protezê de tiştên werin jiyandin, pêvajoya çawa pêş bikeve kes were agahdarkirin motîvasyona xweştir û zûtir çêbe.

Lazim  e bikaranîna teşkê protez çawabe?

Dema bikaranîna protezê de divê kes protezê xwe birêkûpêk qontrol bike. Dibe kû di hin beşên protez de sistahî pêk werin. Ji ber vê bi teybetî dema şev protezê xwe derxe divê baş kontrol bike. Divê her roj protez were paqijkirin. Bi vî awayî emrê teşkê protez dirêjtir dibe. Ji bo di dema karanînê de mirov rihet be, divê teşkê protez li cihê xwe baş rûnê. Bi vî awayî serê qismê hatî birîn jî kêmtir diêşê. Li milê din heke protez li ser cihê hatî birîn rast rûnê, pêşiya zareran jî digre. Dema protez ji bo kesekî hat çêkirin, divê wekî pisporan pêşniyarkiriye were bikaranîn. Heke kes ji cihekî protez aciz bibe, misoger divê serî li pispor bide. Divê li ser pêşniyara pisporan sererastkirin pêk were. Hewa sar û germ dikare cihê birîndar biwerimîne û yan jî şeklê wê biguhere. Ji vê sedemê di wan demên protez ne di ling de be, serê teşkê birî bandajkirîbe pir başe. Heke tiştên wekî melhem, gore û bandaj yên mirov dikare bi xwe re bigerîne, bi me re bin, em dikarin zûtir mûdaheleyî qisûrên di nav rojê de derkevin bikin.

Lingê protez çawa tê bikaranîn?

Têkildarî bikaranîna teşkê protez tiştên wekî rotîn kes hajê hebe hene. Bê zanîn mûdaheleye qisûrên teşkê protez kirin, dibe sebebê, şkestin û yan jî xirabîna wî. Li aliyê din dibe sebebê birîndarbûyîna kes jî. Divê ka di protez de vîde, civate yan jî qismê mekanîk de sistahî, xirabîn hene yan na werin quntrolkirin. Di berdewamiya karanînê de dibekû hin qismên protez de sistahî pêk werin. Ji ber vê divê zû mûdaheleya cihên xirabiyîn were kirin. Rast û dirûst karanîna protez hem kes rihet dike û hem jî emrê protez dirêj dike.

Divê kes ji beriya razê her şev protezê xwe paqij bike

Hin tiştên din yên di derbarê bikaranîna portez de werin zanîn evin: Ji beriya kes razê divê protezê xwe di ber çav re derbaz bike. Divê kes li gor zanînên pisporan dayîn protez bi kar bîne. Divê kes ji beriya razê her şev protezê xwe paqij bike. Divê haya me ji dengên em ne li bendê yên ji protez têne hebe. Heke dengek cuda ji protez were, ev tê wê wateyê di protez de pirsgirêkek ne normal heye. Her roj ji beriya protez were bikaranîn, ka kun, yan jî derizandinek heye divê misoger were quntrolkirin. Heke niyeta meya derketina rêyek dûr hebe, divê ka protezê me pêkanê vê rêyêye yan na baş were hesapkirin. Piştî bikaranîna lingê protez, girîngiya quntrolkirina wî: bikaranîna lingê protez xwe dispêrê demên pir kevin. Ev pêvajoya bi hedefa ji bû arîkarkirina kesên lingên xwe windakirîn destpêkirî, bi demê re pêşketiye û gihaştiye asta roja me. Ev parçeyên çêkirî ji bo ku kes dubare bikaribe jiyana xwe wekû normal dewam bike û jêhatina tevgerê peyda bike hatine pêşxistin. Ji bo protez bikaribin van hedefên kes bê qisûr pêk bînin, kêmekê jî giradayî hay jê heyîna protez re derbaz dibe. Ji bo em bikaribin bi awayekî herî baş û qenc ji lingên protez feydê bibînin, divê em baş lê binêrin. Divê ew pisporê/a ku protez plankirî û çêkirî rehbertiya paqijî û hay jê heyîna wî bike. Rast bikaranîna protezê kes rihetir dike û emrê protez jî dirêjtir dike.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button