Bîranîk Ji Şerê Kobanê!

ARJÎN KOBANÊ:

“Di pêvajoya şerê Kobanê de ji aliyekê DAÎŞ ji aliyê din jî dewleta Tirk êrîş dikir. Şerê Kobanê ne şerek wisa bû ku tenê mirov bi çend peyvan behsê bike. Ji ber li wê derê berxwedaniyek di asta herî jor de ku mohra xwe li sedsalê bixe hate meşandin. Di wê berxwedanê de tişta ku mirov li ser lingan digirt ruhê hevaltiyê bû. Ji ber di nava hemû şert û mercên zehmet yê Kobanê de, tevî wî şerê giran tu carî moralê hevalan neket û hevalan gav paşde navêt. Timî heval bi ruhê serkeftinê meşiyan. Gelek heval di şerê Kobanê de gihîştin asta şehadetê û gelek heval birîndar û gazî bûn. Lê şehadet û birîndariya her hevalekê/î hestên tolhildanê di me de xurtir dikir û me dixwest gavek beriya gavekê tola hevalên xwe bistînin.

Di Şer De Demekê Ez Bi Heval Zehra Re Mam

Di şer de demekê ez bi heval Zehra re mam. Moral û hêza ku heval Zehra dida me, di hemû şert û mercan de em li ser lingan digirtin. Deqeyekê be jî heyecana heval Zehra kêm nebû. Dema ku me li sekna heval Zehra, li heyecan û moralê wê mêze dikir, di me de jî xwesteka şer û serkeftinê pêş diket. Ji ber wan taybetmendiyan heval Zehra li Kobanê bû yek ji pêşeng û fermandarên ku şerê Kobanê bi ser xistin. Dîsa heval Şevger jî yek ji wan milîtanan bû ku tevhî hemû zorî û zehmetiyan ji bo ku heval newestin bi şev û roj yan nobedar bû yan jî li şûna hevalekê/î fedakartî dikir û diçû çeperên şer. Gelek heval weke wan hevalan me nas kirin û me bi wan re jiyan kir. Ya ku îro me li ser lingan digre û dihêle di hemû zorî û zehmetiyan de em serkeftinê ji xwe re esas bigrin hevaltî û fermandartiya wan hevalan e. Ji ber vê jî mirov dikare bêje ku Kobanê bi ruhê hevaltiyê bi serket û em îro bi hezkirin û nirxa hevaltiyê jiyan dikin.

 Di Şerê Kobanê De Piştî Mehekê Ez Birîndar Bûm

Di şerê Kobanê de, pêvajoya mehek ku min li Kobanê di şer de cî girt, weke kesayet bi min gelek tişt dan qezenc kirin. Bi taybetî jî di aliyê îrade de pêvajoya şerê Kobanê ji bo min firsendek mezin bû. Kobanê ji bo jinan stargeha îrade, xwe naskirin, têkoşîn, berxwedan û azadiyê bû. Jinên Kurd li Kobanê felsefa azadiyê bi tevahî cîhanê dane nasandin. Jinên Kurd bi têkoşîna xwe dan destnîşan kirin ku wê azadî bi serkeve û êdî tu pergalên koledariyê nikarin jinan ji xwe re weke mulk û namûs bigrin dest.  Di şerê Kobanê de piştî mehekê ez birîndar bûm. Piştî pêvajoya tedaviyê carekedin ez vegeriyam Rojava. Weke jinek şoreşger serê me timî bilind e ku me ji bo Kurdistanê perçeyek ji laşê xwe daye û em gazîbûnê pir bi wate dibînin. Ji ber her ku mirov felsefa Rêber APO nas dike û pê re dibe yek, bi heman awayî hindirê mirovan xweşik dike û hêza berxwedanê dide mirov. Heya roja me ya îro tu serokî bi qasî Rêber APO nirx nedaye jinê û ji jinê re şertên jiyana azad ava nekiriye. Ji ber vê jî weke jin em çiqas têkoşîn bikin em ê di heman astê de bi serkevin û bigihîjin azadiyê.

Weke Gaziyên Jin, Emê Timî Li Ser Şopa Rêber APO û Bîrdoziya Azadiya Jinê Bimeşin

Jin dema ku bixwaze hêza xwe bi kar bîne û ji xwe re azadiyê esas bigre tu tişt nikare li pêşiya wê bibe kelem. Me di jinên Kurd de ev taybetmendî ber bi çav dît. Weke hevalên gazî û weke jin, piştî birîndariyê em zêdetir hev fam dikin û hevaltiya me bi hev re hîn zêdetir xurt bûye. Ji ber em dizanin di oxirê azadiyê de çiqas bedel bên dayîn, jiyan di heman astê de bi wate û xweşik dibe. Bêgûman piştî birîndariyê têkoşîn bi dawî nebûye. Meşa azadiyê ya jinan nû destpê kiriye û teqez wê ev meş bigihîje serkeftinê. Weke gaziyên jin, em ê jî timî li ser şopa Rêber APO û bîrdoziya azadiya jinê bimeşin û ji bo gelê xwe çi ji destê me were em ê pêk bînin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button